Mihemedê Murşid Hec Qedûr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

MIHEMEDÊ MURŞID

Wêne:Mihemedê Murşid.jpg
  • Nasnameya Mihemedê Murşid...

Mlemedê Murşid Ehmed Hec Qedûr Bejûj Marno Maziyano.

Li gundê Kora ya ser bi Cindirêsê li herêma Efrînê ji dayîk bû ye. dema ku hîn ew pir biçûk bû, bavê xwe Murşid tevlî şerê Çanaqelê ya Osmanliyan dibe û di encamê de, jiyana xwe ji dest dide. Lê ti kes çarenivîsa wî ji nêzîk ve nizane.

  • 3 Lawên wî hebûn...

1- Xelîl yê mezin bû... 2- Ebdurihman jî yê naverast bû.. 3-Erif jî yê biçûk bû.

Yek keçê wî heye bi navê Emîne ligel Mistefayê Hesenê Hisoyê Gulka hevjîntî kiriye û 5 law û 5 keç hene.

  • Derbarê Hec Qedûr de...

Li gorî gotinên kalkê min Mihemedê Murşid li ser Kalkê bavê xe nemir Hec Qedûr wiha ji min re anîbû ser ziman; Nemir Hec Qedûr kalkê bavê min Murşid bû, kesekî navdar û ji aliyê civakê ve pir pejirandî bû. Xêrxwaz û xwedî bandoreke bihêz û berfereh bû. Dêka mmin Ela Kodê jî wiha li ser dipeyîvî û digot ku bêhtir ji 500 kes li cem wî dixebtîn. Hinek di barê keriyên paz û mer û bizinan de û hinek di barê cotkariyê de û hinek dibarê zêtûnan de û hinek jî di barê xizmet û xêrxwaziyê de û hinek jî di barê parastinê û birêkxistina jiyanê de û hinek jî li barê peywendiyan de û karûbarê civakî de tevdigerîn.

Li gor gotina nemir apê Şahîn Murad Yunis ku pir nêzîk bû ji Mihemedê Murşid û li gundê Miskê Jêrîn cîranê hevdu bûn, li ser kalkê Mihemedê Murşid nemir Hec Qedûr wiha digot; Hec Qedûr Mezinê navçeya Cindirês û derdorê bû, xwedî erd û zêtûnên pir bû. Xwedî kerî paz û dewaran bû û pir merd û camêr bû. Li gundê Çobana cîgeha çêkirina penêr hebû. Li devera Xirêbe ya di navbera gundê Miskê û Kora û Guordan de ye, darên zêtûnê beriya darên hemû Herêma Efrînê çandibû. Jiwan darên zêtûnan re dibêjin zêtûnên Enkûran.