Kerboran

Kerboran
Dargeçit
Dîmenek ji bajarê Kerboranê (Mizgefta Minarê)
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mêrdîn (parêzgeh)
Serbajar Kerboran

Hejmara gundan 36[1] gund

Gelhe (2022) 27.147[2] kes
Rûerd 550 km2
Berbelavî 56,2 kes/km2
Bajarê navendî
Koordînat 37°32′46″Bk 41°43′13″Rh / 37.54611°Bk 41.72028°Rh / 37.54611; 41.72028
Bilindayî 900 m
Koda postayê 47750
Koda telefonê (+90) 482
Kerboran li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Kerboran
Kerboran
Kerboran (Tirkiye)
Nexşeya bajarê
Map

Kerboran (1946: Kerburan[3]; bi tirkî: Dargeçit), navçeyeke Mêrdînê ye. Navê wê bi Kurdî Kerboranê ji Suryanî (Kher-Boran, Kfar-Boran, Kerbûran) tê[çavkanî hewce ye]. Gorî pirtûkeke dîrokî yan asuriyan, ku di sala 1400 de hatiye nivîskirin, navê bajêr Kfar Boran e[çavkanî hewce ye]. Destpêka sedsala 20an de nezîkî 300 malbatên mesîhî û 12 malbatên misliman li nava navçê de dijîn. Mesîhiyên Kerboran bi piranî asûrî bûn. Tenê malbeteke ermenî, bi navê mala Kosa hebû. Mala Kosa bi hesle xwe a ji Palo (Xarbêt) bûn. Wan hê berî fermana/komkûjîya ermenîya ya 1915’an, bi kêmayi berî 150 salî, ji ber zilm û zora kurdan reviyan û hatin Kerboranê.

Piştî serpêhatiyen girîng hejmara mesîhiyan kêm bûyê. Îro tenê Kurdê ola misliman li vê navçê manê. Gorî hijmartinên sala 2014an serjimara wê 28.601 e.

Li Kerboranê gelek dêr hene: dêra Arbaye Mor Sabo, dêra Arbaye Mor Gevargis, dêra Mor Kuruyakos, dêra Bethil. Rûerdê Kerboranê 550 km² ye. Di sala 1987'an de ji Midyadê qetyaye û bûye navçe.

Gundên Kerboranê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gundên derûdora Kerboran gelek in, derûdora 40 gundên Kerboran hene. Hindek ji van bi zilma dewletê hatine valakirin (niha di van salên dawî de veger ji bona gundan heye, lê dewlet tiştê girîng weke arîkariya aborî ji bo gundiyan nake, heta astengiyan ji wan re derdixe[çavkanî hewce ye].

Gelek ji nav van gundan wek eşirî dihatin naskirin, berê wek; erebiyan, basqiliya, omerî, elîkî, gundê Şehîdan hwd dihatin naskirin.

Gelek gundên li derûdorê havînan bi fêkî û şînahiyên xwe reng didan xopana Kerboranê. Gundên berav wek Derêca, Germero û Şikeftika bi bexçeyên xwe û fêkiyên xweş dihatin û tên naskirin. Her weha birincê Gûlbîs bi nav û deng bû li heremê. Tirihê hemû gundan bi gelek cûreyên xwe hebûn, wek; tirihê bilbizêkî, hesenî, libgolik, mezrone, tayifî, kerkus û gelek cureyên din. Petîxên Îwan, şebeşên Behwarê, incorên Xelîla, hejîrên Bêrkevan, dimsa Tîruwa, Welatparez û Seyide Gundikê-Eliyo û herweha bihişta Kerboran ava germavê.

Navdarên bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ [1]
  2. ^ [2]
  3. ^ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]