Marê reş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Marê reş (Amed)

Marê reş (navê latînî: Dolichophis jugularis), marekî bê hejr û bê zerar e. Li herdera Kurdistanê li nêzî avan, ciyên kevirokî û tahtokî, li nava bexçeyan û rezan dihê dîtin.

Çand[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Marê reş yek ji elementên çîroka Kurdî ye. Xorteke rind, dilzêrîn û baş e. Ji derve mar û ji hundir ve xort e. Hin caran bi kesên ku li ser kevirê xwazgîniyê yê li derê koşka key rûdine û bi berendamên din re dikeve pêşbirka bicihanîna şertên key. Pirranî biserdikeve û bi keça key re dizewice. Her kes pê henekên xwe dikin û ji ber ku ew mar e jê ditirsin. Lê roja dizewice bi keça paşê re nişkave ji jor tê xwarê û kirasê martiyê ji xwe dike.

Marê reş alîkarê xizanan e jî. Hin caran ji wan re zexîreya zivistanê jî bi dizî tîne, datîne kulînê.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]