Konseya Ewropayê
Konseya Ewropayê (bi îngilîzî: Council of Europe, bi fransî: Conseil de l'Europe), rêxistineke navneteweyî ya mafên mirovane. Rêxistin, ji bo demokrasî, parastina mafên mirovan û ji bo parastina rêgeza dadgehî ya Ewropa yê, piştê şerê duyemîn ya cîhanê di sala 1949an de hate damezrandin.[1] Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê girdayê Konseya Ewropayê ye.[2]
Dîroka rêxistinê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Fikra Konseya Ewrûpa dema ku hêj şerê cîhanê ya duyemîn dewam dikir, ji aliyê Winston Churchill ve di 4ê nîsana sala 1943an de di axaftina radyoyeke de hate ziman. Churchill biştê sê salan, di sala 1946an de li Zanîngeha Zûrîhê di axavtinek de vê ramanê dubare dike û anî ziman ku jibo yekîtiya Dewletên Ewropî hewcedariya konseyeke heye.[3] Piştê sê salan di 5ê gulana 1949an ji aliyê deh welat, Belçîka, Keyaniya Yekbûyî, Danîmarka, Fransa, Hollanda, Îrlenda, Swêd, Îtalya, Lûksembûrg û Norwêc ve bi avakirina navenda xwe li bajarê Strasbourgê, peymana damezrandina Konseya Ewropayê pejirandin.
Erk û armanca rêxistinê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Di benda 1 (a) ya qanûna bingehîn de tê gotin ku "Armanca Konseya Ewropayê ew e ku yekîtiya zêdetir di navbera endamên wê de bi armanca parastin û bicihkirina îdeal û prensîbên ku mîrata wan a hevbeş in û hêsankirina pêşketina wan a aborî û civakî ye."[4] Endamtî ji hemû dewletên Ewropayê re vekirî ye ku li ser aştî, hevkarî, rêveberiya baş û mafên mirovan digerin, prensîba dewleta hiqûqê qebûl dikin û dikarin û amade ne ku demokrasî, mafên mirovan û azadiyên bingehîn garantî bikin.
Lê belê welatên endamên Yekîtiya Ewropayê beşek ji hêzên xwe yên qanûndanînê û îdarî yên neteweyî vediguhêzin Komîsyona Ewropayê û Parlamenta Ewropayê, welatên endamên Konseya Ewropayê serweriya xwe diparêzin, lê bi peyman/peymanên (hiqûqa navneteweyî) xwe bi cih tînin û li ser bingeha nirxên hevpar û biryarên siyasî yên hevpar bi hev re kar dikin. Ew peyman û biryar ji aliyê welatên endam ên li Konseya Ewropayê bi hev re dixebitin ve tên pêşxistin. Her du sazî li dora hîmên hevpar ên hevkarî û aştiyê yên Ewropayê wek derdorên konsêtrîk kar dikin, Konseya Ewropayê jî di qada erdnîgarî de qada herî berfireh e.
Yekîtiya Ewropa, bi veguhastina hêzan a ji neteweyî heta asta YEKÎTIYA Ewropayê dikare weke çembereke biçûktir a xwedî asta entegrasyonê ya gelekî bilind bê dîtin. "Konseya Ewropa û Yekîtiya Ewropayê: Rolên cuda, nirxên hevpar." [5] Peyman/peymanên Konseya Ewropayê jî ji bo îmzekirina welatên ne endam vekirî ne û bi vî rengî bi welatên li derveyî Ewropayê re hevkariyek wekhev hêsan dike.
Destkeftiya herî bi nav û deng a Konseya Ewropayê, Peymaneke Mafên Mirovan a Ewropayê ye ku di sala 1950'î de piştî rapora Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê hate qebûlkirin û li dû vê yekê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) hate qebûlkirin. Peyman Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li Strasbourgê ava kir.
Dadgeh, li gorî Peymannameyaya Mafên Mirovan a Ewropayê çavdêriyê dike û bi vî rengî weke dadgeha herî bilind a Ewropayê kar dike. Ji bo vê dadgehê ye ku Ewropayî eger bawer bikin ku welatekî endam maf û azadiya wan a bingehîn binpê kiriye, rêxistin, dikare dozê li wî welatî veke.
