Mewlûda Melayê Batê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mewlûda Melayê Bateyî an Mewlûda Kurdî helbesta Melayê Bateyî ye ku di hemû mihrîcanên rojbûna Muhemmed Pêxember de tê xwandin. Ev helbest dîrokî û wêjeyî ye. Her neteweyek bi zimanê xwe mewlûd gotiye û ev jî ya kurmancî ye. Ya zazakîEhmedê Xasî gotiye. Seydayê Tîrêj jî mewlûdek kurmancî gotiye lêbelê Mewlûda Batê ji hemûyan girîngtir e[1]

Mewlûda Melayê Bateyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hemdê bêhed bo Xudayê 'alemîn

Ew Xudayê daye me dînê mubîn

Em kirîne ummeta xeyr-ul beşer

Tabi'ê wî muqtedayê namiwer

Ew Xudayê malikê mulkê 'ezîm

Daye me mîrasa Qur'ana Kerîm

Dînê me kir kamil û nî'met temam

Ye'nî da me Ehmed û dar-ûs-selam

Ew Xudayê bênezîr û zulcelal

Bêmîsal û bêheval û bêzewal

Raziqê bê dest û pa û mar û mûr

'Alimê sirra negotî der sudûr

Karîsazê bende û sultan-î-can

Rehîm û Rehman, letîf û mîhrîban

Asîmanê bêsitûn wî kir pedîd

Sûretê ba xal û xet wî aferîd

Hêvîdar in em ji te Şahê Kerîm

Îhdîna ya Reb sîrat-el-musteqîm

Nê ji me sûc û xeta tên û sîtem

Lê ji te îhsan û xufran û kerem

Ya Reb îmanê dixwazîn em mudam

Jêrê alaya Muhemmed wesselam

Ger divêtin hûn ji narê bin necat

Bi 'işq û şewqek hûn bibêjin esselat

Ber tu bada her zeman û an û hîn

Ey Muhemmed sed hezaran aferîn

Ey şefî'ê darûyê her 'îlletê

Dîde û bînahiya vê ummetê

Destigîr û mustexasê her dû kewn

Bo gunehkaran penah û puşt û 'ewn

Sellî ya Rebbî 'ela xeyr-îl-beşer

Ta hebin teyr û bixwînin ber şecer

Ew hebîbê rohnîya heft asîman

Her dû 'alem qalib, ew ruh û rewan

Xak-î-payê Ehmed ew Beyt-ul-Heram

Lew şerîf in Zemzem û Rukn û Meqam

Sellî ya Rebbî 'ela xeyr-îl-wera

Ma tesîrûş-şemsû fîs-seb'-îl-'ûlla

Fexrê Îbrahîm û Îsmaîl û Nûh

Mustefayê bawefa yê bafitûh

"Ma remeyte îz remeyte" goşidar

Destê wî destê Xuda der kar û bar

Sellî ya Rebbî 'ela xetmîr-rusul

Ma yemûc-ûl 'aşîqûne fîs-subul

Ew kelîmê xweşnewayê çerx-î-tûr

Daxîdar im bo wî sîmayê binûr

Ey şefî'ê sahibê alayê hemd

Min hene bê hed guneh, nisyan û 'emd

Lê mi hêvî wasiq e dê ez feqîr

Jêrê alaya te bim roja 'esîr

Ger divêtin hûn ji narê bin necat

Bi 'işq û şewqek hûn bibêjin esselat

Her kesê gûhdarê Mewlûda Nebî

Dergehê mîzgînîyan dê lê vebî

Gotî wî Pêxamberê 'alî sifet:

Mewlûda min her kesê mezin biket

Ez şefî'ê wî me roja mehşerê

Dê vexwut ew tasek ava kewserê.

