Mîkrobiyoma mirovî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Mîkrobiyoma mirovî (yan mîkrobiyotata mirovî), gilwazîneke ji hûrjîneweran e. Mîkrobiyom ew mîkrobeyê ku li ser rûyê jorîn an kûr yê çermî, di nêv gilêzê de, li ser kilîza devî, di konjuktîvayê de û di rîviyên gastroîntestînal di niştîcih e. Mîkrobioma ji bakterî, kuv (fûngî) û arkeayê pêk dihê. Hin ji van organîzmeyan ji bo laşê mêvandarî baş û bisûd in. Herwiha pir kêm lêkolîn û vekolîn li ser rola ku pirraniya wan dike di laşê mirovî de hatine kirin. Lê wisa tê zanîn ku ligel hebûna wan li ser laşî, lê di bin mercên asayî de, ku nabin sedema ti nexweşiyan, belê beşdarî parastina tenduristiyê dibe, û wek beşek ji flora asayî dihesibe. Bi gelemperî wekî "mîkrofilora" tên zanîn, belam ev navlêkirinê de çewet e, ji ber ku peyva "florayê" girêdayî riwekan e, û "biota" ji bo tevahiya organîsmeyên ku di ekopergalekê de hene, re tê gotin. Vê dawiyê, têgiha “mîkrobiota” ya guncavtirîn hat sepandin, belê têgiha “flora” ya ku ji bo bakterî û hûrjînewerên dî re likar, ji holê ranekir. Di lîteratûrên cuda de, herdû têgih hatin bikarhanîn. Lêkolînên sala 2009an rapirsî bê gelo kêmbûna di biotayê de(tev mîkrofaûnayê) ji ber destwerdanê mirovan dikare bibe sedema tehde û ziyangigiştinê li tendurstiya mirovan. Keşfeke seyr destnîşan kir ku li cihin taybet yê laşî, komin cuda ji hûrjînweran dikarin heman karan bikin ji bo kesên ciyawaz. Wek mînak, li ser zimanê du mirovan du komên bi temamî ji hev cuda yên hûnjînweran dikarin dê şekir bi hema rêç bidewbînin. Ev pêşniyar dike ku zansita nojdariyê dibe ku neçar bimîne ku xwe deb ji teoriya yek-hûrjînerî di nexweşeyan de berde û bala xwe bide kiryarên komên hûrjînwerên yên ku berovajî bûne.

Bakterî[biguherîne]

Komin ji hûrjînweran (wek bakterî û meyan) ku li ser çermî û kilîzê niştîcih bûne. Rola wan pêkhanîna beşekî ji fîziolojiya tendurstiya mirovê asayî. Hewwiha eger hejmara hûrjînweran ji rijeya asayî bibore (bi gelemperî di gava sîstema îmmunî têk çûbe) yan eger hûrjînwer li cihekî ne asayî bicivine ji laşî( wek ji ber kêmbijûniyekê an birînekê) nexweşî dikare were holê.

Bi kar hanîn ji bo nasîn û zanîna û tesnîfa hezarên hûrjînwerên ku hebûna wan bi ya mirovî ve girêdayî ne. Vê lêkolînê di nav tiştên din de enzîma çalak ya karbohîratê hat testkirin di tevnûsiyeneke hûnjînweran ji diwanzdeh cihî ji laşê mirovî, û di dawiyê de ev encam derket ku hûrjînwer dixerizînin cihekî ji bo bikarhanîna şekirê heyî.

belê cudahiyin giring di metabolîzma karbohîdartan de ji cihekî heya cihekî, û lêkolîneran pêşniyaz kir ku pêkatiyên xwecihî yên ji metabolîteyên karbohîdartan dibe ku giringtirÎn hoker bin di çêkirin bin-civakî yên mîkrobioma mirovî.

Heman projeyê cûrbicûriya civakên hûrjînwerî yên li gelek cihan ji laşê mirovî hene, test kir. bi bikarhanîna 200 kesên saxlem an tendurst û lêkolîna li 18 cihên laşî. Mirovên saxlem mêvandarî li hezar cûreyên bakeriyayan dikir, cihên cuda yên laşî xwediyê civatên hûrjînweriyên cuda ne. kes saxlem dikare bibe cih ji hezarên bakteriyan re. her dereke laşî civatên xwe yên taybet ji hûrjîneweran dihewîne. Çerm û vajîna cûrbicûriyeke kêmtir ji dev û gutê nîşan dide. Pêkhatiya bakteriyan ji bo derekî ne hew di cûnên xwe de bejê di pirbûna xwe jî, di navbera mirovan de.

