Merdan Yanardağ

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Merdan Yanardağ
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Hevwelatî
Pîşe

Merdan Yanardağ (jdb. 1959 li Dîvrîgî, Sêwas), rojnamevan, pêşkêşvanê televîzyonê û nivîskarê tirk e.[1][2][3]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Merdan Yanardağ di sala 1959an de li navçeya Dîvrîgî ya bi ser parêzgeha Sêwasê ji dayik bûye, di nasnameya wî de dîroka jidayikbûna wî 24ê sibata sala 1961an hatiye nivîsandin. Xwendina xwe ya seretayî, navîn, amadeyî û zanîngehê li Stembolê qedand. Akademiya Zanistên Aborî û Bazirganî ya Stenbolê (Zanîngeha Marmarayê) Fakulteya Zanistên Siyasî qedandiye. Li Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Marmarayê di beşa "Zanistiya Siyasî û Rêveberiya Giştî" de mastera xwe qedand. Piştre doktoraya xwe ya sosyolojiyê li Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Maltepeyê (Stenbol) qedandiye.

Di salên 1970î de, dema ku Tirkiye di nav tevger û pevçûnên siyasî û civakî yên mezin de bû, piraniya jiyana xwe ya xwendekariyê di vê heyamê de derbas kir. Di têkoşîna siyasî de bi awayekî aktîv cih girtiye. Di rêxistinên ciwanan de weke rêveber kar dikir û di nava pêşengên ciwanan ên wê serdemê de bû. Piştî Derbeya leşkerî ya 12'ê îlona 1980an de dema ku li zanîngehê mamostetî dikir hatiye girtin.[4]

Kariyera wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Merdan Yanardağ di sala 1985an de di rojnameya Günaydınê de wek nûçegihan dest bi rojnamegeriyê dike. Paşê di rojnameyên wekî Sabah, Hurriyet, Güneş, Gündem (damezrîner) û Aydınlık (damezrîner) de wekê nûçegihan, edîtor, gerînendeyê nûçeyan, gerînendetiya weşanê û gerînendetiya karên nivîsan kar kiriye. Yek ji damezrînerên kovara hefteyî ya Sözê û sernivîserê kovara hefteyî Sözê bû.

Di salêb 1989 û 1992an de wekê serokê giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê ya Stenbolê hate hilbijartin. Di nav damezrînerên BSP û ÖDPê de cih digire û di van partiyan de endamê Lijneya Rêveberiya Navendî bû. Yanardag di sala 2014an de bi pêşengên sosyalîst û rewşenbîrên Tirkiyeyê re li tesîsên Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn a Vişnelîk ê li Enqereyê hatin cem hev û di nava bangawaziya Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî de cih digire. Wekî endamê Desteya Rêveber a Tevgera Hezîranê ya Tirkiyeyê hate erkdar kirin.

Di sala 1994an de bi televîzyona HBBê re derbasî qada medyaya dîtbarî dibe û bernameyên nûçeyan pêşkêş dike. Di qenalên televîzyonên wekî Kanal-e (CNBC-e), Kanal 6 û ATV de wekî edîtor, bernamenûs, gerînendeyê nûçeyan û gerînendeyê giştî xebitî. Di nav damezrînerên televizyona Kanaltürk de cih digire û endamê Lijneya Weşanê (2004-2009) bû. Di televîzyona Kanalturkê de 5 salan hefteyî bernameyên nûçe-analîza bi navê 5. Boyut çêkir. Piştre televizyona Kanal Biz damezrand û salekê (2009) sernivîseriya qenalê kir û bernameya 5. Boyut li ser vê qenalê berdewam kir. Piştre re heman bernameyê li televizyona Ulusal Kanal (2010-12) dewam kir.

Herwiha nêzîkî 400 gotar û nirxandinên cuda di kovar, rojname û malperên înternetê de hatine weşandin û gelek hevpeyvîn li gel wî hatiye kirin.

Yanardağ ji çileya sala 2017an vir ve wek gerînendeyê û damezrînerê qenala Tele1 TV ya ku li ser Türksat, Digiturk û D-Smart weşanê dike dixebite, li gelek herêmên Tirkiyeyê konferansan lidar dixe, wek axaftvan beşdarî panelan û çalakiyên curbecur dibe.[5]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Merdan Yanardağ, TELE 1'i kurup nasıl medya patronu oldu? - Internet Haber". web.archive.org. 1 îlon 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 1 îlon 2020. Roja gihiştinê 26 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "Merdan Yanardağ kimdir? Merdan Yanardağ kaç yaşında, nereli? - Takvim". web.archive.org. 26 hezîran 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 26 hezîran 2020. Roja gihiştinê 26 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "Merdan Yanardağ kimdir, kaç yaşında ve nerelidir? Merdan Yanardağ'ın biyografisi". KARAR (bi tirkî). 8 hezîran 2020. Roja gihiştinê 26 hezîran 2023.
  4. ^ KOLLEKTİF (1 çiriya paşîn 2014). İNSANCIL-KUŞATMAYA KARŞI 25.YIL (bi tirkî). Insancil Yayinlari. ISBN 978-605-5958-31-2.
  5. ^ Özbirinci, Yeşim (20 kanûna paşîn 2014). Bir Siyasetçinin Siyaset Kronolojisi: Gürsel Tekin ne dedi? (bi tirkî). Gürsel Tekin TV. ISBN 978-605-64540-0-4.