Serfê Mewlûda mi yek dirhem pere

Hemberî yek kohê zêrê ehmere

Fî sebîl-îllah bibexşî ber feqîr

Qedrê Mewlûdê bizanin hun kebîr

Hem ji bo Bekr û 'Umer hat ev xeber

Hem ji 'Usman û 'Elî çêbûn eser

Dîrhemek bêt serfê Mewlûda Nebî

Xêrekî mazin ji bo hasil dibî

Hem ji Şeyxan bû rîwayet ev xeber

Şeyxê kerxî, Fexrê razî, ba diger

Her kesê hazir biket ew yek te'am

Ba buxur û şerbet û qedrek temam

Gazî ket îxwan û hilbîtin çira

Bête xwendin Mewlûda xeyr-ul-wera

Tête heşrê ew digel xelqê berî

Ye'nî ba Pêxamberanî enwerî

Herçî bînît, hindî tiştê xwarinê

Dê mûbarek bît li ber vê xwendinê

Bête xwendin ger li yek sikke-dîraf

Dê mûbarek bin derahim bêne zaf

Bête xwendin ger li avê, yê vexwet

Rehm-î-nazil cumleyê 'îlett dibet

Her cihê lê bête xwendin rehme lê

Dê Melek bibin tijî wê menzîlê

Xanîyê lê bête xwendin ev sela

Dê bibîte ba'îsê def'a bela

Bo xudanê zadî yû bo hemnişîn

Her selatan dê bidin kerrûbîyîn

Dafi'ê cumle hesûdê çav xirab

Der mezarê sehle lê redda cewab

Pirr kesan dîtin keramat û eser

Ji xwendina Mewlûda xeyr-il-beşer

Her wekî hatîye gotin bê hîsab

Lê neşçm bêjim ji tetwîla Kîtab

Qedrê Mewlûdê nizanim bêjim ez

Lêk hişiyar bin nebîte cerge-bez

Ger divêtin hûn ji narê bin necat

Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat

Girtî yek qebde ji nûra Xwe Xuda,

Gote wê: "Kûnî Hebîbî Ehmeda".

Hêj ne erş û ferş û kûrsî û qelem

Hêj ne lewh û Enbîyayê muhteşem

Saliha tesbîh kir nûra şigerf

Şeş mîet elf û çihar û bîsti elf

Paşî bo wî çêkirî dwazdeh hîcab

Her yekî xwiştir ji yadî bê hîsap

Qudret û te'zîm û mînnet, merhemet

Hem se'adet hem keramet, menzîlet

Hem hîdayet hem nubûwwet, rîf'ete

Ta'ete yazdeh, şefa'et temmete

Her yekî westabû tê da çendî sal

Lê 'eded-mespare 'ilmê Layezal.”

Her yekî tesbîhekî xas û cuda

Daîmâ tesbîh xwendin bo Xuda

Paşî avête çihar behrê mezin

Wî Xuda yê “Layezalê” îns û cin

Behrê nusret, sanî behrê merhemeh

Behrê qudret, behrê îrfan, în hemeh

Çûn ji behrê me'rîfet ew hate der

Qetre jê werya bi îlham, ew qeder

Sed hezar û hem çihar û bîst-i elf

Her yekî bû yek Nebîyyê dil-şigerf

Paşê Wî çêkir ji nûra namiwer

Cewherek, lê kir nezer ew bû du ker

Nisfê ewwel dayê çavê heybetê

Nisfê sanî dayê çavê şefqetê

Nisfê ewwel bûye behr û her li vî

nê ji tirs û heybetê qet nanivî

Hem kelî ew behr û kef da û dûxan

Kef bûye erd û dûxan bû asîman

Nivîka di çêkirin jê çari çîz

'Erş û kursîyyû qelem, lewhê temîz

Hate emrê “Padîşahê Layezal"

Malîkul mulkê Celîlê Zul-celal:

“Ya qelem binvîs bi emrê Padîşah”

“Ez çi binvîsim? biferma ya Îlah!

Qale: "Ûktûb Laîlah îlla ene",

Hem Muhemmed Qasidê emrê min e.

