Mehmet Sait Alpaslan
Mehmet Sait Alpaslan | |
|---|---|
| Jidayikbûn | 1970 |
| Hevwelatî | Tirkiye |
| Pîşe | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Mehmet Saît Alpaslan helbestvan, rojnamevan û nivîskarê senaryoyên fîlm û teatrayan e.
Mehmet Sait Alpaslan di sala 1972ande li Amedê ji dayik bûye. Heta zaningehê perwerdeya xwe li Amedê domand. Zanîngeha Anatolyayê ji ber şertên polîtîk nîvco hişt. Di sala 1992an de pirtûka wi ya helbestan ya yekem, "Helbestên Welatê Bindest" di sala 1994an de ya duyem "Stranên Azadî" di sala 1995an de, ji ber pirtûka helbestvan Ezelî Doganay, wergera wî "Gule çi bike ji stranê" hatin weşandin. Di rojnameyên Newroz, Azadi, Welat, Evrensel, Roj û di kovarên Newroz, Deng, Toplumsal Dayanişma, Rewşen, Newroz Ateşî û Tîrojê de helbest û nivîsên wi hatın weşandin.
Di vê navberê de, him di şanoya şaredariya Amedê de şanogeriyê, him ji berpirsiyariya Kovara (paşê ji)/rojnameya Newroz ya şaxa Amedê kir. Di sala 1994an de kete girtîgeha Amedê, 5 meh ma. Di sala 1996an de lîstika wî ya ji pirtûka Victor Hugo ya "Mirovên hejar" di Şanoya Bajêr ya Şaredariya Sûrê de leyîst. Di vê navberê de leyîstikên Jana Zirav (2003), Hilbijartin (2004), Wendayî / Kayip (2005) û Zagona Çiyê (Dağ Kanunu) (2006) nivîsand û rêvebiriya Wendayî / Kayip kir. Di sala 1999an de dest bi karê sinemayê kir. Ji wê roja ve rêvebirî û nivîskariya sinemayê kir. Bi navê "Melle Huznî/ Dîkê Gund" û "Jana Zirav" du fîlm kişand. Di navbera salên 1997 - 2004 lan de tevî hevkariya Resûlê Qereqoçanî bi wergera Încîlê mijûl bû. Pirtûk li Almanyayê hate çapkirin.
Hîn li Amedê dijî û bi werger, şano û sînemayê mijûl dibe.
Lîstikên wî yên hatine leyîstin:
- Hejaran - 1996
- Yoksul Türküler - 1997
- Jana Zirav - 2003
- Hilbijartin - 2004
- Wendayî/Kayip - 2005
- Zagona Çiyê - 2006
- Şûjin - 2007
- Zext - 2010