Traktor

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Massey Ferguson 6490 li Kurdistanê jî navdar e

Traktor, motora cot (ji latînî trahere « kişandin »), amyarake pirralî ye, bi taybetî cotyar bikartînin.

Bêjeya traktorê ji romiyan (tirk) derbasê kurdî bûye, wan bi dehan cureyên ku bo armancên din hatine çêkirin, bi navê traktor bikaranîne. Ji ber wê gelek tevlîhevî derdikevin û standardiyekê vêgav nehatiye kirin.

Traktor bo cotkirinê, barkêşiyê, erdkolanê, bênderê, vekirina riyan ûêd tên bikaranîn. Li Bakurê Kurdistanê gelek cureyên traktoran tên bikaranîn lê traktorên pirr mezin, kêm hene.

Beriya traktoran lokomobîl hebûn. Traktora bimotor sala 1892 li DYAyê hatiye çêkirin û ceribandin. John Froehlich e deranderê traktorê. Pêçkeyên wê yên taybet û mezin hêz û manewraya wê zêdetir dikin. Pêçkeyên wê biber in, nahêlin zû bi zû bi axê de herin.

Li Ewropa û gelek herêmên din, bikaranîna traktoran bi zagonan hatine sazkirin. Bo mînak bi rojê nikarin bikevin nava bajêran an otobanan. Li Kurdistanê nîzamname hebin jî, di jiyana rojê de nayên bicihanîn. Ji ber wê gelek kes jiyana xwe jidest didin.

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Binêrin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]