Mehmet Ali Birand
Xuyakirin
Mehmet Ali Birand | |
---|---|
Jidayikbûn | 9 kanûna pêşîn 1941 |
Mirin | 17 kanûna paşîn 2013 Şişli |
Sedema mirinê | Pancreatic cancer |
Cihê goristanê | Anadolu Hisarı Cemetery |
Hevwelatî | Tirkiye |
Perwerde | |
Pîşe | |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Mehmet Ali Birand (jdb. 9ê kanûna pêşîn a 1941, Stenbol − m. 17ê kanûna paşîn a 2013, Stenbol), yek ji nivîskar, rojnamevan, spîker, moderatorê TVê yên romî (tirk) ye. Bi eslê xwe Kurd e.
Lawê (kurê) Mürvet û İzzet Birand e. Di dibistana amadeyî ya Galatasarayê de xwendiye. Sala 1964ê di rojnameya Milliyetê de dest bi rojnamegeriyê kiriye. Piştî mirina Abdi İpekçi demekê gerînendetiya giştî ya karê weşanê dike.
Di rojnameya Sabah, TRTyê de xebitiye. Di kanala Show TVyê de bernameya bi navê 32. Gün (roja 32yem) birêve dibe ku bi vê bernameyê jî gelek navdar dibe. Ev bername niha di CNN Türkê de tê weşandin. Marî bûye û lawekî wî heye. Bi fransî, îngilîzî dizane. Li gel a Tirkiyeyê, hevwelatiya wî ya Belgiyayê jî heye.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1984, 12ê îlonê 04.00
- 1992, Apo ve PKK - Apo û PKK
- 1993, Demirkırat: Bir Demokrasinin Doğuşu, Mehmet Ali Birand, Can Dündar, Bülent Çaplı - Hespê bozê hesinî: Hilhatina demokrasiyekê
- 1995, 10 yılın perde arkası 32. gün - Piştperdeya 10 salan 32. gün
- 32. Gün 20 Yılın Perde Arkası - 32. Gün piştperdeya 20 salan
- 1996, Türkiye'nin Gümrük Birliği macerası (1959-1995) - Serpêhatiya yekitiya gumrikê ya Tirkiyeyê
- 1997, Panorama '97 CD-ROM 32. Gün Dünya'da ve Türkiye'de Yılın Olayları - Panorama '97 CD-ROM 32. Gün Bûyerên salê yên cîhan û Tirkiyeyê
- 1999, 12 Eylül: Türkiye'nin miladı - 12ê îlonê: Mîlada Tirkiyeyê
- 2000, 12 Mart: İhtilalin pençesinde demokrasi - 12ê adarê: Di nava pencên cûntayê de demokrasô
- Emret komutanım - Fermo fermandarê min
- 30 Sıcak gün - 30 rojên germ
- Diyet: Türkiye ve Kıbrıs üzerine uluslararası pazarlıklar 1974-1980 - Diyet: Li ser Tirkiye û Kîprosê bazariyên navneteweyî
- The Özal Bir Davanın Öyküsü, Mehmet Ali Birand, Soner Yalçın - The Özal çîroka dozekê
- Türkiye'nin Büyük Avrupa Kavgası 31 Temmuz 1959'dan 17 Aralık 2004'e - Pevçûna mezin a Tirkiyeyê ya/bo Ewropayê
- Türkiye'nin Avrupa Macerası 1959 - 1999 - Serpêhatiya Tirkiyeyê ya bo Ewropayê
- Mehmet Ali Birand
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Malpera fermî ya Mehmet Ali Birand Girêdana arşîvê 2013-02-09 li ser Wayback Machine
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |