Metroya Atînayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Metroya Atînayê
  • Μετρό Αθήνας Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
20140622-Anthoupoli-62D304 (7872).jpg
Trênek nû ya HANWHA-Rotem nifşê 3ê ya Metroya Atînayê li stasyona Anthoupoliyê
Logo of the Athens Metro Operating Company (AMEL).svg
Logoya Metroya Atînayê
DûgelYewnanistan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Dirêjbûn84,5 km Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 27 sibat 1869 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
  • Athens Metro Line 1 (1869–)
  • Athens Metro Line 2 (2000–)
  • Athens Metro Line 3 (2000–)
  • Athens Metro Line 4 (building or structure under construction) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperstasy.gr Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Public transport map of Athens.png
Nexşeya xet û rawestgehên Metroya Atînayê
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Metroya Atînayê, (bi grekî: Μετρό Αθήνας, Metró Athínas) pergalekî veguhestina bilez e ku ji devera bajarî ya Atînayê û beşên Rojhilata Attica re xizmetê dike. Xeta 1em di sala 1869an de wekî rêhesinek hilmê ya konvansiyonel vebû û di sala 1904an de bi trêna elektrîkê dest bi xebatê kir. Di sala 1991an de, Attiko Metro S.A. xetên 2 û 3 ava kir û xetên metroya Atînayê dirêj kir.[1]

Metroya bajarê Atînayê bi peydakirina çareseriyek pir hewce ji bo trafîka bajêr û pirsgirêka qirêjiya hewayê û hem jî vejandina gelek deverên ku jê re xizmet dike, Bajarê Atînayê bi awayekî girîngî guhertiye. Berfirehkirina Xeta 3 ber bi Piraeus û her weha dirêjkirinên din ên xetên heyî û xeta nû ya 4an ku beşa wê ya navendî di cotmeha 2021an de dest bi avakirinê kirine, tê çêkirin.[2]

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber ku Xeta 1em a niha vebû, hukûmetê gelek berfirehkirina tora metroyê pêşniyar kir, di nav de plansaziyek sala 1963an ji bo tora metroyê ya çardeh-xetî, hebû. Avakirina Xetên 2 û 3 di Mijdara 1992an de dest pê kir ji bo ku qerebalixa trafîkê kêm bike û armanc hate girtin ku bi vî kêmkirina trafîkê li bajêr asta dûyê û kalîteya hewayê ya Atînayê baştir be.[1]

Her du xet di binê erdê de hatine çêkirin. Xetên 2 û 3, ku ji aliyê Attiko Metro S.A. ve hate çêkirin û heta sal 2011an ji aliyê Pargîdaniya Operasyonên Metro Attiko ve hate xebitandin. Bi taybetî wekî xetên sor û şîn têne zanîn û di çile sala 2000an de hatin vekirin.

Heta 28ê çile sala 2000an Xeta 1em a metroyê li Atînayê tenê xeta transît a bilez bû. Pargîdaniya Rêhesinê ya Atîna û Piraeus (SAP) di 27ê Sibata 1869an de xeta trênê ya kargo û rêwiyan a tevlihev a trêne bar û trêne rêwîtiyê vekir û di navbera Piraeus û Thiseio de dest bi xebatê kir.

Xeta 3 di havîna 2004an de heta Balafirgeha Navneteweyî ya Eleftherios Venizelos hate dirêj kirin û Xeta 2yem di sala 2013an de berbi Anthoupoli û Helliniko ve hate dirêj kirin.

Xetên metroyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xet Despêka xebatê Dirêjahiya xetê (km) Hêjmara rawestgehan
Athens Metro Line 1.svg Piraeus – Kifisia 1869 25.6 &000000000000002400000024
Athens Metro Line 2.svg Anthoupoli – Elliniko 2000 17.9 &000000000000002000000020
Athens Metro Line 3.svg Agia Marina – Doukissis Plakentias/Havalimanı 2000 39 &000000000000002100000021

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. a b "ΑΤΤΙΚΟ ΜΕΤΡΟ Α.Ε" (bi yewnanî). Roja wergirtinê: 26 kanûna pêşîn 2021.
  2. "AttikoMetro Inside". web.archive.org. 14 îlon 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 14 îlon 2015. Roja wergirtinê: 26 kanûna pêşîn 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]