Mihemed Emîn Zekî
Mihemed Emîn Zekî | |
---|---|
![]() | |
Jidayikbûn | 1880 Silêmanî, Başûrê Kurdistanê |
Mirin | Tîrmeh 1948 Silêmanî |
Pîşe | Dîroknasê kurd, kurdnas û nivîskar |
Zimanê nivîsinê | Erebî |
Hevwelatî | Împeratoriya Osmanî |
Tevgera wejêyî | Dîrok |
Berhemên navdar | |
| |
biguhêre![]() |
Mihemed Emîn Zekî, dîroknas û niviskarekî kurd bû û sala 1880'yî li Başûrê Kurdistanê, li Silêmaniyê ji dayîk bû.
Piştî dibistana seretayî li Silêmaniyê Amadehiya Leşkerî diqedîne û ji wir derbasî Akademiya Leşkerî dibe a li Bexdayê. Paşê li Stembolê Akademiya Şer dixwîne û Akademiya Bilind a Şer bi yekemtiyê diqedîne. Di Şerê cîhanî yê yekem de li gelek cepheyan şer dike. Sala 1924'an vedigere Iraqê û li Dibistana Şer a Bexdayê dersdarî û rêveberiyê dike. Piştî vê dikeve hikûmetê û dibe Wezîrê Parastina Neteweyî. Mihemed Emîn Zekî Beg piştî ku Hikûmeta Yekem a Nûrî Seîd Paşa ava dibe, tê ser karê Wezareta Aboriyê. Di tîrmeha sala 1948´an de li Silêmaniyê diçe ser dilovaniya xwe.
Hinek ji berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Dîroka Kurd û Kurdistanê (2002). Avesta, Stenbol. Ji aliyê Ziya Avci ve bi tîpên latînî û bi kurmancî hate wergerandin.
- Meşahirî Kurd u Kurdistan
- Tarîxî Silêmanî