Liq

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Company Nato.svg

Liq, ji yekîneyeke leşkerî re tê gotin. Ji gurdanê biçûktir, ji deste (artêş)ê (desteya poleyan) mezintir e. Ji 30-40 eskeran pêk tê. Di nava tevahiya cureyên artêşan de liq tên sazkirin.

Serbazek payebilind fermandariya liqê dike. Heger armanca şerê liqê tevlîhev û dijwar be, dikare serheng an generalê lîwayê jî fermandariyê bike. Di vir de mîsogeriyek nîne. Her artêş gorî stratejî û taktîkên xwe, xwe birêxistin dike.

Di artêşên klasîk de liqek ji 3-5 deste (artêş)an pêk tên. Heger teknîka çekên liqê bilind be, hejmara eskeran tê kêmkirin.