Here naverokê

Atîna

Atîna
Αθήνα Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Bajar
  • Paytext
Αθήνα Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Atîna li ser nexşeyê
Map
Atîna li ser nexşeya Yewnanistan nîşan dide
Atîna
Atîna
Koordînat: 37°59′3″Bk 23°43′41″Rh / 37.98417°Bk 23.72806°Rh / 37.98417; 23.72806
ParzemînEwropa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletYewnanistan, Împeratoriya Romê, Împeratoriya Bîzansê, Duchy of Athens, Împeratoriya Osmanî, First Hellenic Republic, Atînaya klasîk, keyaniya Yewnanistanê, Third Hellenic Republic Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Athens Municipality (1833–)
  • Achaea (146 b.z. – 690) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
  • Yewnanistan
  • keyaniya Yewnanistanê
  • Duchy of Athens
  • 4th of August Regime
  • Attica Prefecture
  • Atîka (parêzgeh)
  • Athens Municipality
  • Greek military junta of 1967–1974
  • Second Hellenic Republic
  • Hellenic Republic
  • Decentralized Administration of Attica
  • Third Hellenic Republic
  • Greater Athens
  • Athens metropolitan area Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnêc. 7 millennium b.z. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdarî
 • ŞaredarKostas Bakoyannis (2019–2023) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
 • Giştî39 km2 (15 sq mi)
Bilindahî
170 m (560 ft)
Nifûs
643.452 (2021) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
Koda telefonê210 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Plakaya erebeyêBK, BM, BN, BP, HY, IA, IB, IE, IK, IM, IO, IP, IT, IX, IY, IZ, OA, TT, XE, XH, XP, XT, XX, XY, XZ, YA, YB, YE, YH, YZ, ZH, ZK, ZM, ZZ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.cityofathens.gr/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge


Atîna (bi yewnanî Αθήνα Athina) paytext û bajarê herî mezinê Yewnanistanê ye ku bajarek xwedî deverek deryayî ye û li deverê Deryaya Navîn hatiye avakirin. Bi nifûsa deverên bajarî ku ji 3 milyonê zêdetir e bajêr bi devera xwe ya bajarî bûye heştem bajarê herî mezin ê Yekîtiya Ewropayê. Atîna bajarê serdest û serbajarê herêma Atîkayê ye û yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye ku dîroka bajêr a tomarkirî ji 3400 salan kevintir e. Hebûna mirovan ê pêşîn a bajêr di navbera hezarsalên 11 û 7 b.z. de dest pê dike. Bajêr navê Atînayê ji navê xwedawenda şerê ya yewnanî wergirtiye.[1]

Di dema Atînaya Klasîk bajêr bajar-dewletek bi hêz bû. Atîna navendekî hûner, fêrbun û felsefeyê û mala Akademiya Platon û Lîkeyon Arîstoteles bû.[2] Bajêr bi gelemperî wekî dergûşa şaristaniya rojavayî û cîhê jidayikbûna demokrasiyê tê binav kirin ku bi giranî ji ber bandora wê ya çandî û siyasî li ser parzemîna Ewropî nemaze Romaya Kevin.[3][4][5] Di demên nûjen de, Atîna metropolekî mezin ê kozmopolît û navendî ye ku bajêr bûye bajarê jiyana aborî, darayî, pîşesazî, deryayî, siyasî û çandî ya Yewnanistanê. Di sala 2023an de, qada metropolê ya Atînayê û şaredariyên derdora wê (ku ji qada herêmî ya Atîkayê pêk tê) bi qasî 3,8 milyon nifûsa herêmê hatiye tomarkirin.[6][7]