Sacîd û bêhiş girî sed sali dî

Ser hilîna got Îlahî seyyîdî

Ez dizanim Laîlah îlla Tu yî

Ew Muhemmed hemberê îsmek bûyî

Kijke ya Sultanê ba cud û kerem?

Padîşahê sermedî got: Ya qelem.

Ger nebûya ew Muhemmed, lewh û 'erş

Min netîna ne wucûdê ta bi ferş

Ney tû ney Cennet û narê mezin

Cumle eşya min ji bo Wî çêkir in

Muhbetê hîngavt û şeq bû ew qelem

Ma li ser lewhê nivîsê dem bi dem

Serxweş û şûkranê Wî navê şirîn

Paşê ba îlhamê Rebb-êl 'alemîn

Gotî ewwel: -Ya Muhemmed Es-selam

Hem Eleyke gotî Rebbê “La yenam.”

Da cewaben 'en Hebîbê-l Îzzetê:

We Eleyke Es-selam û Rehmetê

Bûye Sunnet lew selam û redd e ferd.

Cûmle ehwal paşê hingê kirne erd.

Wî nivîsî pêkve Ummet qencîkar

Cennetîyyû 'esîyan dê biçne nar.

Ummeta Ehmed nivîsî ehlê Nûr

Ummet-un muznîbet-un Rebb-ûn xafûr

Cumleê ehwalê 'alem bêş û kem

Wî nivîsî borî yû hişk bû qelem

Ger divêtin hûn ji narê bin necat

Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat

Çûn îradet hate sultanê refî'

Çêkirî Adem bi vî şiklê bedî'

Emrî hate goşê Cibrîlê Emîn:

Qebde'ê bîne ji beyda'ê zemîn

Ew dilê erdê û hem hûsn û biha

Zîneta meknûn û dûrra bê biha

Hatî Cebraîl li ba emrê Letîf

Çengekî axê ji wê qebra şerîf

Girt û ba tesnîmê safî kir hevîr

Têkveda heta ku ew qenc bû xemîr

Bu wekî dûrra sipî wê se'atê

Xewte da der çûyibarê Cennetê

Emrê Cebraîl kirî paşê çûnan

Wê bi gîre der zemîn û asîman

Behr û berr û şerq û xerbê 'alemê

Hate gêran hêj ne behsa Ademê

Nê hezaran Salê çûne axîrî

Ew nebî bû Adem hîj av û herî

Paşî hingî xaliqê her sûretê

Çêkirî Adem bi destê qûdretê

Pif kirî ruhê xu ew bû nazenîn

Lew Melek hatin ji bo wî sacidîn

Bû xezîne ew ji bo dûrra yetîm

Danîye pişta wî ew Nûra 'Ezîm

Paşê bir avête baxê Cennetê

Xeyrî darê jê bixwe j' her nî'metê

Sef bi sef westane pişta wî Melek

Nazirê Nûra Muhemmed ew Melek

Gotî Adem ew Melaîk bo çi her

Wî li pişta min dikin daîm nezer

Rebbê 'alem gotî Adem ey mûlî

Tu ji bo Nûra Muhemmed hamilî

Ew Hebîbê Min di pişta te zuhûr

Lew Melek têne temaşeyê ji dûr

Gotî Adem ey Xuda wendî felek

Min divêtin bêne pêş min ew Melek

Hem bi fermana Xuda wê se'atê

Nûr ji piştê hate nîva cebhetê

Hin dibêjin hate tilya şahidê

Lê heqîqet her dizanitin Xudê

Mislê rojê hatîye ew ca felek

Hem teheyyur Adem û hindî Melek

Gotî Adem ya Rebb ew Nûra qebûl

-Ma te tiştek? Gotî Eshabê Resûl

Gotî Adem: -Ya Îlahî qenc e bêt

Bête tilyan her çi maye, Min divêt

Nûra bû-Bekir di wastayê 'Umer

D' bunser û 'Usman di xunser musteqer

Hate îbhamê dibên nûra 'Elî

Şu'lê da tilyan û Cennet muncelî

Hatî Hewwa û nezer da nûrî saf

Gotî: - Ya Adem çi nûre pir şefaf ?

