Mehmûd Efşar Yezdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mehmûd Efşar Yezdî
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Mirin
Hevwelatî
Perwerde
University of Lausanne (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe

Mehmûd Efşar Yezdî yek ji siyasetmedar, nivîskar, helbestvan û rojamevanê îranî ye. Avakerê îdyolojiya Pan-Îranîzme.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mehmûd Efşar li Îran û Swîsreyê xwend û di sala 1919an de li Zanîngeha Lozanê doktoraya xwe ya zanistên ramyarî wergirt. Piştî du salan vegeriya Îranê û li wir pêşengê tevgera Pan-Îranîzm bû. Di xortaniya xwe de, ew bi awayekî çalak beşdarî "Civaka Ciwanên Îranî" (Anjoman-e Iran-e Javan) bû, ku komek ji îraniyên neteweperest, ku piraniya wan li zanîngehên Ewropî hatibûn perwerdekirin, li hev kom kiribû. Yek ji endamên bibandor ên komê Riza Şah bû ku di sala 1925an de bû Şahê Îranê.

Mehmûd Efşar alîgirê reforman û laîkkirina Riza Şah e. Di sala 1925an de kovara çandî Ayandê (Dahatû) ava dike. Wî çendîn dezgehên zanistî û çandî li welêt damezirand, di nav wan de Dibistana Karsaziyê (Madrese-ye Tejarat) li Tehranê. Her wiha di Wezareta Rewşenbîrî û Wezareta Dadê ya Îranê de jî kar dike.[1]

Mehmûd Efşar bi Nosret Barazande re zewicî bû û bavê îrannas Irac Efşar e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "In Memory of Iraj Afshar (1925 – 2011), A Renowned Scholar of Iranian Studies" (PDF).