Dadgeha mafên mirovan ya Ewropayê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Dadgeha mafên mirovan ya Ewropayê (DMME), Saziyeke girêdayî Konseya Ewropayê ye. Têgeha mafên mirovan bi giştî tevahî mafên ku mirov li gorî rûmeta xwedî dike tê parastin. Bi berfirehî hemû mafên bingehîn û azadiyên giştî yên di hiqûqa navxweyî de û mafên ku li gorî hiqûqa navneteweyî hatine pêşdîtin û parastin, vedihewîne. Ji ber ku ev maf hemû mirovan têkildar dike, divê ev maf di navneteweyî de bên parastin. Pratîkên destpêkê yên parastina mafên mirovan bêhtir di asta neteweyî de ne. Parastina mafên mirovan a navneteweyî di dawiya sedsala 19 û 20 'an de tê dîtin. Generalê hiqûqa navneteweyî li ser mafên mirovan digire, bi rêya peymana Neteweyên Yekbûyî pêk tê. Her çiqas ev peyman behsa gelek mafên mirovan bike jî , lê ravekirinek li ser van mafan tune ye Ji bo vê jî di bin banê Konseya Aborî û Civakî de Komîsyona Mafê Mirovan hate avakirin û li ser vê mijarê xebat hate kirin Di 12.12.1948'an de Komîsyonê bi biryara Meclîsa Giştî ya Meclîsê, pêşnûma ku ji bo vê armancê hatibû amadekirin weke Deklareya Gerdûnî ya Mafên Mirovan qebûl kir. Ji ber ku ev deklare weke biryara .M Giştî ya Meclîsa Giştî negirêdayî bû û tu mekanîzmayên temînatê bi rê ve nebirin, geşedanên piştî daxuyaniyê bi armanca van kêmasiyan bê destgirtin. Di vê çarçoveyê de rêziknameyên nû li ser du astan têne dîtin. Ev rêzikname di asta gerdûnî de bi "Konvansiyona Mafên Şexsî û Siyasî" û "Peymaneke Mafên Aborî, Civakî û Çandî", "Peymannameya Mafên Mirovan a Amerîka-Afrîkayê" û "Peymannameya Mafên Mirovan a Ewropayê" di asta herêmî de hatin kirin. Peymanên Mafên Mirovan ên Ewropayê ji peymanên din cudatir e. Ji ber vê yekê, peymanên din ên ku weke destûra bingehîn a mafên mirovan lê tê kirin, peymaneke mafên mirovan a Ewropayê ye. Taybetmendiyên ku vê yekê ji hev cuda dikin; ew e ku tiştên di nivîsarê de vekirî ne, bi awayekî rastîn, hûrgilî, rasterast têne bikaranîn.
Welatên endam[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Rêxistin di 5ê gulana sala 1949an de ji aliyê 10 welaten ve hate avakirin û endamên yekem ev deh welatin.
welatên ku li gorî dîroka beşdar bûne
Endamên Konseya Ewropayê
Yewnanistan 9ê tebaxa 1949 Tirkiye 9ê tebaxa 1949 Îzlanda 7ê adara 1950 Elmanya 13ê tîrmeha 1950 Awisturya 16ê nîsana 1956 Qibrîs 24ê gulana 1961 Swîsre 6ê gulana 1961 Malta 29ê nîsana 1965 Portugal 22 îlona 1976 Spanya 24ê çiriya paşîn a 1977 Lîhtenştayn 23ê çiriya paşîn a 1978 San Marîno 16ê çiriya paşîn a 1988 Fînlenda 5ê gulana 1989 Macarîstan 6ê çiriya paşîn 1990 Polonya 26ê çiriya paşîn, 1991 Bulgarîstan 7ê gulana 1992 Estonya 14ê gulana 1993 Lîtvanya 14ê gulana 1993 |
Slovenya 14ê gulana 1993 Komara Çek 30ê hezîrana 1993 Slovakya 30ê hezîrana 1993 Romanya 7ê çiriya pêşîn a 1993 Andora 10ê çiriya paşîn a 1994 Letonya 10ê sibata 1995 Albanya 13ê tîrmeha 1995 Moldova 13ê tîrmeha 1995 Makedonya 9ê çiriya paşîn a 1995 Ukrayna 9ê çiriya paşîn a 1995 Rûsya 28ê sibata 1996 Kroatya 6 çiriya paşîn a 1996 Gurcîstan 27ê nîsana 1999 Azerbêycan 25 kanûna paşîn a 2001 Ermenîstan 25 kanûna paşîn a 2001 Bosnîa 24ê nîsana 2002 Serbîstan 3ê nîsana 2003 Monako 5ê çiriya pêşîn a 2004 |
Welatên xwedî mafên çavdêrên Komîteya Wezîrên Konseya Ewropa yê
Welatên xwedî mafên çavdêrên Meclîsa Parlamanê ya Konseya Ewropayê
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- ↑ "Did you know?". The Council of Europe in brief (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 2020-05-30.
- ↑ "Profile: The Council of Europe" (bi îngilîzî). 2010-12-11. Roja wergirtinê: 2020-05-30.
- ↑ Onedio.com. "Avrupa Birliği ile Karıştırmayalım: 9 Madde ile Avrupa Konseyi Nedir?". Onedio (bi Turkish). Roja wergirtinê: 2020-05-30.CS1 maint: Unrecognized language (link)
- ↑ "The Council of Europe and the European Union". www.coe.int (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 2020-12-26.
- ↑ "The Council of Europe and the European Union". www.coe.int (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 2020-12-26.