Gotî Nûra yek Nebî yê mezin e

Seyyîd û hem serwerê nesla min e

Çûnkî bê emrê ji Adem bû zîhar

Nûr ji enyê hate piştê bû sitar

Nê ji darê xwarin herdu kan şîrîn

Hûlle ê Cennet ji bejnê da firîn

Îhbîtû mînha cemî'en hate emr

Adema dî pêkve lakîn bi sebir

Der „Seren" dîbê bi erdê ket girî

Çend salan rohnîkê wî bûne herî

Rohnîkê wî şîn kirin dar û nebat

Çûn di erdê da û pa û mayi mat

Pir girî û xweş girî bê hed gelek

Newhe ê „înna zelemna" çû felek

Rojekê ew der sûcudê bê mefer

Pir girî û hem li erşê kir nezer

Dît nivîsî „La îlahe-îlellah

Ba Muhemmed ba Resûlellahê Şah

Got: - bi heqqê an Muhemmed key, te, neqş

Wî kirî ba Îsmê Xu ber saqî 'erş

Tu bi xufranê min ê bêçare, ah.

Hate Cebraîl li ba emrê Îlah

Ser hilîne Adema 'Efwa Celîl

Bo te hat û rabe ey zîba cemîl,

Hurmeta navê Muhemmed an Resûl

Tewbeya te bû qebûl û her qebûl.