Tê texmînkirin ku ji 500 heta 1000 cûnên bakteriyan di kanalên xwarinê yên mirovî de dijîn. Şanikên bakteriyan ji yê mirvan bi gelekî biçûktir in, û bi kêmanî 10 caran li şanikên mirovan şanikên bakteriyan di laş mirovî de hene ( nêzîkî 1014 himberî 1013)giraniya hûrjîneweran 1-3% ji giraniya laşî pêk dihîne. li ger ku endamên filorayê bi giştî li ser hemû rûberên ku têkiliya wan bi derdorê re heye, hene jî (çerm, çav, dem, poz, rîviyên zirab) lê pirraniya giring di rîviyên stûr de dijîn.

Gelek bakteriyên di kanalên xwarinê de bi giştî wek wek flora “Gut”ê tên nasîn dikarin hin xoremên wek karbohîdartan ji hev bixin lê mirov nikare ji hev bixe. pirraniya van bakteriyên komensal anaerob in, anku dikarin di jîngehên bê oksîjenê bijîn. Bakteriyên floraya asayî dikarin bibin zerdzêyan eger imûnitiya mirovÎ bikeve.

Escherichia coli (a.k.a. E. coli) bakteriya di kolonî de dijî ye; bakteriyeke ku gelek lêkolîn li ser hatine kirine û belkî bakteriya herÎ pir hatiye fêmkirin. hin cûnên ku mûtasyon bi wan re çêbûye, dibin sedema nexweşiyan mînak: E. coli O157:H7.

Cûnin ji bakteriyan wek Actinomyces viscosus û A. naeslundii di devî de dijîn, ew jî beşek ji madeyeke demûşî ne, jê re tê gotin plak. eger bi firçekirinê ji holê rabe, hişk dibe û dibe kepîr.

Hin jî asîdê îfraz dike ku dibe sedema kurmîbûna mînaya diranan.

Floraya vajînayê bi piranî ji gelek cûnên lactobacillusan pêk dihê, ji bo demeke dirêj dihat zanîn ku Lactobacillus acidophilus belavtirîn florayê vê derê ye, belam di dema dawî de derket ku L. crispatus ya herî pir e. L. jensenii, L. delbruekii and L. gasseri hin cûnên lactobacilliyê dî ne, yên ku di vajînayê de tên dîtin. aloziyên li vajînayê çêdibindibin sedema enfeksyonin wek vaginosis bakterî an Candidiasis ("enfeksyona kufikî").

Arakea[biguherîne]

Di rîviyê mirovan de peyda dibe, lê ne wek bakteriyan bi hejmareke pir hene di vî derê laşî de, belê bêtir kêm û bisînor in. koma sereke Methanogenin nexasim Methanobrevibacter smithii û Methanosphaera stadtmanae. herwisa xerizkirina ki aliyê methanogenan ve guherrok e û tenê 50% ji mirovan dikarin hebûna tevnûsiyana wan keşif bike.

Di sala 2007an de, hejmareke ne zelal ji arkeayan dihat nasîn, û hebûna wan nîşan dide têkiliya methangogen û nexweşitê periodntal yên mirovî.

Flora kivarkî[biguherîne]

Kivark, hin caran kufik, di rîviyên mirovan de tê peydakirin. ya herî baş lê hatiye vekolîn di nav kivarkan de Candida û cûnên wê ne. Ew jî ji ber ku dikarin bibin derdzêyanî eger bin gava xurtiya pergala îmûnî ya mêvandarî kêm bibe. Kufik li ser çermî jî peyda dibe. bi taybetî cûnên Malasseziayê, ku zeyta ji rijênên xwêyê tên îfrazkirin.

Cihên anatomî[biguherîne]

Information icon.svg Gotara bingehîn: Lîsteya floraya mirovan

Floraya çermî[biguherîne]

Information icon.svg Gotara bingehîn: Floraya çermî

Di lêkolînekê li 20 derê laşî yê mirovê saxlem de 205 tuxm ji 19 polên bakteriyan hatin danasîn, bi rêzên ji polên pirttirîn hatin peyitandin: Actinobacteria (51.8%), Firmicutes (24.4%), Proteobacteria (16.5%), and Bacteroidetes (6.3%)

xerizkirina mikroban piştî demeke kin ji dayikbûnê dest pê dike, û zelmekî gihiştî de 10 hezar carî li şanikê laşî şanikên hûrjînewerî hene. çerm peywira pêşgirekê li ber hûrjîneweran dilîze ji bo rawestandina invasyonên derdzêyanî yê bakteriyan. Li ser an di nava çermî hûrjînewerên çi demikî çi herdemkî dijîn, Hûrjînewerên herdemî li gor çermî tên guhertin, pirranî li ser ruyê çermî dijîn li cihên nêzîkî lûyê xwêyê

