Fastfood

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Fastfood (îngilîzî. fast food = zû xwarin, bilez xwarin) ji xwarinên di demekê kurt de amade dibin re tê gotin.

Dema mirov behsa fastfoodê dike, pirranî hamburger, pommes frites, sosîsên biraştî yan kelandî tên bîra kurdan. Ji ber ku fastfood bo tenduristiyê ne baş e, jê re di zimanê kolanî de wekî îroniyekê junkfood dibêjin.

Hamburger, xwarineke tîpîk ê fastfoodê ye

Fastfood û pêjgeha kurd[biguherîne]

Fastfood di pêjgeha kurd de ne ewçend cihekê girîng digire. Kurd pirranî li malê, di atmosfera malbatî de, yan heger li aşxaneyan jî bin, bi hevaltî û civatî xwarinê dixwin. Kurd li ser destexaneyê gelek dimînin, suhbetê dikin. Ji xwe bijîşk jî viya temî dikin. Lewra bo hezmandina xwarinan dem pêwîst e, baş e ku mirov hêdî xwarinê bixwe.

Fastfood encameke jiyana nûjen e. Li bajaran jiyan divê birêkûpêk û bilez be. Wextê gelekan nîne ku bi hêviya amadebûna xwarinên giran bimîne. Sosîseke kelandî, ketçap, stekanekê kola carnan dibe xwarina danekê.

Fastfoodê sazûmaniya aşxaneyan jî guhertiye. Berê garson li pey mişteriyan digeriyan, niha kiriyar bi xwe xwarina xwe digire. Herwiha sîstema servîskirin û rûniştinê jî hatiye guhertin.

Pîşesaziya fastfoodê berfireh e[biguherîne]

McDonald’s bûye wekî sîmboleke fastfoodê

Zincîre-kargehên fastfoodê vebûne û gelek markayên wê derketine. Li bajarên Kurdistanê jî şaxên wan vebûne û vedibin. Di van dikanan de bi diravekê erzan xwarin tên dayîn. Pirranî adan û berkeliyên qerimandî ji sarincokan tê derxistin, wan germ dikin û didin muşteriyan. Him ew kar dikin, him jî kiriyar xwarina xwe bilez dixwin.

Lê lêkolînên zanistî dane nîşandan ku fastfood ziyanê dide laşê mirov.

Dîrok[biguherîne]

Di serdemên antîk de jî fastfood hebûye lê pirranî bi jiyana nûjen re berfireh bûye. Li Kurdistanê kuftefroş, lazûtfroş, tablakar ûêd jî xwarinên wiha bilez tên amadekirin û xwarin didin. Lê li Kurdistanê jî hêdî hêdî fastfoodên qerimandî yên li cîhana rojava tên xwarin bipêşdikevin. Fastfoodên Kurdistan û Asyayê bi qasî yên rojavayiyan ziyanê nadin laşê mirov.

Herwiha binêrin[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  • Fröschl, Cornelia: Architektur für die schnelle Küche - Esskultur im Wandel, Verlagsanstalt Alexander Koch, Leinfelden-Echterdingen 2003, ISBN 3-87422-654-9 (almanî)
  • Schlosser, Eric: Fast Food Gesellschaft, Riemann Verlag, München 2002, 3-570-50023-3 (almanî)
  • Spurlock, Morgan: Angriff der Killer-Burger Wie Fast Food uns krank macht. 2006. Droemer/Knaur, ISBN 3-426-77855-6 (almanî)

Fîlmên li ser babeta fastfoodê[biguherîne]

  • Super Size Me ji derhênerê DYAyî Morgan Spurlock (pûşper 2004) - fîlma rexneyê li ser Fast Food

Girêdanên derve[biguherîne]