Here naverokê

Mesûd Pezeşkiyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mesûd Pezeşkiyan
Image dans Infobox.
President of Iran (en)
dp.
Mohammad Mokhber (en)
Member of the Islamic Consultative Assembly (d)
Tabriz, Osku and Azarshahr (en)
-
Minister of Health and Medical Education (d)
-
Mohammad Farhadi (en)
Kamran Bagheri Lankarani (en)
Rector
-
Jidayikbûn
Navê rastî
مسعود پزشکیانLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Allégeance
Perwerde
Tabriz University of Medical Sciences (en) (Doctor of Medicine (en) û Master of Surgery (en)) (-)
Iran University of Medical Sciences (en) (Master of Surgery (en)) (-)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Siyasetmedar (dp. ), cardiac surgeon (dp. ), akademîsyen (dp. ), general practitioner (-), general surgeon (-)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Fatemeh Majidi (d) (heta an)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zarok
Zahra Pezeshkian (d)
Mehdi Pezeshkian (d)
Yousef Pezeshkian (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xizm
Hassan Majidi (d) (son-in-law)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Karder
Tabriz University of Medical Sciences (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Qadên xebatê
By-Pass (en), general surgery (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Endamê
Iranian Academy of Medical Sciences (en) ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Artêş
Şerê tevlêbûyî
şanenava Mesûd Pezeşkiyan
Şanenav

Mesûd Pezeşkiyan (bi farisî: مسعود پزشکیان; jdb. 29ê îlona 1954an) bijîşkê dil û siyasetmedarê reformîstê Îranê ye û 9em serokomarê Îranê ye.[1]

Berê ku bibe serokkomarê Îranê Pezeşkiyan nûneratiya navçeyên hilbijartinên Tebrîz, Osku û Azarşehr di Parlamena Îranê de kiriye û ji sala 2016an heya sala 2020an jî cîgirê yekem ê serokê parlamena Îranê bû. Di navbera salên 2001 û 2005an de di hikûmeta Mihemed Xatemî de Wezîrê Tenduristî û Perwerdeya Pizîşkî kiriye.[2]

Pezeşkiyan di sala 1980an de wekê parêzgarê parêzgehên Pîranşarê û Negadeyê hatiye hilbijartin.[3] Di hilbijartinên serokkomariyê ya sala 2013an de dibe namzet lê li ser daxwaza xwe ji hilbijartinan vedikişe. Di hilbijartina sala 2021ê de dîsa bûye namzet lê namzetiya wî nehatiye pejirandin.[4]

Ji bo hilbijartina sala 2024an namzediya Pezeşkiyan hat pesendkirin û di 5ê tîrmehê de di hilbijartina serokomariyê ya sala 2024an de bi rêjeya %54.76 ji dengên gel werdigire.[5] Mesûd Pezeşkiyan kesê herî temendirêj e ku di 69 saliya xwe de dest bi erka serokomariya Îranê kiriye.

Salên destpêkê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pezeşkiyan di 29ê îlona sala 1954an de li bajarê Mehabad a Rojhilata Kurdistanê wekê kurê bavekî azerî û dayikeke kurd hatiye dinê.[6] Di sala 1973an de dîplomaya xwe distîne û ji bo xizmeta xwe ya leşkeriyê bike diçe bajarê Zabolê û di wê demê de bi bijîşkiyê re eleqedar dibe. Piştî qedandina xizmeta xwe yê leşkeriyê vedigere parêzgeha xwe û li wir dest bi xwendina bijîjkî dike û beşa bijîjkî ya giştî xilas dike. Di dema Şerê Îran û Iraqê de (1980-1988) Pezeşkiyan gelek caran serdana eniyên şer dikir li wir berpirsê şandina tîmên bijîşkî bû û di dema şer de şervan û bijîşk bû. Pezeşkiyan di sala 1985an de perwerdeya bijîşkiya giştî xilas dike û li kolêja bijîjkî dest bi mamostetiya fîzyolojiyê dike.

