Mîrzeyê Kurd Mihemed
Mîrzeyê Kurd Mihemed (bi inglîzî: Mehmet The Kurd, di kitêba bi navê Mehemet, The Kurd, and Other Tales, from Eastern Sources de[1], wergera tirkî: Bir Kürd Prensi Mehemed), çîroka orîentalîstê îngiliz Charles Wells (1838-1917) e. Çîrok di sala 1865an de li Londona paytextê Britanyayê di nava berhevoka qederek çîrok û helbestên ji Rojhilata Navîn de hatiye çapkirin.
Werger
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çîrok di 2020an de ji aliyê Baran Zeydanlıoğlu ve ji zimanê inglîzî hatiye wergerandina zimanê tirkî.[2] Demeke şûnda (2021) ji aliyê Pêşeng Pêtoyan ve hate wergerandin zimanê kurdî û ji nav çapên Weşanên Dara ve hate der.
Çîrok di nav xwe de gelek insurên efsaneyî û mîtolojîk ên herêma Rojhilata Navîn dihewîne. Heman demê de çîrok dişibe Hezar efsane an go Hezar û yek şev.
Çîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xortê kurd Mihemed piştî mirina bavê xwe ji ber nezaniya xwe dikeve halekî perîşan de dikeve kolanan. Lê bextê wî dizivire û tiştên baş jî têne serî.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Wells, Charles (1865). Mehemet, the Kurd, and Other Tales, from Eastern Sources. London: Bell and Daldy.
- ^ https://veyselvesekart.wordpress.com/2020/04/07/kurdeki-xwedi-tac-mirza-mehemede-kurd/
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Ev gotara li ser pirtûkekê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |