Artêş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Leşkerên Awistiryayê

Artêş, sipa ji hêzên çekdarî yên dewlet an gelekê re tê gotin. Di heman demê de ji bo hêza çekdarî ya herî mezin jî tê bikaranîn. Ji wê biçûktir, parartêş e.

Pirranî hêzên çekdarî yên dewletekê tîne bîra mirov. Armanca artêşê parastina welat e. Ji bo welat biparêze û serî bi artêşên dijmin an dagirker re derîne, xwe di gelek awayan de birêxistin dike.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bingeha artêşan di dema antîk de hatiye avêtin. Berê mirovan xwe ji xwezayê û êlên din diparast. Bi derketina çînan ve, di nava civakê de nakokî û desthilatî li ser mirovan xwe didin der. Çînên serdest bo berjewendiyên xwe, hêzên xwerû bo parastin û şer avakirine. Artêş wiha derketine.

Sumerî, Împeratoriya Roma, Medî, Grekî û Egîptiyan bingeha artêşên niha hene, avêtine. Bi taybetî Romayiyan. Di serdema navîn de artêşên feodalan ji xeynî berjewendiyên xwe, bo ol û baweriyan jî artêş bikaranîne.

Heya sedsala 17. ji bo artêşan newêrekî, cengawerî, merdî û xurtî girîng bû. Di bijartina eskeran de bala xwe didan van pîvanan. Lê dûv re dîsîplîn, taktîk, bilezî û teknîk jî ket rojeva artêşan. Eniyên nû yên şer, yekîneyên nû diviyan.

Di serdema 19. de, fransî, rûs, japon û almanan hunera şer gelek bipêş xistin, di sazkirina artêşan de teknîk û perwerdeyên nû derxistin. Bi giştî artêş bipêş xistin.

Di serdema 20. de çekên kîmyayî, atomî û biyolojîk hatin îcad kirin. Giraniya şer ket ser teknîka çekan. Mirovahiyê du şerên cîhanî kirin. Bi dehmilyonan kes mirin. Tevkujî, komkujî û nîjadkujî bûn. Hejmara eskeran hatin kêmkirin, ji dêl wan ve teknîka çekan bû girîng.

Artêş ne tenê bi dijminan re şer dikin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li welatên parzemîna Amerîkayê, Tirkiye, rojhilata navîn û Afrîkayê artêşan dest danîn ser xwermendê jî. Li gelek welatan cûntayên leşkerî hatin ser desthilatiyê. Gelê xwe kirin bin desthilatiya xwe. Herwiha dest avêtin aborî, çand û hunerê jî. Bi sedhezaran hevwelatiyên xwe kuştin, êşkence kirin. Cûnta hêj jî bidawî nebûne.

Artêşên nûjen[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Artêş ji 4 heya 6 parartêşan pêk tê. Ji aliyê orgeneralan ve tê birêvebirin. Artêşên nûjen ji sê beşan pêk tê: Hêzên bejayî, hêzên esmanî û hêzên deryayî. Herwiha hêzên sîxurî, hêzên teknîkî, hêzên tenduristiyê, jandarmê ûêd jî hene û girêdayî serfermandariyê ne.

Li hin welatan artêş wekî "artêşa neteweyî, artêşa gel, artêşa sor, artêşa azadiyê hwd" jî tên binavkirin.

Artêşên gerîllayî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirraniya welatan bi hêzên çekdarî yên neteweyî, hêzên gerîllayî azad bûbin jî, bêjeya artêşê pirranî ji bo artêşên dewletan tê bikaranîn. ARGK, HPG artêşên gerîllayî ne. Artêşa Sor ji awayê gerîllayî derbasê artêşa bipergal û fermî bûye.

Hin mînakên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]