Mîrata Serdema Klasîk hêj jî li bajêr diyar e ku ji hêla abîdeyên kevnar û karên hunerî ve têne temsîl kirin ku ji hemîyan navdartirîn Parthenon e ku wekî nîşanek bingehîn a şaristaniya rojavayî ya pêşîn tê dîtin. Dema ku bingeha bajarî ya dîrokî hêmanên domdariyê di nav hezarsalên dîroka xwe de vedihewîne, li bajêr di heman demê de hêjmarek piçûk avahiyên Romayî û Bîzansî hene. Li Atînayê du şûnwarên Mîrateyên Cîhanê yên UNESCOyê hene ku ev Akropolîsa Atînayê û Dêra Dapnî ya ku ji serdema navîn ve mane. Nîşaneyên serdema nûjen ku ji damezrandina Atînayê wekî paytexta dewleta serbixwe ya Yewnanistanê di sala 1834an de vedigere, Parlamena Helenî û Trilogiya Mîmarî ya Atînayê ku ji Pirtûkxaneya Neteweyî ya Yewnanistanê, Zanîngeha Neteweyî û Kapodîstriyan ya Atînayê û Akademiya Atînayê pêk tên. Li bajêr di heman demê de gelek muzexane û saziyên çandî, wek Muzexaneya Arkeolojîk a Neteweyî ku koleksiyona herî mezin a kevnariyên kevnar ên Yewnanistanê, Muzexaneya Akropolîs, Muzexaneya Hunera Kîkladîk, Muzexaneya Benakî û Muzexaneya Bîzansî û Xiristiyanî hene.[8] Atîna di sala 2016an de tevlî Tora Gerdûnî ya Bajarên Fêrbunê ya UNESCO bûye.

Di yewnaniya vevin de, navê bajêr Ἀθῆναι (Athênayî, di Atîka Klasîk de [atʰɛ̂ːnai̯] tê gotin) bi forma pirjimar. Di yewnaniya berê de, wekî yewnanî ya homerîk, nav lê bi forma yekjimar de, wekî Ἀθήνη (Athḗnē) bû. Dibe ku piştre di forma pirjimariyê de wekî Θῆβαι (Thêbai) û Μυκῆναι (Μukênai) hatiye binavkirin.[9] Koka peyvê dibe ku bi eslê xwe yewnanî yan Hind û Ewropî ye û dibe ku bermahiyek ji substrata Pre-Yewnanî ya Atîkayê be. Di serdema kevnar de, dihat nîqaş kirin ka Atîna navê xwe ji xwedawenda xweya Athena wergirtiye (Attic Ἀθηνᾶ, Athēnâ, Iyonîk Ἀθήνη, Athḗnē, û Dorîk Ἀθάνα, Athā́nā) yan jî Athena.[10] Zanyarên nûjen niha bi giştî li hev dikin ku xwedawend navê xwe ji bajêr digire, ji ber ku dawiya -ene di navên cihan de hevpar e lê ji bo navên kesane kêm e.[11]

Girê Akropolîs li Atînayê.

Kevintirîn hebûna mirovî ya naskirî ya li Atînayê Şikefta Şist e ku di navbera hezarsala 11an û 7ê b.z. de hatiye çêkirin.[12] Atîna herî kêm 5000 sal e (3000 BZ) ku bi berdewamî bûye wargeha mirovî.[13] Di sala 1400ê b.z. de wargeh dibe navendek girîng a şaristaniya Mîkenan û Akropolîs ku cihê kelehek girîng a Mîkenan bû ku bermahiyên wê ji beşên dîwarên taybet ên Kîklopan têne nas kirin. Berevajiyê navendên din ên Mîkenan mîna Mîkenan û Pîlos nayê zanîn ka Atîna li dor 1200 ê b.z. de wêran bûye yan na. Bûyerek ku pir caran bi êrişên doriyan ve tê hesibandin û atînayan her gav digotin ku ew îyonî bûn ku hêmaneke doriyan tunene. Atîna mîna gelek niştecîhên din ên Serdema bronzî piştî 150 salan ber bi kêmbûna aboriyê ve çûye.

Gorên Serdema Hesin ê li Kerameyikos û cihên din ên ku bi gelemperî bi dewlemendî têne peyda kirin û destnîşan dikin ku ji 900 salên b.z. û pê ve Atîna yek ji navendên pêşeng ên bazirganî û dewlemendiyê li herêmê bû. Dibe ku pozîsyona pêşeng a Atînayê ji cîhana bajêr ya navendî ya li cîhana yewnanî, keleha bajêr ya ewledar a li ser Akropolê û gihîştina wê ya ber bi deryayê ve hatibe encamdan ku ji dijberên hindurîn ên wekî Tebes û Sparta re avantajekî xwezayî bidest xistiye.

Yakitiya Delian, di bin serokatiya Atînayê de beriya Şerê Peloponnesiyan de ku di 431 ê b.z. de qewimiye.

