Here naverokê

Michiel Leezenberg

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Michiel Leezenberg
PîşeKurdnas
Holendî
biguhêreBelge

Maarten Michiel Leezenberg kurdnasekî holendî ye ku di sala 1964an de hatiye dinyayê.

Leezenbergî sala 1988an beşê fîlolojiya klasîk qedandiye û sala 1989an felsefe û zimanasî. Di 1988an de ew cara yekem çûye Kurdistanê û dest bi hînbûna zimanê kurdî kiriye. Sala 1992an ew li Başûrê Kurdistanê bû çavdêrekî hilbijartinên 19ê gulanê û paşê jî wekî mamoste li Zanîngeha Selahedînê li Hewlêrê xebitiye. Wî sala 1995an doktoraya xwe staniye, li ser felsefeya zimanî. Sala 1996-1997 ew bûye mamoste li beşê Zimanên Rojhilata Nêzîk li Zanîngeha Utrechtê, mamosteyê ziman û çanda kurdî. Di 1999an de wî karê beşê felsefeya zanistiyê li Zanîngehê Amsterdamê wergirt û heta îro li wir û di programa Îslam di nav dinyaya nûçeyan de kar dike.