Here naverokê

Vladîmîr Mînorskî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Mînorskî hat beralîkirin)
Vladîmîr Mînorskî
Navê rastî
Владимир Фёдорович Минорский Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn6 sibat 1877, 5 sibat 1877 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Korçeva Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin25 adar 1966 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cambridge Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêgoristana Novodevîçye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÎmperatoriya Rûsî, Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Vladîmîr Fyodorovîç Mînorskî (bi rûsî: Владимир Фёдорович Минорский, Vladimir Fyodorovich Minorskiy), wek Vladimir Minorsky jî tê naskirin, (jdb. 5'ê reşemiyê 1877 − m. 25'ê adarê 1966), rojhilatnasê navdarê rûs ko jibo lêkolînên xwe yên li ser dîrok, ferheng û zimanên Îranê di nav kurdan de pir hatiye niyasîn.

Ew li bajarê Korçevayê, li bakurê rojavayê Moskoyê hat dinyayê. Bajarokê Korchevayê niha di bin ava sikrê Ivankovoyê ye. Li dema xwîndina xwe li dibistana berheviyê xelatekê zêr wergirit. Li sala 1896ê li Zanîngeha Moskoyê dest bi xwîndina qanûnê kir. Wî li sala 1900î zanîngeh qedand û li wê salê çû Bingehê Lazarêv jibo Zimanên Rojhilatî û sê salan xwe berhevî karekê dîplomatîk kir. Ew li sala 1902an jibo cara yekê çû Îranê û li ser Ehlê Heq anko Kakeyiyan jêder cemandin.

Piştî perwerdeya xwe ya seretayî û ya bingehîn li Moskoyê bûye çaremîn kesê xwedî pileya zêrîn ya zanîngeha rêzimanî û beşa huqûqnasiyê ya zanîngeha Moskoyê kar kiriye, ji sala 1886an heya 1890î jî li wê derê huqûq xwendiye. Piştî qedandina wê wî sê salan jî li dibistana bilin ya Lazaref beşa zimanê rojhilatê xwendiye. Di 1903yan de ew ketiye ber xizmeta wezirtiya kar û barê derve ya Rûsyayê û ji sala 1904an heya 1908an li Îranê û ji 1908an heya 1912an jî li Sankt Petersburgê û Tirkistanê xebitiye. Ew li sala 1903ê li Wezareta Derve ya Rûsiya ya Tizarî damezriya û li sala 1904ê heta 1908ê li Îranê xebitî. Di sala 1911an de wî bi nûnerêv brîtanî re delagasyonekê biriye bakur-rojavayê Îranê. Di sala 1912an de bûye balyoze Rûsya yê Stembolê û sala dû re jî bû ye nûnerê Rûsya yê komîsyona navnetewî ya ser sînorê navbera Tirkiye û Îranê. Demek pişt re ew bû ye balyoze Tehranê û di sala 1919an de jî ji wê dere bere xwe daye Fransa û çende salan jî balyoziya Rûsya ya Parîsê kiriye.

Di sala 1923yan de wî dev ji balyoziyê berdaye û li enstîtuya Ecolê National des Langues Orientales Vivantes dest bi destdariya zimanê farisî kiriye û pişt re jî li heman zanîngehê dersên dîroka tirk û ya îslamê ji dane. Piştî ku ji tebaxa sala 1930yî heya çileyê 1931ê li Londonê di pêşengeha hunera Îranî ya Berlington House de wekê ber pirsyarê rojhilatê kar kiriye, pêvendiya wî bi zanîngeha Londone rê çebûye û di sala 1932yan de li wê derê di beşa rojhilatê de bûye dersdarê zimanê farisî. Pişt re li eynî beşê bûyê doçentê beşa edebiyat û dîroka zimanê farisî û di dû re jî bûye profesorê beşê.

Di sala 1944an de ew bi navnasê Profesor Emeritus xanenşîn (teqewîd) bûye û bûye endamê şerefê yê The School of Oriental an African Studies (SOAS) û di 1948-49an de jî çûye serdana Zanîngeha Qahîreyê. Digel wergertina wî ya endametiya îdareya Akademiya Brîtanî (1943) ew doktorê şerefê yê Zanîngeha Brûkselê (1948) bû jî. Di sala 1966an de koça xwe ya dawî kiriye û ji nav me çûye.