Di sedsala şeşan ê b.z. de nerazîbûnên civakî yên berbelav dibe sedema reformên Solon. Ev reform dibe sedem ku rê li ber danasîna dawî ya demokrasiyê ji hêla Kleîsthen ve di sala 508 b.z. de bê vekirin. Atîna di vê demê de dibe xweyî hêzek deryayî ya girîng ku bi fîloyek mezin alîkariya serhildana bajarên Îyonî ya li dijî desthilatdariya persan dike. Di Şerên Yewnanî û Persan de Atîna bi Spartayê re, serkêşiya hevbendiya dewletên yewnanî dike ku di dawiyê de Persan paşve vegerandine. Yewnaniyan li Marathonê di sala 490 sala b.z. de û li Salamîsê di 480 sala b.z. de Persan têk biriye. Lêbelê vî yekê rê neda ku Atîna di nav salekê de du caran ji hêla Persan ve were dagirkirin. Piştî berxwedaneke mezin ê li Termopiyalê hêzên ku ji aliyê spartayî û yewnaniyên din ên ku bi serokatiya qiral Leonidas ve dihate koordînekirin, Boyotiya û Atîka ketin destê Persan.[14]

Dehsalên li pey wan wekê Serdema Zêrîn a demokrasiya Atînayê hatiye nas kirin ku di wê demê de Atîna bûye bajarê pêşeng ê Yewnana Kevnar û bi destkevtiyên xwe yên çandî bingehên Şaristaniya Rojava avakiriye. Nivîskarên şanogerê Eskîlyos, Sofoklês û Yorîpîdes, dîroknas Herodot û Tukîdîdes, bijîjk Hîpokrat û fîlozof Sokratês di vê serdemê de li Atînayê kar û hunerên xwe pêş xistine.

Di nîvê sedsala 4ê b.z. de padîşahiya bakurê yewnanî ya makedonî di karûbarên Atînayê de keseke serdest bû. Di sala 338 ê b.z. de artêşên Filîpos II di Şerê Koreniyayê de hevalbendiyek hinek bajar-dewletên yewnanî ku di nav wan de Atîna û Tebes hebûn têk diçin. Piştre re di bin desthilatdariya Romayê de Atîna ji ber dibistanên bajêr ên ku pir hatine pesin kirin statûya bajareke azad werdigire. Di sedsala duyem a piştî zayînê de, împeratorê Romayê Hadriyan ku bi xwe hevwelatiyek atînayî bû ferman dide ku pirtûkxaneyek, salona werzîşê, avjeniyek ku heya roja îro jî tê bikar anîn, çend perestgeh, (Perestgeha Olîmpiyan a Zeus) pîrozgeh û pirek were çêkirin ku fînansekirin û temam kirin van avahiyan ji aliyê împerator ve pêk hatiye.[15]

Di dawiya Antîka Dereng de Atîna ji ber ku Heruliyan, Vîzgotan û Slavên Destpêkê, dibin sedema wêrankirin ên mezinê li bajêr, Atîna piçûk dibe. Di vê serdemê de yekem dêrên xiristiyanan li Atînayê têne çêkirin û Partenon û perestgehên din ên dînî vediguherinin dêran. Niştecihbûna bajêr di nîvê duyem ê Serdema Bîzans a Navîn de, di sedsalên neh û deh ê piştê zayînê de berfireh dibe û bajêr di dema Seferên Xaçperestan de bi awayekî hêsan dewlemend dibe ku ji bazirganên Îtalyayê ji dewlemendiya bajêr sûd werdigirtin. Piştî Sefera Xaçperestan a Çarem Dukaya Atînayê hatiye damezrandin. Di sala 1458an de dema ku bajêr ji aliyê Împeratoriya Osmanî ve hatiye dagirkirin bajêr dikeve demeke dirêj a paşketinê.

Piştî Şerê Serxwebûnê yê Yewnanistanê û damezrandina Padîşahiya Yewnanî, Atîna di sala 1834an de wekî paytexta dewleta Yewnanî ya nû serbixwe hatiye hilbijartin. Piştî wêrankirina berfireh a ku di dema şerê serxwebûnê pêk hatiye, bajêr gelek piçûk dibe ku dibe wekê bajarokek ku bi qasî 4.000 kesan li bajêr jiyan kirine. Şêniyên bajêr di nav komek xaniyên li nêzîkî Akropolîsê jiyan dikirin. Keyê yekem ê Yewnanistanê, mîmar Stamatios Kleanthis û Eduard Schaubert peywirdar dike ku plansaziyek bajarî ya nûjen a ku ji bo paytexta dewletekê tê sêwirandin bikin.

