Marc Forster

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Marc Forster di sala 2008'an de

Marc Forster di sala 1969’an de li Almanyayê hatiye dinyê. Senarîst û derhênerek Swîsreyî ye. Ew ji xwe re dibê Swîsreyî. Dema ku 12 salî bûye li fîlmê bi navê Apocalypse Now de Francis Ford Coppola temaşe kiriye. Ji wê demê şûn de xem û xeyalen wî derhênerî bûye. Dema ciwaniya xwe li Swîsreyê derbas kiriye; bavê wî yê bijîjk û diya wî dijberê televizyonê bûne.

Di sala 1990’î de dîplomaya xwe ya dibistana navîn li Swîsreyê digire. Piştre li New Yorkê dibistana Tisch School of the Arts ya New York University dixwîne. Piştî ku dîplomaya xwe stand (1993) li Ewropaye ji bo televîzyonan fîlmên belgewarî çêkir. Wekî Silent Windows û Our Story.

Di sala 1999’an de bi derhêner û nivîsandina fîlmê Loungers xelata temaşevanan girt. Bi fîlmê xwe yê "Di Bin Siya Hêrsê De" (Monster's Ball) gelek balê kişande ser xwe. Di fîlm de aktrîsa bi navê Halle Berry, xelata Oscarê girt. Niha jî ji bo Bond 22 dixebite ku di 2008’an de pêşkêşî temaşevanan bike.

Fîlmên ku Forster derhênerî kiriye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Loungers (1995),
  • Everything Put Together (2000),
  • A l'ombre de la haine (Monster's Ball, 2001),
  • Neverland (Finding Neverland, 2004),
  • Stay (2005),
  • L'Incroyable Destin de Harold Crick (Stranger Than Fiction, 2006),
  • Les Cerfs-volants de Kaboul (The Kite Runner, 2007),
  • Bond 22 (2008), Macerayên James Bond - 22.