Muhemmed Emîn Cemîl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hunermend Muhemmed Emîn Cemîl di sala 1955 hatiye dinyayê û ti dibistana li ser muzîkê nexwendiye. Destpêka hunera wî bi erebî bû ji ber wa navê "Al-Endelîb Al-Esmer" dihate (العندلیب الاسمر) lêkirin. Lê dayika wî nahêle ku bi erebî stranan bêje, ji ber wa hunermend Muhemmed Emîn Cemîl bi kurdî stranan çêdike û dibêje. 2 kasêt amadekirin bi alîkariya "Ebdo Elanê", ê ku ji Dêrikê bû. Gelek gotin û awaz yên Muhemmed Emîn Cemîl bûn. Gelek caran skeçên muzîkê ji bo şano çêdikir. Heya niha xwedî bêtirî 35 berhemane. Ku tev di rewşek zor û giran'de hatine amadekirin. Berhemên xwe bi alîkariya hunermendan: "Merwan Sebrî", "Selah Resûl" û "Sîpan" amadedikirin. Heya niha jî hîna li ser rêya hunerê ye û berheman ji bo guhdarvanên xwe çêdike. Ji ber ku hunermendên kurd hîna negihiştine wê asteya ku tenê ji hunera xwe bijîn, hunermendê hêja Muhemmed Emîn Cemîl, li kêleka hunera xwe karê berberiyê dike, ji bo karibe tim berheman çêbike. Gelek ji stranên wî, yên şêxanî û koçerî li dawetan tên stran, û gelek awaz û stranên wî yên windayî jî hene. Hunermend Muhemmed Emîn Cemîl, yek ji wan hunermendane, yên ku xwedî keda mezine, lê negihaştiye mafê xwe yî xwezayî.

Li gor jêderên me, klîpa yekem Hunermend Muhemmed Emîn Cemîl çêkir bi alîkriya Sîpan. Tevî zor û zehmetiyan jî, tevî kêmasiyan di wê demê'de klîp çêkir. Hunermed Muhemmed Emîn Cemîl gelek îlhamên xwe ji der û dorên xwe, ji êşên xelkê digre û dike stran, gelek stranên wî çîrokên rastîne, wek strana "Ayid". Gelek caran jî bûye bilbil û li ser zimanê jinê stran gotine. Hunermend Muhemmed Emîn Cemîl berhemekê çêdike ji stranên Hunermeda ereb, a bi nav û deng „Um-Kelsûm" (ام كلثوم) piştî ku werdigerîne kurdî. Hunermend Muhemmed Emîn Cemîl ji bo demekê çûbû welatê Lîbiya ji bo ku kar bike, niha dîsa vegeriyaye Qamişlo û jiyana xwe berdewam dike…

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

malpera [1] û Zuhêr Cemîl, birayê Hunermend M. E. Cemîl