Ev lûyên xwêyê yan zeytê bakteriyan dabîn dike bi av, asîdên amînoyî, û asîdên çewriyê ku ew jî dibe xoremeya bakteriyan. ligel wê bakteriyên herdemî dikarin derdzêyanî bin û bi giştî gram positîv in. hin bakteriyên eseh dikarin sedemên hin nexweşiyê çermî û akneyê

Xwêdan bi siruştiya xwe bêbêhn in, belê ji ber bakteriyên çermî bêhnê derdixin. lêkolînên zenîngeha Wageningen Li Holendayê keşif kir ku mirovên ku cûrbicûriya bakteriyan li ser laşî kêm e, bêtir pêşûyan dikişîne. Lêkolîn li ser pêşûya Anopheles gambiae sensu stricto ku sedema malariyayê ye.

Çendî kêmpeyda be jî belê kokiyên Gram-pozitîv û basîluyên Gram-negativ jî hene.

Hejmareke biçûk ji bakteriyan di konjuktivayê de peyda dibe. Staphylococcus epidermidis û hin coryneforms wek Propionibacterium acnes raser in. carine Staphylococcus aureus, streptococci, cûnên Haemophilus . û cûnên Neisseria dibe peyda bibin. lûyên lakrîmayî, her dem konjuktîvayê dişo û wê şil dihêle, û tevgera girtin û vekirina çavî jî konjuktivayê dişo û hûrjîneweran diavêje. hêstir baktesîdên wek lîzozman dihewîne loma oir dijwar e, ji hûrjîneweran re ku di wê jîngehê de bijîn.

Hin derzdêyan dişên li konjuktivayê belav bibin, wek Neisseria gonorrhoeae û Chlamydia trachomatis ku proseyên taybet dişên êrîşî epîtelên konjuktivayê bikin. zarokên nûzayî bêtir vekirî ne, ji wergirtina baketeriyan. Chlamydia û Neisseria belkî bi dêyê re hebin û ji epîtelên vajînayê an jî servîkalê bihên nûzayiyî di rewşê wisa de çavên nûzayiyî bi nîtratê zîvî û antîbîotîkan tê çareserkirin

Floraya rîviyan[biguherîne]

Floraya rîviyan ew hûrjînewerên ku bi asayî di kanalên xwarinên de dijîn û dikarin hin peywirin çak ji bo mêvandarî pêk dihînin. Flora rîviyan ji gelek hûrjîneweran cûbicûr dihewîne ku alîkariyê dikin di jihevxistina xwarinê de,, û di senteza vîtamînan de, û hilberandina enzîminan de ku laşê mirovî nikare çêke. Li gorî lêkolînên zansitî rîviya mirovî ji enterotipin cuda yên ku bandoreke wan biçûk li ser terdurstiya mirovî heye. Tê gotin ku rîviyên nûzayiyî bi bakteriyan xerizî ye ji no cih ji van hûrjîneweran re veke. Laşê mirovî ji derdora 10 tirilyon şanik pêk dihê, lê di rîviyan tenê de nêzîkî 10 qatên vê hejarê bakterî hene. Karê ku ev bakterî dikin bi qasî karê her organekî giring di laş de giring e, heta jê re tê gotin “ organê jibîrbûyî”

Bakteriyên di kolonê mirovî de peyda dibin
Bakterî çêbûn(%)
Bacteroides fragilis 100
Bacteroides melaninogenicus 100
Bacteroides oralis 100
Enterococcus faecalis 100
Escherichia coli 100
Klebsiella sp. 40-80
Enterobacter sp. 40-80
Bifidobacterium bifidum 30-70
Staphylococcus aureus 30-50
Lactobacillus 20-60
Clostridium perfringens 25-35
Proteus mirabilis 5-55
Peptostreptococcus sp.  ?belav
Peptococcus sp.  ?belav
Clostridium tetani 1-35
Clostridium septicum 5-25
Pseudomonas aeruginosa 3-11
Salmonella enteritidis 3-7
Çavkanî[1]

Floraya pergala hinaskêşiyê[biguherîne]

Pirraniya derên wek valahiya devî, beşê jorîn ji pergala hinaskêşiyê xwedî rêgirin ku bakteriyan diavêjin e,di encamê de jî ne boriyên jorîn ne jî yê jêrîn çi florayê nahewînin. Kilîza ku bi şanikên gobletê tên hilberandin bakteriyan digire û wan bi mijîlankokên epîteliyê diavêje derveyî. Ligel wê kilîziya pozî enzîmên ku lîzyozom di wan de heye, dihundirîne. Bakteriyê ziyandêr dikarin bên dîtin di rewşên wek kîstik fibrosîsê de

Çavkanî[biguherîne]

Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a li ser Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.