Metroya bajarê New Yorkê
Metroya bajarê New Yorkê, (bi inglîzî: New York City Subway) toreke metroyê ye ku li bajarê New York a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Metroya New Yorkê di 9ê cotmeha 1863an de hat vekirin û yekem rawestgeha metroyê di 27ê cotmeha 1904an de hatiye vekirin. Metroya New Yorkê, yek ji kevintirîn pergalên veguheztina navbajariyên li cîhanê ye. Sîstema metroya New Yorkê xwediyê tora metroya herî mezin a cîhanê ye[1] û dirêjahiya tora metroyê 1370 kîlomêtre ye. Metro, ji 27 xet û 472 rawestgehan pêk tê.[2]
Metroya New Yorkê, ji xeynî hinek xetên ku di rewşên wekî acîl û karesatan de nîv-dem dixebitin, her rojên salê, 24 saetan dixebite.[3] Di warê hejmarên rêwiyan ên salane de, pergala herî qelebalix a veguhestina navbajariyê li Nîvkada rojava û cîhana rojava ye.[4] Metroya New Yorkê nehemîn pergala herî qelebalix a metro ya li cîhanê ye. Di sala 2017an de metroyê zêdeyî 1,72 mîlyar rêwî, di nava hefteyê de 5,6 mîlyon rêwî û di dawiya hefteyê de jî bi giştî 5,7 mîlyon rêwî ragirtiye.[5]
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Metroya New Yorkê yekem car di 9ê cotmeha 1863an de wekî xetek trenê ya li ser erdê hate çêkirin.[6] Di salên 1870an de tuneleke wagonên bin erdê ku 95 metre dirêj dibe û di xebatê de bû, ji aliyê Alfred Ely Beach ve hate çêkirin.[7] Yekem xeta trênê ya binerdê ya New Yorkê di 27ê cotmeha 1904an de hate çêkirin. Ev xet ji şaredariyê heta ceddeya 145emîn û Broadwayê diçû.[8] Dirêjahiya wê 14,7 km bû û 28 rawestgehên xetê hebû. Xet ji hêla Pargîdaniya Transît Rapid a Interborough (IRT) ve dihate xebitandin. Piştre re xetên metroyê di sala 1905an de heta Bronx, di 1907an de heta Brooklyn û di 1915an de heta Queens hatin dirêj kirin.[7]
Xetên Metroyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "nycsubway.org: Subway FAQ: Facts and Figures". www.nycsubway.org. Roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2021.
- ^ "mta.info | Facts and Figures". web.mta.info. Roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2021.
- ^ "Riding the subway". MTA (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2021.
- ^ "mta.info | Facts and Figures". web.archive.org. 22 hezîran 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 22 hezîran 2013. Roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2021.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "mta.info | Facts and Figures". web.mta.info. Roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2021.
- ^ "Beach Pneumatic". web.archive.org. 6 çiriya pêşîn 2007. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 çiriya pêşîn 2007. Roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2021.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ a b Editors, History com. "New York City subway opens". HISTORY (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2021.
{{cite web}}
:|paşnav=
sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî) - ^ Editors, History com. "New York City subway opens". HISTORY (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2021.
{{cite web}}
:|paşnav=
sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)