Manne Siegbahn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Manne Siegbahn

Karl Manne Georg Siegbahn ( jdb. 3'ê berfanbarê 1886 li Örebro, Swêd; m. 26'ê rezberê 1978) fîzîknasekî Swêdî bû. Sala 1924Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bavê wî karkerekî asinbana (hesinban) Swêd bû. Di nava salên 1906 - 1911'î de perwerdeya lîsans û doktoriya zanînghê dibîne. Piştî mirina mamosteyê wî yê zankoyê Johannes Rydberg, di sala 1919'î de dibe profesor.

Di nava salên 1938 - 1947'î de serokatiya saziyeke navneteweyî ya li ser fîzîkê, International Union of Pure and Applied Physics (IUPAP) dike.

Sala 1914'î evînmarî dibe (dizewice) û du lawên wî çêdibin. Yek ji wan wekî bavê dibe fîzîknas û sala 1981Xelata Nobel werdigire, ê din jî dibe dîplomat.

Xebat û girîngiya wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî ku di ciwaniya xwe de bala xwe berdabû manyetîzm û elektrîsîteyê, bi giranî li ser röntgenspektroskopîyê. Wî di warê mekanîka qûantan de gelek pêşketin pêk aniye. Parçekirina atomê hêsantir kiriye. Pirtûka wî ya zanistiyê îro jî wekî klasîkeke têr bikêr tê dîtin.

Xelat û paye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]