Yekem plansaziya bajêr a nûjen ji sêgoşeya ku ji hêla Akropolîs, goristana kevnar a Kerameyikos û qesra nû ya padîşahê Bavyera (ku niha Parlamena Yewnanistanê tê de ye) pêk tê ku di navbera Atînaya nûjen û kevnar de ye pêk hatiye. Neoklasîsîzm, bi şêwaza navneteweyî ya ku şêwaza vê serdemê ye sêwirandina bajêr ji aliyê mîmarên fransî û yewnanî yên wekî Hansen, Klenze, Boulanger yan Kaftantzoglou yekem avahiyên gelemperî yên girîng ên paytexta nû hate sêwirandin.

Ji perestgeha Olîmpiyan Zeus dîmena Atînayê.

Atîna li seranserê deşta navendî ya Atîkayê belav dibe ku bi gelemperî wekî Deşta Atînayê yan jî Deşta Atîkayê tê binav kirin (bi yewnanî: Λεκανοπέδιο Αθηνών/Αττικής). Deşt ji aliyê çar çiyayên mezin ên ku li rojava Çiyayê Egeliyo, li bakur Çiyayê Parnîta, li bakurê rojhilat Çiyayê Pentelîkus û li rojhilat Çiyayê Hîmetus ve hatiye dorpêç kirin.[16] Li derveyî Çiyayê Egeliyo Deşta Trîasiyan heye ku ber bi rojava ve dirêjahiya deşta navendî pêk tîne. Kendava Saronîkê dikeve başûrê rojavayê bajêr. Çiyayê Parnîta ji çar çiyayan (1413 m) çiyayê herî bilind e ku çiya dir roja îro de wekî parkek neteweyî hatiye ragihandin.[17] Qada bajarî ya Atînayê ji Agiyos Stefanos li bakur ber bi başûr ve heya Varkîza 50 kîlomêtre berbelav û dirêj dibe. Bajêr 38 pile li bakurê ekvatorê, li herêma avhewaya nerm a bakur cih digire.

Atîna li dora çend giran hatiye avakirin. Girê Lîkabetusê yek ji girên herî bilind ên bajêr e ku ji girê dîmenên ji tevahiya Baskê Atîkayê tê dîtin. Meteorolojiya Atînayê di cîhanê de yek ji tevlihevtirîn ê cîhanê hesibandin ji ber ku çiyayên bajêr dibin sedema diyardeyek berevajîkirina germahiyê ku li gel dijwariyên hikûmeta Yewnanîstanê di kontrolkirina qirêjiya pîşesaziyê de, berpirsiyarê pirsgirêkên qirêjiya hewayê bû ku bajêr pê re rû bi rû maye.[18] Ev mijar ne tenê Atînayê ye; Mînak, Los Angeles û Meksîko City jî ji pirsgirêkên veguheztina atmosferê yên bi heman rengî re rû bi rû dimînin.[18]

Çemê Kepîsus, Çemê îlîsos û Çemê Erîdanosê çemên dîrokî yên Atînayê ne.

Atîna xwedan avhewa germhavîna Deryaya Navîn e (Köppen dabeşkirina avhewayê:Csa). Li gorî îstasyona meteorolojiyê ya li nêzî navenda bajêr ku ji hêla Çavdêriya Neteweyî ya Atînayê ve tê xebitandin li devera navenda bajêr germahiya navînî ya salane 19,2 °C heye dema ku beşên kombûna bajarî dibe ku bigihîje 19,8 °C ê ji ber ku bandora girava germa li ser germa bajarî çêdibe. Atîna her sal bi qasî 433,1 mîlîmetre baran dibare ku bi giranî di demên sartir a salê de dibare. Barana mayî jî di demên hênik de kêm dibare. Mij li navenda bajêr kêm e lê li deverên li rojhilat, li nêzîkî Çiyayê Hîmetus hinekî pirtir mij çêdibin.[19]

Beşa başûr a qada metropolî ya Atînayê (yan jî, Elliniko) li herêma veguhêz a di navbera Deryaya Navîn û avhewaya germ a nîv-ziwa de ye ku bajarê port-bajarê Piraeus mînaka herî tund e ku tenê salê 331,9 mîlîmetre baran dibare. Deverên li başûr bi gelemperî guheztinên germahiya kêm dibînin ji ber ku hewaya wan ji hêla Kendava Saronîkê ve nerm e.[20] Beşê bakurê bajêr (yan jî Kifissia) ji ber bilindahiya xwe ya bilind, germahiya nerm kêm e û barîna baranê li seranserê salê hinekî zêde ye. Avhewaya gelemperî ya zuwa yê deşta Atînayê li gorî awayên baranê ku di avhewayek tîpîk a Deryaya Navîn de tê dîtin ji ber bandora siya baranê ya ku ji Zincîre çiyayên Pîndus û Çiyayên Dîrfîs û Parnithayê pêk tê, bi giranî rojava û bakur bi rêzê be zuha dike.[21]

