Marianne Bachmeier

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Marianne Bachmeier
Wêne:Marianne Bachmeier.jpg
Jidayikbûn3ê hezîrana 1950an(1950-06-03)
Mirin17ê îlona 1996an
Lübeck, Almanya
Cihê goristanêGoristana Burgtor, Lübeck, Almanya
GilînameHişyarbûn ku Grabowski ji bo keça xwe kuşt
Ceza6 salan di girtîgehê de (piştî 3 salan hate berdan)
Rewşa cezayêDerba kûştinê
Zarok3[a]
CîhLübeck, Almanya
ÇekBeretta 70
KujêrKlaus Grabowski
biguhêreBelge

Marianne Bachmeier (3'ê Pûşperê 1950 - 17'ê Îlonê 1996) jinekî rojavayê Almanya bû, ku di sala 1981'an de li Dadgeha Bajarê Lübeckê bi çalakiya 8 guleyan kujerê keça xwe Klaus Grabowski kuşt, ku ew mêrekî ji ber tecawizê û kuştina keça Marianne Bachmeier'ê bi navê Anna hatibû darizandin. Ev bûyer ji ber dezgehên medyayê û nîqaşên giştî bû. Di vê encamê de Bachmeier ji ber kuştina hişkê û gerandina çekê bi awayekî neqanûnî hatibû tawanbarkirin. Li ser vê yekê Bachmeier bo 6 salan hatîbû cezakirin û piştî 3 salan bi îstîxbarata Almanî ve hatîbû berdan. Berî ku vegere Almanyayê, Bachmeier koçberî Nîjeryayê kir, ku piştî kansera pankreasyayê di Bachmeier'ê ve hatibû dîyarkirin. Bachmeier di 46 salîya xwe de mir û li ber keça xwe ya heft salî Anna li Goristana Burgtor a Lubeckê hate veşartin.

Ciwan û malbat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Marianne Bachmeier di 3'ê Pûşperê 1950'an de ji dayik bû.[1] [2] Ew li Sarstedt bajarekî biçûk nêzî Hildesheimê ya Saksonya Jêrîn, Almanyaya Rojava mezin bû, ku bav û kalên wê piştî Şerê Cîhanê yê Duyem ji Rojhilatê Prusyayê revîbûn.

Di sala 1966'an de, dema 16 salî bû, Bachmeier zarokê xwe yê yekemîn anî dinyayê. Ev zarok ji bo pejirandinê da destê malbatekî.[3] Bachmeier di 18 salîya xwe de ji aliyê hevalê xwe ve dîsa ducanî bû. Bachmeier beriya zaroka xwe ya duyemîn hat zewicandin.[4] Zarokê wê yê duyemîn jî di zaroktiya xwe de ji bo pejirandinê hate danîn.[4]

Mirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî mirina xwe, Bachmeier ji rojnamevan Lukas Maria Böhmer şîrovekarê Norddeutscher Rundfunk daxwaz kir ku qonaxên dawî yên jiyana xwe fîlm bike.[5]

Di 17'ê Îlonê 1996'an de, Bachmeier 46 salî ji ber kanserê pankreasyayê li nexweşxaneya Lübeckê mir.[4] Ew li gel keça xwe Anna di Goristana Burgtorê ya Lübeckê hate veşartin.[6]

Di çanda gel de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lîstikvanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di destpêka salên 1980'î de, Kolektivê Anna bi kombûna Aida Jordão, Suzanne Odette Khuri, Ann-Marie MacDonald, Patricia Nichols, Baņuta Rubess, Tori Smith, Barb Taylor û Maureen White pêk hat, ku dest bi xebatên şanoya li ser Bachmeier kir.[7] Versiyonekî kurt ya lîstikê di sala 1983'an de pêşkêş bû. Di sala 1984'an de lîstik bi dawî hat û ev bi pêşangeha "This is for You, Anna" hat weşandin.[8] [9]

