Mafê jiyanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mafê jiyanê yan jî rêmana mafê jiyanê hêmaneke ku ji bo berdewamiya jiyanê xaye dike ku hebûna fîzîkî û jiyana mirovan biparêze. Di benda 2yem a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ya 4ê çiriya paşîn a sala 1950an de hatiye nivîsandin ku mafê jiyanê ya her kesî bi qanûnê bê parastin. Di bendê de hatiye diyarkirin ku ji xeynî cîbicîkirina cezayê ku ji aliyê dadgehê ve ji bo sûcê ku di qanûnê de cezayê îdamê hatiye dayîn divê tu kes bi zanebûn neyê kuştin. Di nîqaşên li ser mijarên têgeha mafên jiyanê ku di nav de cezayê darvekirinê jî heye, cezayê darvekirinê ji aliyê hinek parastvanên mafên mirovan ve wekî tevgerek bêexlaqî hatiye binavkirin.

Daxuyaniyên hiqûqî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Di sala 1444an de Statuya Poljica "-ji ber ku tu tiştek heta bêdawî yê jiyan nake" mafê jiyanê ragihandiye.[1]
  • Di sala 1776an de Danezana Serxwebûnê ya Dewletên Yekbûyî ragihandiye ku "hemû mirov wekhev têne afirandin ku ew ji aliyê afirînerê xwe ve bi hinek mafên ku nayên neqilkirin ve tê dayîn ku di nav wan mafan de jiyan, azadî û lêgerîna bextewariyê" heye.
  • Di sala 1948an de Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ku ji aliyê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin, di benda sêyem de wiha dibêje:

Ji bo herkesê mafê jiyanê, azadiya kesane û ewlehiya kesane heye.

  • Di sala 1950an de Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku ji aliyê Konseya Ewropayê ve hatiye qebûlkirin û di benda 2yem de mafê jiyanê ya parastî hatiye îlankirin lê di despêkê de ji bo darvekirinên rewa û xweparastin, girtina gumanbarekî reviyayî û tepeserkirina serhildan û serhildanan îstîsna hebû. Ji wî demê vir ve ji aliyê protokola 6an a peymanê bang li neteweyan kir ku cezayê darvekirinê ji xeynî dema şer an rewşa awarte ya neteweyî derxînin. Protokola 13an bi tevahî rakirina cezayê darvekirinê daye û li piraniya welatên endamên konseyê hatiye sepandin. Piştre jî cezayê darvekirinê bi Protokola 13an re bi tevahî hatiye rakirin û li piraniya welatên endamên konseyê hatiye sepandin.
  • Di sala 1966an de Peymana Navneteweyî ya Mafên Medenî û Siyasî ji aliyê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye qebûlkirin.

Mafê her mirovê ji bo jiyanê heye. Ev maf bi qanûnê tê parastin. Tu kes bi awayekî kêfî ji jiyana xwe nayê bêparkirin. —Benda 6.1an a Peymana Navneteweyî ya Mafên Medenî û Siyasî

Mafê her kesî heye ku rêz li jiyana wî/wê bê girtin. Ev maf bi qanûnê ji dema ducaniyê ve tê parastin. Tu kes bi awayekî kêfî ji jiyana xwe nayê bêparkirin. —Benda 4.1an a Peymana Mafên Mirovan a Amerîkî

Mafê jiyanê yê her kesî heye ku azadî û ewlekariya kes û mafê heya li gor prensîbên dadweriya bingehîn nebe divê jê bêpar nemîne. —Beşa 7an a Peymana Maf û Azadiyan a Kanadayê

  • Di sala 1989an de ji aliyê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve Peymana Mafên Zarokan (PMZ) hatiye qebûlkirin.
  • Qanûna Bingehîn a Komara Federal a Almanyayê, hêmana rûmeta mirovî bi ser mafê jiyanê re digire.
  • Dêra katolîk Şertnameya Mafên Malbatê derxistiye û tê de dibêje ku mafê jiyanê rasterast bi rûmeta mirovî ve girêdayî ye.[2]
  • Benda 21an a Destûra Bingehîn a Hindistanê ya sala 1950an mafê jiyanê ji bo hemî kesên ku di nav axa Hindistanê de ye garantî dike û dibêje: "Ji xeynî li gorî rêgezên ku bi qanûnê hatine destnîşan kirin, tu kes ji mafê jiyanê û azadiya kesane nayê bêparkirin." Benda 21an a Destûra Bingehîn a Hindistanê mafê bingehîna jiyanê û azadiya kesane dide her kesî ku ji bo mafên din bûye çavkaniyek bêdawî.

Mafê jiyanê ji aliyê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ve weke mafê herî girîng û yekemîn hatiye dîtin û ew mafek e ku ji her kesî re tê dayîn ku di pergala mafên mirovan û azadiyên bingehîn de hewce dike ku ev peyman bê parastin.[3]

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Marušić, Juraj (1992). Sumpetarski kartular i Poljička Seljačka Republika. Biblioteka znanstvenih djela. Split: Književni Krug. ISBN 978-86-7397-076-9.
  2. ^ "The family and humans rights". www.vatican.va. Roja gihiştinê 15 sibat 2024.
  3. ^ "researchgate".