Mesut Özcan
Xuyakirin
Mesut Özcan (jdb. 1969 li Dêrsimê), nivîskar, lêkolîner û ferhengdanerekî zaza ye.[1]
Özcan ji sala 1990î ve di warê dîrok, ziman, bawerî û çanda Dêrsimê de vekolîn dike. Wî zêdetirî 15 pirtûkan çap kirine ku hin ji wan lêkolînên li ser gotinên pêşiyan, helbestên gelêrî û stranan in.
Her wiha wî di rojname û kovarên wekî Damar, Folklor/Edebiyat, Papirüs, Radikal, Ülkede Gündem, Siyah Beyaz, Dersim'de İklim de çîrok û lêkolînên cuda weşandine.
Mesut Özcan xwedî weşanên Kalan e[2] û niha li Dêrsimê dijî.
Berhemên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Dersim (Zaza) Atasözleri, 1992, Kaynak, Stembol.
- Zazaca-Türkçe Sözlük, 1997, Kaynak, Stembol.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |