Mella Neqdelî Baxçixî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Mella Neqdelî Baxçixî (1940-1986 Bocnûrd Xorasana Bakur) yek ji hunermend , mamoste , helbestvan û mella ên kurdên kurmanc ê li Îranê ye. Di sala 1940'î de, li gundê Baxçiq a ku li ser Bocnûrd li parêzgeha Xorasana Bakurê li Îranê ji dayîk bûye. Mella neqdelî , heta 22 salitî denbêj û stranbêj bû. Ji ewî gelek dengên kurdî hatine xwendin û li radyoya kurdî li Xorasanê hatine belavkirin. xelkên xorasanê ji dengên wî gelek hez dikirin û bi ewan dengan re dijiyan. Hin çîrok li ser jiyan û kiryarên wî hatine nivîsîn. Romanek ji ser jiyana wî hatiye nivîsîn.[1] Li sala 1962, ev kete nava sofiyan û mellatiyê û dersa mamostetiya dînî jî xwend. Ewa yek ji mezinên li nava kurdên xorasanê ye û li sala 2015’an wekî bajariyê mînakî, li xorasanê hate hilbijartin. [2] Ewa mela û dengbêjek bi nav û deng li xorasanê bû, lê gelek xebatên din jî ji ewî xelat mane. Mella Neqdelî Baxçixî li sala 1986’an bi çekên be’siyan hate şehîdkirin.

dengên wî[biguherîne]

  • Gilol Mesûme .[3]
  • Li ser şîna Îmam Husên

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]