Ger divêtin hûn ji narê bin necat

Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat

Çûn ji Adem nûra Ehmed bû cûda

Hate puşta Şîsê burhan-ul hûda

Hate eslabê bûtûnî tahir e

Qet nebû yek jî, xerab û facir e

Fewqê 'Ednan ta ji Adem îxtîlaf

Tê heye lew bî tîfaq e ev mesaf

Jêrî Ednan ta ji 'Ebdullah guhest

Bîst û yek babin, hemî rast û durust

Hin yekî ‘Ednan û Me'd û hem Nezar

Mudr û Îlyas in bizan ey goşîdar

Mudrîke paşê Xûzeyme taze 'eyş

Hem Kenen e paşê Nedr e bû Qureyş

Malîk û hem Fehr û Xalîb hem Lûwey

Ke'b û Mûrre hem Kîlab û hem Qusey

Hem ji puşta wî Quseyyê pak û saf

Ew emanet hate nik 'Ebdûlmenaf

Hem ji nik 'Ebdulmenaf ew muxtefî

Hate pişta Haşim ew Nûra sefî

Hem ji Haşim bû emenet munqelib

Hate bû mêhvanê 'Ebdulmuttelib

Sîlsîla wî ta bi Adem da û bab

Pêkve di biçne bihîştê bê hîsab

Ger divêtin hûn ji narê bin necat

Bi 'işq û şewqek hûn bibêjin esselat

Hem ji Abdûlmuttelîb bû hamîle

Fatîme hem mûdde teş bû kamîle

Ji bo Abdullah bi hûkmê sabîqe

Nûra Ehmed der cebîneş barîqe

Mazharê nûrâ Mûhemmed hatî ew

Pâk û nûranî mûeyyed hate ew

Girtî xwinê cûbbe ê yehya çûnar

Wê demê bû yek şehîdê bê şûwar

Hişkê bû ew xwinê birin rûzîgâr

Tâ wûcudê Abdullahê namîdâr

Taze bû ew xwin û mercân bune rêz

Rahibân got ay û way exbarê nêz

Wextê rabit Ehmedê alî alem

Nasixê tewrat û încil û sanem

Hat xudanê seyf û Qur’ana mûbîn

Xwinê Yehya bû nîşana wî yeqîn

Lêk vegeryan hem sûal û hem cewab

Way û weylê kefte nav ehlê kîtab

Wan yeqî kir Abdullah hate wucûd

Ba’adawet qast kirin qetla wî zûd

Ger divêtin hûn ji narê bin necat

Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat

Ehlê kizb û ehlê zûr û îftira

Çendî carân hatine um-mûl qura

Abdullah der hivzê sultanê wedûd

Nûra Ehmed dafi’ê şerrê yehûd

Abdullah mezin bu ba nâz û delal

Canê Abdûlmuttalib ew meh û sal

Xweş divê babê azîzê maderê

Rohnîya malê û zîba esmerê

Şikl û sîma mislê bedrâ asîman

Nazik û ranâ û nûra xanedan

Dîlber û mehbûb û şîrîn wek şeker

Herkesî ew dî û dil lê bu duker

Dohtî çâkanî kureyş û hem ereb

Muntezir bun pêkwe bo wî roz û şeb

Her yekî hîvî dikir ew bit qebûl

Ba yekî wî qet neda meylâ wusul

Bu di aza ew ji fikrî în û an

Yumnî nûra Ehmedî bûba sîban

Rojekî wî gote babê ey emîr

Saeta ez biçme betha û sebîr

Min ji piştê tê te der nûrek mezin

Radibitê ser serê min ew ji min

Ez di bînim minqasim bu ew duker

Yek di şerqê yek di xerbê çuye der

Tête vehcespân û çapûk bide reng

Tête ser yek mislê ewrê taze reng

Ez dibînim asîman buye dû şeq

Radibit ew nurê ta bi heft tebeq

Tête veh-fil- halî zanalî maqam

Ez dibînim tête piştamin temam

Seata rûnim li ser mehda zemîn

Min acaîp tête pêşmin aferîn

Hem ji erdê tête semê ev kelam

Wî digelte Ehmed wes-selam

Her çi darê hişkê ez çume binî

Bu hîşîn kesk ji bekan pir xenî

Bû sî û sewan li ser min nagîhan

Ez ku çum bu hişk û bê belk û xûsan

Ew remz û hale babo bêje min

Gote babî rohnîya çavê di min

Çavê min mizgîn l ite ey nazenîn

Dê ji te zahir bitin şahê emîn

Hêvîya min wasiqe Dê radibîtin

Ekrêmê alem ji te peyda bitin

Eşrefê mexlûk û siltanê cîhan

Dê ji te zahir bîtin bê şik bi zan

