Malpersazî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Malpersazî karê kesê ku malperan amade dike ye. Lê Bernameyên Malpersaziyê di nav karê malpersaziyê de dikarin bên vegotin. Bi giştî Malpersazî kar û barê çêkirina malperan e.

Malpersaziya bi Zimanan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malpersaz bi çi zimanê malpersaziyê bizane, dikare bi wî zimanî amade bike. Zimanên malpersaziyê bi kinasî dikare wekî HTML, PHP, ASP, Flash û hin wekî din bête rêzkirin. Bingeha van zimanan HTML ye. Malpersaz ji van zimanan kîjanê bizane, li gor wê dikare malperê amade bike.

Malpersaziya Scriptan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gelek malpersaz scriptên amade bi kar tînin. Ev jî bi kinasî wekî PHP-Nuke, joomla!, post nuke, php-fusion û ASP script bên rêzkirin. Malpersaz pakêta yekê dadixe ser komputera xwe û li ser komputera xwe saz dike. Ji bo sazkirinê divê bernameyeke localhost jî hebe. Mînak appserv-win32-2.5.6 tê sazkirin û li ser wê pakêtek scriptê tê danîn. Dûre jî malpera ku hatiye amadekirin bi riya bernameyeke FTP ji bo pêşkêşkerê tê şandin. Yanî di hostingê de tê bicihkirin. Wekî mînak bernameyeke FTP jî FileZilla hem belaş e, hem jî nivîsbariyeke azad e.

Di vê mijarê de gelek pirtûk û nivîs ji malperên kurdî dikarin bên berhevkirin û sûde jê bêne girtin. Wekî mînak pckurd.net, bername.net û hwd.