Here naverokê

McDonald’s

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
McDonald’s Corporation
Navê rastî
McDonald’s
ISINUS5801351017
XwedîSteve Easterbrook
Hejmara karkeran200.000 (2020) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malpermcdonalds.com

McDonald’s kompaniyeke amerîkîpirneteweyî ya xwarina fastfoodê ye ku li gelek welatan xizmeta xwarinê dike. Li gorî daneyên sala 2024an McDonald's piştê kompanîya çînî Mixue Ice Cream & Tea, ji sala 2024an pê ve, ew ji hêla hejmara cihan ve duyemîn zincira mezintirîn ê li cîhanê ye.[1]

Birayên Richard û Maurice McDonald di sala 1940an de li San Bernardino ya Kalîforniyayê, McDonald's wekî firoşgehek hamburgeran damezrandin û di demek kurt de pargîdanî veguherî sîstema franchisingê Logoya Golden Arches (kembera zêrîn), di sala 1953an de hatiye nasandin.[2] Di sala 1955an de, karsaz Ray Kroc wekî acenteyeke franchiseê tevlî McDonald'sê dibe û di sala 1961an de pargîdaniyê kirî.[3] Ji dema wî vir ve McDonald's li seranserê cîhanê berfireh bûye. Di roja îro de li seranserê cîhanê zêdetirî 40.000 xwaringehên McDonald'sê hene ku nêzîkî çaryeka xwaringehan li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ne.[4]

Di sala 2018an de pişt Walmartê, McDonald's bi 1.7 milyon xebatkaran duyemîn mezintirîn kardêrê taybet ê cîhanê bû.[5][6][7]

  1. ^ "McDonald's loses crown as world's biggest fast-food chain to global giant with zero U.S. locations; here's all about the company that dethroned it". The Economic Times. 7 adar 2025. ISSN 0013-0389. Roja gihiştinê 1 tebax 2025.
  2. ^ "Logos that became legends: Icons from the world of advertising". The Independent (bi îngilîzî). 4 kanûna paşîn 2008. Roja gihiştinê 1 tebax 2025.
  3. ^ "Who Made America? | Innovators | Ray Kroc". www.pbs.org. Roja gihiştinê 1 tebax 2025.
  4. ^ "Number of McDonald's locations in the USA in 2025". ScrapeHero (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 tebax 2025.
  5. ^ "McDonald's". World Economic Forum (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 tebax 2025.
  6. ^ Facts, Kaityn Stimage in World (15 sibat 2018). "The World's Largest Employers". WorldAtlas (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 1 tebax 2025.
  7. ^ Naidu-Ghelani, Rajeshni (17 çiriya pêşîn 2011). "World's 10 Biggest Employers". CNBC (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 tebax 2025.