  1. ^ "Οι πρώτοι... Αθηναίοι | πολιτισμος | ethnos.gr". web.archive.org. 21 tîrmeh 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 21 tîrmeh 2011. Roja gihiştinê 12 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "CNN - Greece uncovers 'holy grail' of Greek archeology - Jan. 16, 1997". web.archive.org. 6 kanûna pêşîn 2007. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 kanûna pêşîn 2007. Roja gihiştinê 12 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "Athens | History, Population, Landmarks, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 9 hezîran 2023. Roja gihiştinê 12 hezîran 2023.
  4. ^ "BBC - History - Ancient History in depth: The Democratic Experiment". www.bbc.co.uk (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 12 hezîran 2023.
  5. ^ "Ancient Greece - MSN Encarta". web.archive.org. 29 kanûna paşîn 2009. Ji orîjînalê di 29 kanûna paşîn 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 hezîran 2023.
  6. ^ "Μόνιμος Πληθυσμός - ELSTAT". www.statistics.gr. Ji orîjînalê di 5 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 hezîran 2023.
  7. ^ "Athens, Greece Metro Area Population 1950-2023". www.macrotrends.net. Roja gihiştinê 12 hezîran 2023.
  8. ^ "CNN/SI - Olympics - Sentiment a factor as Athens gets 2004 Olympics". web.archive.org. 19 gulan 2008. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 19 gulan 2008. Roja gihiştinê 12 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  9. ^ "Homer, Odyssey, Book 7". web.archive.org. 18 nîsan 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 18 nîsan 2021. Roja gihiştinê 12 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  10. ^ Beekes, Robert (7 tebax 2014). Pre-Greek. BRILL. ISBN 978-90-04-27938-4.
  11. ^ Burkert, Walter (1985). Greek religion. Internet Archive. Cambridge, Mass. : Harvard University Press. ISBN 978-0-674-36280-2.
  12. ^ "Οι πρώτοι... Αθηναίοι | πολιτισμος | ethnos.gr". web.archive.org. 21 tîrmeh 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 21 tîrmeh 2011. Roja gihiştinê 12 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  13. ^ Tung, Anthony M. (2001). Preserving the world's great cities : the destruction and renewal of the historic metropolis. Internet Archive. New York : Three Rivers Press. ISBN 978-0-517-70148-5.
  14. ^ Lewis, John David (25 kanûna paşîn 2010). Nothing Less than Victory: Decisive Wars and the Lessons of History (bi îngilîzî). Princeton University Press. ISBN 978-1-4008-3430-3.
  15. ^ Kouremenos, Anna (1 kanûna paşîn 2022). "(2022) "The City of Hadrian and not of Theseus": a cultural history of Hadrian's Arch". In A. Kouremenos (Ed.) The Province of Achaea in the 2nd Century CE. Routledge.
  16. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 22 tîrmeh 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 22 tîrmeh 2013. Roja gihiştinê 12 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  17. ^ "WELCOME!!!". www.parnitha-np.gr. Ji orîjînalê di 28 kanûna paşîn 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 hezîran 2023.
  18. ^ a b Tung, Anthony M. (2001). Preserving the world's great cities : the destruction and renewal of the historic metropolis. Internet Archive. New York : Three Rivers Press. ISBN 978-0-517-70148-5.
  19. ^ "ippcathens2024". www.ippcathens2024.gr (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 12 hezîran 2023.
  20. ^ Melas, D.; Ziomas, I.; Klemm, O.; Zerefos, C. S. (1 hezîran 1998). "Anatomy of the sea-breeze circulation in Athens area under weak large-scale ambient winds". Atmospheric Environment (bi îngilîzî). 32 (12): 2223–2237. doi:10.1016/S1352-2310(97)00420-2. ISSN 1352-2310.
  21. ^ "Mountain Weather in Greece : Articles : SummitPost". www.summitpost.org. Roja gihiştinê 12 hezîran 2023.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]