Mihyedîn nahrîn
Ev rûpel bêkategorî ye. Ji kerema xwe kategoriyan li vê rûpelê zêde bike û alîkariya Wîkîpediyaya kurdî bike. (tebax 2024) |
Mihyedîn Nahrîn | |
---|---|
Jidayikbûn | 10.09.1992 Kerboran |
Navên din | Mela Mihyedîn[1] |
Pîşe | Mamoste û Nivîskar |
Zimanê nivîsinê | Kurdî |
Mijar | Perwerde, Sînema, Folklor, Ceribîn... |
Salên çalak | 1914-... |
Berhemên navdar | |
Perwerdeya Zarokan Bi Çîrokan | |
Malper | https://twitter.com/MihyedinNahrin |
biguhêre |
Mihyedîn Nahrîn Nivîskar, û mamosteyê ziman û wêjeya kurdî ye.
Jiyana wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mihyedîn Nahrîn[2] sala 1992an li gundê Hecî Hemze yê li ser Kerboranê hatiye dinê. Zaroktiya wî li gundekî Hezexê derbas dibe.
Perwerdeya xwe ya sereke; ji elîfbayê ta Mewlûdê li ber destê dayîka xwe xwendiye. Perwerdeya xwe ya mektebê jî ji dibistanê ta zanîngehê li van derana xwendiye: Gundê Zergûza Xwarê, Hezex, Batman, Stenbol û Amed. Li Zanîngeha Dîcleyê ji beşa Mamosetiya Zanistên Civakî mezûn bûye. Bi salan li dibistana navîn mamostetî û rêvebertî kiriye.
Xebat
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Demeke dirêj li Kurdî-Dera Amedê dersên ziman û wêjeya Kurdî daye. Nivîs û meqaleyên wî di van kovaran de weşiyane: Nûbihar, Temaşe[3], Dilop[4], Bar, Wêje û Rexne[5], Sînemaya Serbixwe, The Hall Kurdî[6]], Bernamegeh[7], Gazete Duvar[8], Nêrîna Azad[9] û Le Monde Diplomatique Kurdî[10]. Li ser hin malperên hunerî û aktuelî hîn jî qunciknivîsiyê dike, herwekî: Ria Taza, Çandname[11], Sînemaya Serbixwe[12], Netewe[13], Rûpela Nû[14] û Nûpel [15].
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pirtûka wî ya ewil Perwerdeya Zarokan Bi Çîrokan[16] e.
Mebest û armanca pirtûkê di bergê paş de wisa hatiye neqilkirin: "Çîrok, tenê tiştên xeyalî nînin. Di eslê xwe de û bi peyama xwe alavake perwerdeyê ne. Perwerdekarên zarokan dikarin ji bo her rewşê ji wan re çirokan bibêjin yan jî bixwinin. Em hin caran ji zarokan re çîrokan dibêjin yan dixwinin, lê bêyî ku em hay ji peyam û tesîra wan hebin. Çîrok rê nîşanî zarokan didin û wan perwerde dikin. Bandora çîrokan li ser zarokan pir e, lewma divê em mezin hay ji çîrokên xwe hebin. Çîrokên me ji zarokan re gotî, bi awayekî pozîtîf yan negatîf tesîre li wan dikin. Ji ber vê sedemê divê em çîrokên xwe baş hilbijêrin. Çîrok dê hertim ji zarokan re rêbertiyê bikin. Emanet, hay ji rêberê zarokên xwe hebin!"
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |