Mistefa Mewlûdî
Mistefa Mewlûdî | |
---|---|
Jidayikbûn | 1958 |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Kurdistan |
Destûrname | Zanîngeha Koyeyê |
Pîşe | Siyasetmedar |
biguhêre |
Mistefa Mewlûdî, siyasetvanê kurd û sekreterê giştî yê berî yê Hîzba Demokrat a Kurdistanê (HDK-Î) ye. Ew piştî îstîfaya Xalid Ezîzî'yê sekreterê giştî yê berî di 15ê çileya sala 2017an de bi hilbijartinê wek sekreterê giştî hate ser HDKê.[1]
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mistefa Mewlûdî li gundê Masoyê di navbera her du bajarên Mihabad û Nexede yên ser bi parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 1979an de tevli refên Hêza Pêşmerge ya Partiya Demokrata Kurdistanê bûye.[2]
Di kongeraya heftem a Partiya Demorkata Kurdistana Îranê de (berî cudabûna herî dawî), bûye endamê serkirdatiya PDKÎ yan HDKAyê. Di kongreya 12 a PDKÎyê de jî weke Endamê Polîtboruya PDKÎyê hatiye hilbijartin.
Piştî ku cudabûn di nav refên PDKÎyê de çê bû û HDK ango PDKa Rojhilat hebûna xwe ragihand, di kongreya 14em de weke Cîgirê Sekreterê Giştî yê HDKê hat diyarkirin.
Xwendin û perwerde
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mistefa Mewlûdî xwendina zanîngehê li Başûrê Kurdistanê bi dawî kiriye û lîsanasa yasayê li Zanîngeha Koyeyê wergirtiye.[3]