Min dîye der xewab û mame mûntezer

Ehmed ji pişta teye canê peder

Çûnkî Ebdillahê rabû pâkî zat

Xweş li qetla wî cihûdan kir xebat

Rahib û ehbar û hem ehlê kîtab

Ji agirê kerbê hemî bune kebab

Hatine heftê cihûd ez milkê şam

Taze beyat best û ehd dane temam

Cengî û merdê dila wer şûreger

Pêkve xwarin sund û bestên taze şer

Ta neêtê kuştin ew zîba heram

Yek ji me naêtê ax û milkê şam

Rahê sehra girt ewanê kîne dûz

Mislê kûndê her bi şev çune birûz

Zû gihîştin çune dorâ mekkihê

Ketne bestan mislê ava bin kehê

Da bibîn kengî dê bêtin firsatê

Newbedar ketne kenarê heyşetê

Rojekî wan di bi çolêde meşî

Talibê neçîr û ahûyê xweşî

Wan ku di raburî Evdillah çunan

Ba tenê tenha bi çolêde rewan

Firseta xwe dîn û rabun şûr û hesin

Çun di payde mislê gûrê dev bi xwîn

Ger divêtin hûn ji narê bin necat

Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat

Hem di wê rojê li sedyê bu weheb

Yanî babê Emîna alî neseb

Çun seda hat û weheb lê kir nezer

Hate Evdillahê qewmê xwînceger

Refde gûrkek hate berxê newciwan

Lê belê hişyare lê zîba şivan

Nagîhan fikrî weheb di ji asîman

Hate xwarê leşgerê rewhanîyan

Xeybeyanê keksê puşî gulîzar

Hatin û jêk rakirin ew tar û mar

Terfetûl eynê cihûd berbat kirin

Wan ji iqlîmê cîhan winda kirin

Seata sirrê ji xeybê dî weheb

Maye heyran û fe maye der eceb

Çun ji Evdillahê dît ew sir û hal

Xweş li lewhê dil nivîsî ev xeyal

Ger qebul ket min daye wî Emîna

Pak û masûmê hebîb û mûqîma

Ger divêtin hûn ji narê bin necat

Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat

Paşî wê sirra azîm û nûr û tab

Nazîlê qelbê weheb bu îttirab

Çapûk û çespan vegerya hate mal

Wî hîkayet got ji bo mala xwe hal

Hem hîkayet ji bo zewcê weheb

Hem keramet hem ji cenga bûl-eceb

Gote zewce qence qasit bî ji min

Rabî bî çî xanedana der mezin

Bêje Evdilmittalîb min Emîna

Wê li nîk zîba afîfa mûqîna

Gotî Evdillah bi bitin ew qebûl

Temşîyet dê bit û çê bît usûl

Nazik û sîma xweş dîlber ewe

Layiqê wî babê ta wî her ewe

Hatî Evdîlmûttalîb kir ba xeber

Hem di Evdillahi hûbbê kir eser

Gotî dayê rabe ey zîba xîsal

Zewceyê bo min bi xwaze bes delal

Ba cemal û ba kemal û ba edeb

Xweş eda şîrîn lîqa alî neseb

Zu di rabu Fatîma dil şadî man

Mazirê ber suretê gûlçehre kan

Pir şepal û gûl rixanê taze eyş

Sakînanê perdeyê alê qûreyş

Dil newa û pêkve naz û qende leb

Kes nedî şîrîntir ez binta weheb

Emîna gûl bu di gûlzarê cemal

Hûsnî û bê hed qad û qamet ittîdâl

Dê çi bêjim ez cemal û marîfet

Walidê Ehmed bese her ew sifet

Fatîma dît û vegerya da mina

Gote Evdillahê behsê Emîna

Mislê wê nebûn şepal û nazenîn

Nê di dînyê ne di firdewsa berîn

Carîdî çu dît û ew nazik nîhal

Lê vegera babetin herdû heval

Hate Evdilmuttalîb rakir ji mal

Çun ji babê xwestin ew ranâ şepal

Weqîyek zîv û weqîyek zeheb

Sed şitûr sed pez e wî dane weheb

Sed beqer cûmle ciwan û samîne

Bu hinarên pêkve nexta Emîne

Hate Evdilmuttalîb vê seatê

Kir tedarîk kar û barê dawetê

Çêkirin zâd û teamam bil-eceb

Hem qureyşî xwendin û hindî ereb

Emîna xemlê ji rengê gûlşenê

Zend û bazin rêştine ji rengê hinê

Xweş newa û xweş eda hatin ereb

Cuma bu ew şeb nehê mahê receb

