Luristan (erdnîgarî)
Luristan[1] an Lûristan an Lorestan an Loristan, herêma erdnîgarî û dîrokî, rojavayê komara Îranê ye. Navê wê tê wateya Welatê Lûran, ji sînorê Iraqê û Kirmanşanê dirêj dibe û deşta Xuzistanê ji bilindahiyên hundir cuda dike. Dewleta Îranê ya îroyîn ev herêm bi îdarîyên cuda û navên cuda debeşkirîye. Îro li Îranê tenê ji beşeke biçûk re Luristan tê gotin ku ne rast e.
Çiyayên berfireh li bakurrojava-başûrrojhilat dirêj dibin; Di navbera rêzeçiyayên bilind de berikên avjenî yên bi mêrgên xweş hene. Daristana berrû bi hev re bi darên bizî/reşdar, spîndar, darên gûz û behîv re zozanên derve digire. Lur ji aborjînan in û têkelên xurt ên Aryan û Ereb in, bi zimanek nîz kurdî û farisî diaxivin. Diroknasê kurd Mihemed Emîn Zekî Beg piştê gera xwe ya Luristan'ê, tu cudahî di navbera Kurdî û Lurî nabîne û qala wî di pirtûka xwe ya "Dîroka Kurd û Kurdistanê" dike. Piraniya Lur misilmanên şîe ne.
Di bin destê Pehlewiyan de Lûr hatin bicihkirin, û tenê çend kes koçeriya xwe ya şivantiyê diparêze. Li Loristanê gelên Îranî yên Hind-Ewropî, di nav wan de Med, nîz 1000 bz. bicîhbûne. Kîmmerîyan (Cimmerians) û Îskîtan di navbera salên 700 û 625 b.z. bi navberî hikum kirin. Tûncên Luristanê, ku bi rêzika xwe ya bijare ya motîvên hunerî yên Asûrî, Babilî û Îranî têne nasîn, ji vê serdema alozê vedigere. Tûnc bi giranî di gorên li nêzî Kermanşah de hatin dîtin. Kyaxares, fermandarê Medan, di salên 620 b.z. de Îskîtî derxist. Di bin desthilatdariya Kûruşa Mezin de, Lorestān di dor 540 b.z. de di nav Împeratoriya Hexamenîş ya mezin de hate girêdan û li pey hev beşek ji xanedanên Selûsîdan (Seleucid), Partî û Sasaniyan bû.
Loristana biçûk, beşa bakur, ji sala 1155-an heta destpêka sedsala 17-an ji aliyê mîrên serbixwe yên Xanedana Xorşîdiyan ve, ku jê re atabeg dihatin gotin, dihat birêvebirin. Sefewî Ebbasê Yekem ê Mezin Atabegê dawîyê Şah Vardî Xan ji hikûmetê dûr xist û hukumeta herêmê bi sernavê vālī da serokê eşîreke hevrik; neviyên wî ev sernav parastin.
Beşa başûrê Loristanê, an jî Loristana Mezin, ji 1160 heta 1424 di bin Atabegên Fedlawî (Fazlaveye) de serbixwe bû; paytexta wê Idaj bû, niha li Malamirê (Îzeya nûjen) tenê gir û wêran mane.
Lorestān xwerû di navbera geliyê Dezê (ji hêla Rêhesinê Trans-Iranian ve tê bikar anîn) û Çemê Karxeh ya jorîn û ber bi bakur ber bi Nehāvend ve dirêj dibe. Çandinî bingeha aboriyê ye; birinc, genim, ceh, pembû, tovên rûn, silq/silk (çewênder), sebze û fêkî hene. Pîşesazî çîmento, şekir, xwarinên pêvajoyî, hirî kertî, û pembû çirkandin hildiberînin. Kana hesin û molîbden tê derxistin. Rêbej û rêhesin bi Xurramābād bi Borûjerd û Alīgūdarz ve girê dide.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Di amadekirina vê serenavê de Britannica hate sûd wergirtin: https://www.britannica.com/place/Lorestan