Liz Truss

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Liz Truss
Serokatoya Partiya Muhafezekar
Niha wezîfedar e
Dest bi kar kir
5ê îlona 2022an
BerêBoris Johnson
Serokwezîrtiya derveyê ya Keyaniya Yekbûyî
Wezîfedarî
15ê îlona 2021ê – 6ê îlona 2022an
BerêDominic Raab
PaşêJames Cleverly
Serokwezîrtiya Jin û Wekheviyê ya Keyaniya Yekbûyî
Wezîfedarî
10ê îlona 2019an – 6ê îlona 2022an
Jiyan
Jidayikbûn26ê tîrmeha 1975an
Oxford, Îngilîstan
Partiya siyasîPartiya Muhafezekar
Hevjîn
(z. 2000)
Zarok2
PerwerdeKoleja Mertonê Oxford
Malperwww.elizabethtruss.com
biguhêreBelge

Mary Elizabeth Truss, (jdb. 27ê hezîrana 1975an li Oxford, Îngilîstan) siyasetmedarek brîtanî ye ku serokê Partiya Muhafezekar û Yekitî ye û di 6ê îlona 2022an de, piştî ku di hilbijartinên serokatiyê de Partiya Muhafezekar de bi ser ket, bûye serokwezîra Keyaniya Yekbûyî û di 19ê çiriya paşîn a sal 2022an de dest ji erka xwe berda ye.[1][2][3] Liz Truss ji sala 2010an ve parlamentera Başûrê Rojavayê Norfolkê ye û ji 2021an heta 6ê îlona 2022an wekî Wezîra Jinê û Wekheviyê ya Keyaniya Yekbûyî kar kiriye. Wê di gelek postên kabîneyê de di bi serokwezîr David Cameron, Theresa May û Boris Johnson re cih girtiye.

Truss di dema xwendevaniya xwe de beşdarî Koleja Merton, Oxford bûye û wekê serokê Zanîngeha Oxford Lîberal a Demokrat xebatên xwe yên siyasî berdewam kiriye. Di sala 1996an de xwendina xwe ya zanîngehê diqedîne û beşdarî Partiya Muhafezekar dibe. Li Shell û Cable & Wireless kar kiriye û cîgirê rêvebirê saziya ramanê ya Reformê bû. Truss di hilbijartina giştî ya sala 2010an de ji bo Başûrê Rojavayê Norfolkê wekî parlamentera herêmê hate hilbijartin. Wekî piştgirek, wê banga reformê li gelek warên siyasetê kir ku di nav de lênihêrîna zarokan, perwerdehiya matematîkê û aboriyê heye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Liz Truss, di sala 1975an de li bajarê Oxford a Îngilîstanê ji dayik bûye. Bavê wê profesorê matematîkê û dayika wê hemşîre bû.[4][5] Li Zanîngeha Oxfordê beşên felsefe, siyaset û aboriyê xwendiye. Bi xwendina xwe yên dibistanê ve dest bi siyasetê dike. Truss dêûbavên xwe wekî "li çepê kedê" binav kir; diya wê endama Kampanyaya Bêçekkirina Nukleerî bû.[6] Her çend wê diyar kiriye ku ew ji malbatek çepgir be jî, ew di nav demokratên lîberal ên Oxfordê de bû û piştî mezûnbûna xwe beşdarî Partiya Muhafezekar dibe.

Piştî qedandina dibistanê, ew di Shell û pargîdaniya têlefonê Cable & Wireless de dixebite. Di hilbijartina sala 2010an de wekê parlamenterê herêma Başûrê Rojavayê Norfolkê hatiye hilbijartin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "South West Norfolk MP Liz Truss made international trade secretary | Politics | Eastern Daily Press". web.archive.org. 24 tîrmeh 2019. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 24 tîrmeh 2019. Roja gihiştinê 7 îlon 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ Schaverien, Anna (30 kanûna paşîn 2022). "Britain Toughens Stance on Russia, as Russia Presses NATO for Assurances". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 7 îlon 2022.
  3. ^ Castle, Stephen (20 kanûna pêşîn 2021). "U.K. Foreign Secretary Inherits Thorny Issue: Northern Ireland Talks". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 7 îlon 2022.
  4. ^ Grylls, Andrew Norfolk, Charlotte Wace, George. "Liz Truss: from teenage Lib Dem to darling of the Tory right" (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 îlon 2022.{{cite news}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  5. ^ "Liz Truss's Dad is said to be 'distraught' by his daughter's own policies". indy100 (bi îngilîzî). 5 îlon 2022. Roja gihiştinê 8 îlon 2022.
  6. ^ "The lady's for turning, right from CND to Conservative" (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 îlon 2022.