Wê şevê anîn nîkah û aqdê best

Bûk û zava mane şerbet dane dest

Der Mekkê meşhûrî bu ev gotina

Evdillah zavaye bûke Emîna

Hesret û kerbî hemî berbat kirin

Wê şevê sed jin temamî jê mirin

Bû û zava herdû çune xelwetê

Şahîyane kefte baxê cennetê

Zu di ridwanê vekir babê cinan

Daketin dergehê nîran nagîhan

Hur û xîlman û çem û teyr û nebat

Hatine hemd û senayê xweş lûxat

Ez demê can bexşî cîbrîlê emîn

Mijde da ehlê semawat û zemîn

Rabê mizgînî bibe ji mexlûqan re

Ji asîman û erdê ta teht-es-sere

Xûlxulê peyde bu der heft asîman

Sewtê tesbîhê melek çu lamekan

Hate xwarê Cebraîl û mijde da

Keksê alâ yek li banê Kabê da

Mijde da mexlûqê ha ê behr û ber

Cûmle heywanetan zanî ev xeber

Xweş nîda hat ez yesar û meymene

Nura Ehmed hatî çu nîk Emîne

Hatê nuranî şef-îl mûznîbîn

Hatê xeyr-ûn-nasê xetmûl mûrselîn

Wê şevê hindî sanem bun sernûgun

Textê İblîsê leîn buwa ji gun

Lew li ser suret revî teşbîhê mar

Hate gohê bo qûbeysê kir hewar

Zûryeta wî cûnle hatin bê newa

Ew çi hale bêje me wî gote wa

Lew li min çêbuye tirs û zelzele

Ba Muhemmed Emîna bu hamîle

Hatî dewra Ehmedî dewra me çu

Lat û İzza dê bikat bê av û ru

Yek j ime êdî nehiştin bit eyan

Wî li me rê girt çuna asîman

Ronîya herdu cîhan û millatan

Ummeta wî çêtirîne ummetan

Hate xwin rêzê cîhan qir seffaq

Em ji deste wî hemî dê bin helaq

Dê çi bit halê me û tedbîr û ray

Ay û way û ay û way û ay û way

Hem di sûbha wê şevê dewlet fûzun

Textê şahanê cîhan bun sernûgun

Bê tekelûm ma devê hindî milûk

Şah eger hakim eger mîrê bilûk

Emîne gote şeş meh çune ser

Min ji hemla xwe nedî qet yek eser

Ger divêtin hûn ji narê bin necat

Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat

Paşî şeş meh gote min awazê xeyb

Min li te mizgîne Pakîze ceyb

Wî digel te xatemê peyxemberan

Nasixê herfa kîtab û defteran

Lê di xewnê de me dîtin bê eded

Enbîya û remz û nîşan û sened

Ewwela min dî ji min nurek diçit

Qesrê bûrsa min ji Eqsa wî didît

Mahî ewwel hatî Adem teyyîba

Kir selam û gote hemlê merheba

Mahî sanî hatî Şît ez meymene

Gote min mizgîn li te ya Emîne

Mahî rabi Nuh û Xamis Hud û hem

Hatine mizgînî da min ez kerem

Mahî sadis hatî İbrahîm Xelîl

Da min mizgînî ji wê hemlê celîl

Mahî sabi hatî İsmaîl zebîh

Mijde bexşî min ji wî hemlê melîh

Mahê samin hatî Mûsa ba wefa

İbşîrêya Emîne bil Mistefa

Mahê tasi hatî îsa ji asîman

Mijde da min hatî siltanê cîhan

Ew ku şeş meh çun ji hemlê mûnqelîb

Gote Evdillahê Evdilmuttalîb

Ba ticaret dê biçita semtê şam

Der Medîne bar bikî temr û team

Wê demê dê Emîna godek bibê

Yek ziyafet lazime dawet bibê

Evdillah an meh û ruwê gûlîzar

Der Medînê şerbeta mergê wexwar

Emrê Evdillahê bîst û pênc û sal

Burî û kir ji wê dinya îrtîhal

Çun ji Evdilmuttalîb ew waqîe

Herdu çavê Emîna bun damîe

Esmerê min ma ji xelkê karîwan

Hatine pey dane ew ruh û rewan

Kan habîbê min dilê min bu dûnîm

Ax û hesret godekê min ma yetîm

Dar û ber bo wî girîn wê seatê

Av û ronîk nedînê qet mûhletê

Hem melek rabûn û gotin ya kerîm

Nê hebîbê te Mihemmed ma yetîm

Malikê milkê ezîm da ew cewab

Çêtirim bo wî ji xeyra dê û bab

Ey xwedawendanê aqlê mûsteqîm

