Nîsk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Nîsk
Dabeşandina zanistî

Nîsk (bi latînî: Lens culinaris) giyayeke ji famîleya Lens e.

Bo xurdemenî û derman tê çandin. Tenê li Hindistanê 50 cureyên nîskê tê çandin. Lê, sê cureyên nîskê yên bingehîn hene. Nîska sor, zer û kesk. Lê pirranî ya sor tê bikaranîn. Ji vir 8.000 sal bêrê li Mezopotamya û perên Derya Navîn hatiye nûveçandin. Di kulînên Rojhilata Navîn û devedorên Derya Navîn de cihekê girîng digire. Dîsa di çêkirina dermanan de jî tê bikaranîn.

Welat û dîrok[biguherîne]

Welatê nîskê Mezopomya û Asya Biçûk e. Di medenîyetên Asûr, Babîl, Med û Ûrartûyan de çandinîya wê pir hatîye kirin. Jibo wan medenîyetan nîsk xurekek sereke bû. Herweha dervayî bizir, hemi nebata wê jî jibo heywanan dikirin qût (êm). Ji wan medenîyetan derbasî Misrê bûye. Ji Misrê derbasî Filistîn, ji wir jî derbasî welatên Derya Spî, Ewropa, Rûsya, Argentîn, Şîlî, USA û hwd bûye. Niha di hemi deverên dinê de çandinîya wê tê kirin. Lê devera herî zêde lê tê çandin germîyanên bakurê Kurdistanê ye. Di salê de bi kêmanî 600 hezar ton nîsk di wan bajarên Kurdistanê de (wek Mêrdîn, Ruha, Dîyarbekir û hwd tên hilberandin(rakirin).

Têdahî[biguherîne]

kalorî, proteîn, karbonhîdrat, kolestrol, rûn, lîf, fosfor, kalsîyûm, hesin, sodyûm, potasyûm, sifir (paxir), çînko vîtamîm A, B1, B2, B3, beşek zêde asîdên folîk

Di nîskê de vîtamîn B, hesin, kalsîyûm, magnezyûm, sifir, çînko û madarek zêde fosfor heye. Nîsk hêza beden û zêhnê zêde dike, aşikê bihêz dike. Jibo kuxuk û bronşîtê gelek baş e. Jibo kesên lewaz û jar zêdebûna xwînê pêk tîne. Rûvikan nerm dike. Tevgêra xweragirînê bihêz dike. Jibo çavan jî zehf bi kêrhatî ye. Nirxa wê ya kalorî jî bilind e, enerjîyê dide û westîyanê

hiltîne. Kolestirola xwînê dadixe. Li gor hevîya (nisbeta) parastina nexweşîyê ji hişkbûna rehan, jîyan û rîşîyan re dibe alîkar. Rîska qrîza dil kêm dike. Rûvîyan dixebitîne. Jibo dûrxistina madeyên xisardar ji bedenê re dibe alîkar û pêşîya qebizbûnê digire. Heke nîsk bê kelandin û ava wê bê vexwarin, êşên qefesa sing kêm dike û kuxukê dibire. Lewre divê xwarina nîskê neyê ihmalkirin.[1]

Çavkanî[biguherîne]

  • Prof. Dr. Ahmet Marankî