Nîhat Öner

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Nîhat Öner nivîskar û berhevkarekî kurd e ku di sala 1985an de li Agiriyê ji dayîk bûye.

Pêşiyên wî ji Rewanê hatine Îdirê. Li wir jî di Serhildana Agiriyê de gundê wan dibe herêma qedexe û koçî gundekî Agiriyê dikin. Heya niha çar pirtûkên wî yên bi kurdî derçûne. Di gelek kovar, rojname û malperan de nivîsên wî hatine weşandin. Xebatên wî yên berhevkariyê yên li ser dîroka devkî û çanda devkî ya kurdan, berdewam in.

Pirtûkên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Mîrza Mihemed, Gurzek Çîrok Ji Herêma Serhedê, Weşanên Avestayê, 2016.
  • Dendo, Weşanên Wardozê, 2018.
  • Ji Bînbîra Kurdan Baweriyên Gelêrî, Weşanên Wardozê, 2019.
  • Tivinga Kurda Ya Çillûle, Weşanên Wardozê, 2020.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]