Sînema[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Belgekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1993: Vigilante Justice of a Mother: The Case of Marianne Bachmeier (bi almanî: Selbstjustiz einer Mutter: Der Fall Marianne Bachmeier: Selbstjustiz einer Mutter: Der Fall Marianne Bachmaier) hevpeyvînek bi Bachmeier ji aliyê Mirror TV
  • 2006: Vengeance of Marianne Bachmeier, belgefîlma şovê ya Die großen Kriminalfälle (sersala 5, bernameya 28) li kanala ARD
  • 2017: Dema jin dikujin: Marianne Bachmeier (Almanî: Wenn Frauen töten: Marianne Bahmeier), belgefîlma şovê ya Cases Criminal Spectacular li kanala ZDF

Pirtûk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bachmeier, Marianne (1994). Palermo, Amore mio: [Roman] (bi îtalî). München: Schneekluth. ISBN 3-7951-1357-1. OCLC 33069444.

Not[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Anna Bachmeier (keç, 14 Mijdarê 1972 – 5ê gulana 1980an ), û du zarokên din ji bo xwedîkirinê hatin bicihkirin

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Langenscheid, Adrian; Rickert, Benjamin; Löschmann, Stefanie (18 hezîran 2022). True Crime Deutschland 3 Wahre Verbrechen – Echte Kriminalfälle: Ein erschütterndes Portrait menschlicher Abgründe (bi almanî). BoD – Books on Demand. ISBN 978-3-7546-5920-5.
  2. ^ Nordiske Kriminalsaker 1985 (bi norwecî). Lindhardt og Ringhof. 2 kanûna paşîn 2017. ISBN 978-87-26-09361-2.
  3. ^ Haas, Nicole E.; de Keijser, Jan W.; Bruinsma, Gerben J. N. (1 kanûna pêşîn 2012). "Public support for vigilantism: an experimental study". Journal of Experimental Criminology (bi îngilîzî). 8 (4): 387–413. doi:10.1007/s11292-012-9144-1. ISSN 1572-8315. S2CID 255134224. Ji orîjînalê di 25 adar 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 kanûna paşîn 2023.
  4. ^ a b c Karomo, Chege (19 kanûna paşîn 2023). "Did Marianne Bachmeier go to jail? Her crime detailed". OkayBliss (bi îngilîziya amerîkî). Ji orîjînalê di 21 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 kanûna paşîn 2023.
  5. ^ Böhmer, Lukas Maria, edîtor (1996), NDR xx.xx.1996 Das Langsame Sterben Der Marianne Bachmeier [The slow death of Marianne Bachmeier] (bi îngilîzî), Norddeutscher Rundfunk, Ji orîjînalê di 1 sibat 2023 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 5 sibat 2023 – bi riya YouTube
  6. ^ "Der Fall Marianne Bachmeier: Selbstjustiz einer Mutter" [The case of Marianne Bachmeier: Vigilante justice of a mother]. Norddeutscher Rundfunk (bi almanî). 20 kanûna paşîn 2023. Ji orîjînalê di 1 sibat 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 sibat 2023.
  7. ^ Filewood, Alan, edîtor (1993). "This is For You, Anna: A spectacle of revenge". The CTR Anthology: Fifteen Plays from Canadian Theatre Review. University of Toronto Press. ISBN 9781442658226. Ji orîjînalê di 17 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 3 sibat 2022 – bi riya Google Books.
  8. ^ Scott, Shelley (2010). Nightwood Theatre: A Woman's Work is Always Done. Athabasca University Press. rr. 51, 232–233. ISBN 9781897425558. Ji orîjînalê di 17 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 3 sibat 2022 – bi riya Google Books.
  9. ^ Wilson, Alec (2 adar 2015). "This is for you, Anna". The Varsity (bi îngilîziya amerîkî). Ji orîjînalê di 28 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 kanûna paşîn 2023.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]