Mizgefta Mezin a Cizîrê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Minareya Mizgefta Mezin a Cizîra Botan, 2009.

Mizgefta Mezin a Cizîrê li Cizîrê mizgefteke bi nav û deng e.

Wekî tê gotin Mizgefta Mezin ya Cizîrê berî îslamiyetê dêr bû. Di sala 639'an de wextê îslamiyet hat Cizîrê ev dêr hatiye guhertin, bûye mizgeft. Di demê Ebasîyan de Emerê kurê Ebdilezîz bûye waliyê Cizîrê û ev mizgeft ji binî xirakirîye û li ser eslê wê yê kevin ji nuve ava kirîye. Piştî wê di sala 1160'an de ji aliyê atabegê Zengî yê Cizîrê Ebûlqasim Mehmûd ve hatiye xirakirin û li gorî aslê wê yê kevin dîsa hatiye avakirin. Li ser deriyên navîn yê mizgeftê li aliyê çepê de ev tiştên he bi nivîsandin he ne. Ji bilî wê jî li ser vê mizgeftê di nivîseke dî de:

hatiye nivîsandin. Wergera wê bi kurdî ev e:

Li ser deriyê Mizgefta Mezin ya Cizîrê, doqikêk yê ejder bi kompozîsyonên şêr û teyr ji aliyê zanyarê mezin yê fen, otomat û sîbernîtîkê, Ebû l-'Iz Îsmaîlê kurê Rezazê Cizîrî (1153-1233) ve bi madenê tûnçî hatî çêkirin heye.

Li ser herdû aliyên derî tam pêşberî hevdû dû doqikên ejderan sekinî ne û di nava wan de jî kompozîsyona serê Şêrekê heye. Herdû ejder jî cavên wan behîvî ne, gûhên wan sertîj û hatîne şibhandinê afirîdeyên bi per.

Bejna wan bi kolandinê pûl bi pûl, bi mar hatîne şibihandin. Li aliyê jêr ve dûvên wan li hevdû hatîne alandin û serê dûvê wan wekî serê teyran hatiye dûmahîdan. Dirêjiya bejna wan 27 cm, pehnahiya wan 24 cm û stûrahiya wan jî 3 cm ne.

Pêşangeha wêneyan[biguherîne]