Makezagona Yekîtiya Ewropayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Makeqanûna Yekîtiya Ewropayê anku Qanûna Bingehîn ya Yekîtiya Ewropayê anku Destûra Yekîtiya Ewropayê qanûnek e di navbera welatên Yekîtiya Ewropayê de lê hê nehatiye pejirandin.

Makeqanûna ne-makeqanûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

"Makeqanûna Yeketiya Ewropayê" bi rastî ne makeqanûn e lê peymanek navneteweyî ye di navbera welatên endamên YEyê. Ew ne makeqanûn e ji ber ku, berevajî ku perlemanên welatan dikarin makeqanûnên wan biguherrînin, dezgehên YEyê nikarin "Makeqanûna YEyê" biguherrînin. Tenê perlemanên welatên endam yan jî gel bi referanduman dikarin wê biguherrînin.

Ger Makeqanûn wek hatî plankirin bêt pejirandin, ev guhartinên jêrîn dê di pergala YEyê de bi cih bên.

Seroka/ê YEyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gor Makeqanûnê dê serokek bo Yeketiya Ewropayê bêt hilbijartin. Hêza wê / wî dê pirr sinorkirî be. Heyama serokatiya wê / wî dê ne ji pênc salan dirêjtir be. Karê wê / wî dê berdevkiya civînên bilind (zîrweyan) be.

Wezîra/ê Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tê xwestin ku kesek ji hemî karûbarên YEyê yên bi hêzên derve re berpirs be. Wezîra/ê derve dê karûbarên niha yên nûnerê siyaseta derve Javier Solana bi cih bîne û di komisyonê de jî berpirsa/ê karûbarên derve be.

Nûkirina komisyonê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Karê komisyonê amadekirina pêşniyar-qanûnan û çavdêrîkirina bicihanîna qanûnan e. Niha her welatek endam maf heye komîserek xwe di komisyonê de hebe. Ji ber berfirebûna YEyê, belkî komisyon bêt bertengkirin û postên komîseran li welatên endam dorê bikin. Nûkirina komisyonê yek ji dijwartirîn arîşeyên Makeqanûnê ye.

Nûkirina perlemanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Makeqanûn dê zêdetir mafê qanûndanînê li ser mijarên cuda-cuda bide perlemana YEyê.

Nûkirina hêza dengê welatên endam[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Makeqanûn dê derfetên zêdetir bide bo biryardana bi dengdanê. Li gelek biwaran êdî mafê vetoyê di destê welatên endam de namîne. Armanc asankirin û lezandina biryardanê ye. Ev yek ji dijwartirîn xalên Makeqanûnê ye.

Dozgera/ê Ewropî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Welatên endamên YEyê dikarin bi biryarek yekdeng Dozgeriya Ewropî damezrînin. Dozgera/ê ewropî dê maf hebe dozan li dijî wan tawanan veke yên ku li herêma YEyê dijî berjewendiyên aborî yên YEyê ne, yan sinorên welatên endam derbas dikin, yan jî bazirganiya tilyakê ne.

Bazirganî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hêza biryardanê ya dezgehên YEyê li ser mijarên bazirganî dê zêde bibe. Ew dê xwe bigihîne bazirganiya eşyayî, xizmetguzariyê, bazirganiya mafên samanê giyanî û razemeniyên yekser yên derveyî. Anku YE dikare peymanan li ser van mijaran li gel hêzên derve, wek Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, girê bide.

Siyaseta derve û ya ewlehiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Siyaseta derve ya hevpar dê bêt xurtkirin. YE dê ji berê zêdetir xwe bo karûbarên kontrolkirina krîzan amade bike. Bi taybetî Hêzên (leşkerî yên) Xebata Lezgîn dê bên afirandin. Welatên di YEyê de dê soz bidin ku hev dijî êrişên derve biparêzin. Herwa welatên endam soza alîkariyê dijî belayên mezin û êrişên teroristî didin hev.

Nirxên YEyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nirxên bingeha YEyê rêzgirtina li nirxê mirovî, azadî, desthilatiya gel, wekhevî, serdestiya qanûnê, mafên mirovan û yên endamên kêmeneteweyan in. YE dikare xwe bispêre van nirxan ger welatek endam wan binpê bike. Herwa dema welatek dixwaze bibe endam, dê jê bêt xwestin ku van nirxan bi cih bîne.

Welatvaniya YEyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Welatvaniya YEyê welatvaniya li welatên endam temam dike. Her welatvana/ê YEyê maf heye li her welatê endam bijî yan bixebite û li kîj welatî be, li wir di hilbijartinên YEyê û yên deverî de deng bide.

Mafname[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mafname beşek ji Makeqanûnê ye û mafên bingehîn yên welatvanên YEyê diyar dike.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]