Kes nizanit qiymete dûra yetîm

Ger divêtin hûn ji narê bin necat

Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat

Ez rebî-ûl ewwela şeb ruşene

Heştê şev burîn li helmê Emîne

Ya nehê zail jbu ji tirs û xena

Ya dehê bu mijdedar xîf û mîna

Yanzde hem bu xûlxûl û awaz û hem

Zimzima tesbîh û hindî der herem

Diwanzde hem hil bu şemala dewletê

Emîna mabu tenê der xelwetê

Wê şevê der Kabê Evdilmuttalîb

Mabu bo tamîra erdê mûxelîb

Emîna got mam bi tenî bê mêr û jin

Ez demek tirsam û lerze hat emin

Min dî xanî ronî bu xayet belê

Çarî jin hatin ji riknê menzelê

Ba cemal û hisn û nuranî qemer

Hûlleyê istebreq û sûndûs li ber

Leleha têr ew ji ava kewserê

Zûlfîha sed tena dane enberê

Bejn û bala ser û sîmayê şefaf

Min şibhandin tuxmeyê Evdilmenaf

Yek li destê rastê hat û yek li çep

Yek li pişt û yek li pêş min ba edeb

Ew kî bun Hewa û Sara Asîye

Yek li pêş min Meryema îmranî ye

Meryemê hisn û melahat zêde bu

Palveda bu ew ji bo min tekye bu

Nagîhan bu zimzim û tesbîh û deng

Ba lûxathayê muxtelîf reng û reng

Rast û çep min di kewakip têk firin

Qafê ta qafê cîhan bu enwerîn

Pêkve dinya min dî buye qûrsê nur

Meşriq û mexrib didîtin min ji dur

Keskê alâ yek di xerbêda me dî

Yek li şerqê yek li banê Kabê dî

Emrê Cebraîl kirî mîrê mezin

Mijde da ehlê semawat û zemîn

Daketin dergahê nîran bê guman

Şahîyane hur û wîldanê cinan

Xûlxûlûn horî di qasrê cennetê

Kî dizanit kar û barê qudretê

Hatî Cebraîl melaîk fewce fewc

Çar kenarê mekkehê bune mewce mewc

Nagîhan ez tîhnî bum wê seatê

Min dî da destê min tasek şerbetê

Sipî û wek şîr şêrîn wek esel

Nê ji wê şî û esel bune mesel

Min wexwar û tîhnî çu filhal ji min

Teyrekî sipî hat û per malî di min

Wê demê min bu Mihemmed Mistefa

Nura can û madena sidq û sefa

Ger divêtin hûn ji narê bin necat

Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat

Cûmle zeretê cîhan da ev nîda

Kirne gazî pêkve gotin merheba

Merheba ey sirrê furqan merheba

Merheba ey derdê derman merheba

Merheba ey canê baqî merheba

Merheba ey işşaqî saqî merheba

Merheba ey alî siltan merheba

Merheba ey kanê îrfan merheba

Merheba ey şemsê taban merheba

Merheba ey canî canan merheba

Merheba ey qurret-ûl aynî xelîl

Merheba ey xasê mehbûbê celîl

Merheba ey rehmeten-lil-alemîn

Merheba ente şefî-ûl mûznîbîn

Merheba ey afîtabê bê zewal

Merheba ey mahê tabê lâyezal

Merheba ey bûlbûlê baxê wîsal

Merheba ey eşînayê zûl-celal

Merheba ey nurî xurşîdê xweda

Merheba ey tû ji heq nabî cuda

Merheba matlubê alem her tû wî

Merheba ewlâdê Haşem her tû wî

Merheba ey nura heq ra mazharî

Merheba ey ewlîyan ra serwerî

Merheba hatî şivanê ûmmetê

Merheba hat bo me nura dewletê

Merheba ey bedrê alem ya mûnîr

Merheba ey xelkê girtî destegîr

Merheba siltanê cûmle enbîya

Merheba ey nurê çeşmê esfîya

Ger divêtin hûn ji narê bin necat

Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat


Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 8 nîsan 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 11 îlon 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)

http://www.scribd.com/doc/31266575/Mewluda-Melaye-Bate