Piştî şer li Zanîngeha Tebrîzê ya xwendina xwe yê pisporiya neştergeriya giştî berdewam kiriye. Di sala 1993an de ji Zanîngeha Zanistên Bizîşkî ya Îranê pisporiya neştergeriya dil wergirtiye. Piştê ku dibe pisporê neştergeriya dil di sala 1994an de ji bo heyama 5 salan dibe serokê Zanîngeha Tebrîzê ya Zanistên Bijîşkî.[2]

Jina Pezeşkiyan bijîjkek jinan bû ku di sala 1993an de tevî kurê xwe yê piçûk di qezayekî trafîkê de jiyana xwe jidest daye.[7] Pezeşkiyan du kur û keça xwe yên mayî bi tenê mezin kir û careke ji nû ve nezewicî.[8] Keça wî yê bi navê Zahra mastera xwe ya kîmyayê li Zanîngeha Şerîf ya Teknolojiyê kirye û beriya ku hikûmeta Rûhanî were ser kar di Jam Petrokîmyayê de xebitiye. Keça wî di heman demê de wekî şêwirmendeke siyasî jî tê naskirin.

Pezeşkiyan ji xeynî zimanê farisî bi gelek zimanan dikare biaxive ku di nav de zimanê kurdî, azerî, erebî û zimanê îngilîzî heye.[9]

Kariyera polîtîk

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kariyera siyasî ya Pezeşkiyan dema ku di sala 1997an de beşdarî rêveberiya Mihemed Xatemî dibe wekî cîgirê wezîrê tenduristiyê dest pê kiriye. Piştî çar salan ji sala 2001ê heya sala 2005an wekê wezîrê tenduristiyê ya Îranê hatiye erkdar kirin. Ji wê demê ve 5 caran wekê nûneratiya Tebrîzê ji bo parlamena Îranê hatiye hilbijartin û ji sala 2016an heya sala 2020an cîgirê yekem ê serokê parlamena Îranê kar kiriye.

Pezeşkiyan di 6ê tîrmeha sala 2024an de piştî hilbijartina serokkomariyê ya di 5ê tîrmeha sala 2024an de bi 16,3 milyon deng (% 53,7) li hember Seîd Celîlî 13,5 milyon (% 44,3) bi ser dikeve û wekê 9em serokkomarê Îranê hatiye hilbijartin.[10]

  1. ^ "'New chapter': Iran's president-elect Pezeshkian pledges to serve all Iranians". Al Jazeera (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 7 tîrmeh 2024.
  2. ^ a b "در مورد مسعود پزشکیان در ویکی تابناک بیشتر بخوانید". www.tabnak.ir. Roja gihiştinê 7 tîrmeh 2024.
  3. ^ "Iran International". Iran International (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 7 tîrmeh 2024.
  4. ^ "افراد رد صلاحیت‌شده فقط توانستند یک نامه بنویسند". خبرگزاری ایلنا (bi farisî). 29 sibat 2016. Roja gihiştinê 7 tîrmeh 2024.
  5. ^ Rios, Nadeen Ebrahim, Michael (2024). "Reformist lawmaker Masoud Pezeshkian wins Iran's presidential vote". CNN (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 7 tîrmeh 2024.{{cite web}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  6. ^ Editorial (14 hezîran 2024). "The Guardian view on Iran's presidential election: more choice, but little real hope of change". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 7 tîrmeh 2024.
  7. ^ "مقام‌های جمهوری اسلامی و همسرانشان؛ مردان نام‌دار و زنان 'بی‌نام'". BBC News فارسی (bi farisî). Roja gihiştinê 7 tîrmeh 2024.
  8. ^ "مسعود پزشکیان". ویکی‌پدیا، دانشنامهٔ آزاد (bi farisî). 13 hezîran 2024.
  9. ^ Sharifi, Kian. "Who Is Masud Pezeshkian, Iran's President-Elect?". RadioFreeEurope/RadioLiberty (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 7 tîrmeh 2024.
  10. ^ Fassihi, Farnaz (6 tîrmeh 2024). "Reformist Candidate Wins Iran's Presidential Election". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0362-4331. Roja gihiştinê 7 tîrmeh 2024.