Massey Ferguson

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Massey Ferguson 3660

Massey Ferguson fîrmayeke kanadayî ye ku sala 1847'ê ji aliyê Daniel Massey ve hatiye damezirandin. Di destpêkê de alav û amyarên cotyariyê yên hêsan çêdikirine.

Sala 1953'ê bi fîrmaya brîtanî ya Harry Ferguson damezirandiye re hevkariyê datîne.

Traktora vê fîrmayê ango traktorên Massey Ferguson di rengê sor de ne û li Kurdistanê jî navdar in. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê yek ji traktorên hezkirî ye.

Sala 1994'ê Massey Ferguson ji aliyê fîrmaya amerîkayî AGCO-Corporationê ve tê kirrîn.

Hin ji modelên navdar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Ferguson TE 20 (TEA20, TEF û yên din)
  • FE 35 / MF 35 û MF 65
  • Ferguson System '70 bi modelên standard: MF 130, MF 135, MF 165 û MF 175
  • MF 200 / MF 260 / MF 500 qorê wê yên li gelek cihan bi lîsans hilberîna wan tên kirin.

Qorên îro pirr belavbûne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • MF 1500
  • MF 2400
  • MF 3600
  • MF 4400
  • MF 5400
  • MF 6400
  • MF 7400
  • MF 8600

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]