Hexamenişî anko Exmînî (herwiha di Tewratê û hin çavkaniyên din de de weke Medopersî tê zanîn)[1] (bi farisî: هخامنشیان, bi înglîzî: Achaemenid Empire) (559 b.z.–338 b.z.) navê împeratorî ya mezina neteweyênîranî bûye ko piştî herifyana desthilata pêştir ya neteweyên îranî, Med anko Mîdiyan, desthlata banî ya Îranê girt destê xwe. Demezrênerê Hexamenişiyan Kûrûş bû. Di dîroka kevin da ew emperatorî mezintirîn, xurttirîn û berfirehtirîn emperatorî bûye. Li deman demekê, desthilata wê li aliyê rojhilatê digehişt Afxanistan û Pakistana niha, li aliyê Bakurê rojhilatê digehişt Asyaya Navîn, li aliyê Bakurê Rojhilat digehişt peravên Deryaya Reş, li rojava digehişt tevaya Anatolî û parek ji nîvgizirta Balkanê, tevaya welatên rojhilata navîn mîna Îraq, Sûrî, Ordin, Libnan, Felestîn, Israîl, nîvgizirta Erebî, Misir û parek ji welatêLîbyayê. Rûberê emperatorî ya Hexamenişiyan nêzî 7.5 milyon kîlometirên çargoşe bû.
Ev împeratorî wekî serhildanekê dijberî împeratorî ya Mîdiyan hat avakirin û bi qasekî xurt û bihêz bû ko du caran nêzîk bû tevaya Yewnana Kevin bigirt. Li dawiyê jî liser destê Eskenderê Mekedonî herifya. Leşkirê Îskender paytextê Hexamenişiyan, Persepolîs anko Parse şewitand.