Êşkence

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Êşkence yek ji şermên mirovahiyê yê herî kevn e.

Ji bo berjewendiyên ferdî, olî, komî û dûgelî mirov êş û azarê dide mirov. Di dîroka mirovahiyê de herdem êşkence hebûye. Mirovahiyê wekî gelek şermên xwe hêj dawî li êşkenceyê jî neaniye. Êşkence, pêkutî, têkiliya nemirovane hwd her dem bûye alaveke desthilatdariya dûgelan.

Psîkoanalîst Sigmund Freud, kesê ku li qurbanê xwe êşkence dike wekî nexweşekê dinirxîne û dibêje "êşkencekar her lêdanekê li rûhê xwe dixe". Ferd, ol, kom û dûgel çiqas neheq û zalim be, êşkence jî ewqas neheq û zalim dibe. Tenê di sedsala 20´î de bi milyonan mirov ji aliyê dûgelan ve êşkence dîtine û jiyana xwe ji dest dane. Mixabin zagona daristanê hêj berdewam e. Kê xurt be li yê din zilmê dike û ne ew lê qurbanê wê neheq tê dîtin.

Êşkence jî wekî pêşketinên mirovan, di her warî de pêşketiye. Bi hezaran salan berê zaliman bi teknîkên prîmîtîv êşkence li qurbaniyên xwe dikirin. Di sedsala têr xwîn a 20emîn de elektrîk, dînkirin, dermanên psîkotrop û trankîlîzan , xurifandina kesayetiyê, dardakirina Filistînî , bêxewhiştin, tevgerguhastin hwd cure bi cure teknîkên nû afirandine.

Bêguman, yek ji netewên mezin ê bêdewlet Kurdan ji êşkenceyê pirtirîn para xwe girtine. Gelek caran tûşî êrîşên barbaran hatine, di hefteyekê de zimanên 25.000 Kurdî hatiye jêkirin, di zîndanên dagirkeran de hovîtiyên nedîtî jiyane. Osmanîyan, Îran, rejîma Baas a Iraqê, rejîma Baas a Sûrî û Komara Tirkiyê êşkence wekî çekekî li dijî netewa Kurd bikaranîne û tînin.

Bi sedan stranên Kurd behsa êşkenceyan dike. Li ser komkujiyên wan, li ser Zîndana Amedê hwd bi hezaran stran hene.

Herwekî binêrin[biguherîne]