Mazoşîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mazoşîzm, berevajiya sadîzmê ye. Hestê êş û azar xwastinê ye. Ango mazoşîst dixwazin li wan êşkence were kirin, êş û azarê bikişînin.

Masoşîzm navê xwe ji Leopold von Sacher-Masoch (bilêvkirin: masox) distîne. Di romanên vî nivîskarî kesên masoşîst derbas dibin.

Bingeha xwe ji zaroktiyê digire. Mirovê ku egoya wan ne xurt û pêşketîne, di bin bandor û desthilatiya îd û superegoyê de dimînin. Ji ber ku egoya wan ango ezeya wan nikare xwe biparêze, ji şîddeta bingeha xwe ji îd (ajez) û superego (ezder) digirin re vekirîne.

Sadîzm û mazoşîzm ji tabloyên nexweşiyen psîkologîk in.