Here naverokê

Muzexaneya Silêmaniyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Muzexaneya Silêmaniyê
مۆزه‌خانه‌ی سلێمانی Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Muze Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
35°33′29″Bk 45°25′34″Rh / 35.558°Bk 45.426°Rh / 35.558; 45.426
DewletIraq Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Dema avabûnê
  • 1961 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperslemanimuseum.org Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Muzexaneya Silêmaniyê, muzexaneyeke arkeolojîk e ku li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmanî yê hatiye vekirin. Muzexaneya Silêmaniyê muzexaneya herî mezin ê Herêma Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê ye.[1] Li vir berhemên ku ji serdema pêşdîrokî heta serdema dawî ya îslamî vedihewîne. Gelek jûryên muzeyê di bin xebatên nûvekirinê de ne û muze ji 1ê cotmeha sala 2018an heya cotmeha sala 2019an ji bo nûvekirinê ji gel re girtî bû.

Muzexane bi fermî di 14ê tîrmeha sala 1961ê de hatiye vekirin. Di destpêkê de muzexane ji avahiyek piçûkê li taxa şorsê pêk dihat. Piştî çend salan muzexane di sala 1980an de neqlê avahiyek nû û mezin ku li ser Kolana Salim cih digire. Avahiya heyî ji 6000 mêtre çarçikê pêk hatiye û avahiyeke yek qatî ye. Berhem di salonek piçûk de ji aliyê UNESCOyê ve hatiye nûvekirin ku ji du salonên mezin û dirêj ên ku bi salona perwerdeyê ya çargoşe û vekirî ve girêdayî ne têne pêşandan. Di dema şerê Iraq-Îranê (1980-1988) de muze bi tevahî ji gel re hatibû girtin. Piştre di sala 1990an de ji bo demek pir kurt ji nû ve tê vekirin lê piştî dagirkirina Iraqê ya Kuweytê di tebaxa sala 1990an de muze careke din dîsa tê girtin. Di 20ê tebaxa sala 2000an de muzexane ji aliyê Celal Talebanî ve bi awayekî fermî hatiye vekirin ku Talebanî di wî demê sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê dikir. Ji sala 2011an vir ve muzexaneya Silêmaniyê bi UNESCOyê re hevkariyê dike da ku muzeyê pêşve bibe û nûjen bike û avahiya muzexaneyê berfireh bike.[2]

  1. ^ "What a Sensation at the Sulaymaniyah Museum, Iraq! – Ancient History et cetera". web.archive.org. 2 gulan 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 2 gulan 2016. Roja gihiştinê 22 tebax 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "Slemani Museum Official Web Site - HISTORY". web.archive.org. 29 îlon 2015. Ji orîjînalê di 29 îlon 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 tebax 2024.