Martinus J.G. Veltman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Martinus J.G. Veltman
biguhêreBelge

Martinus Justinus Godefriedus Veltman (kurtî Tini Veltman; * 27ê hezîranê 1931 li Waalwijk - 2021) fîzîknasekî Holandî ye. Sala 1999î bi tevî Gerardus 't Hooft, Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lawê gerînendeyekî dibistana seretayî ye û ji şeşan zarokê çaremîn e. Piştî bidawîkirina dibistana amadeyî, di sala 1948î de dest bi zanîngeha Utrechtê, bo perwerdeya fîzîkê dike. Sala 1953î dîploma xwe werdigire. Sê salî peywirdariya leşkeriyê dike.

Sala 1961î derbazî Genewreyê dibe û sala 1963î doktoraya xwe digire. Diçe Stanfordê û bi vegera xwe ya sala 1968î bo Utrechtê dersdariyê dike.

Sala 1960î evînmarî bûye (zewiciye) û keçikeka wî û du lawên wî bûne.

Xebat û girîngî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi tevî xwendevanên xwe û Gerardus 't Hooft, geleklêkolîn kirine. Xebatên wî têgihîştina cîhana qûarkan hêsantir kiriye.

Xelat û paye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]