Nûbihar Akademî (kovar)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji bo maneyên din li Nûbihar binêre.

Nûbihar Akademî kovareke bi hekem, akademîk û navneteweyî ye ku weşana gotarên kêrhatî yên di qada kurdolojiyê de dike. Kovara Nubihar Akademî, bi rêbazeke akademîk cih dide her cure nivîsên zanistî û bi nêrîneke multidisiplinerî nivîsên li ser zanistên ziman, edebiyat, çand, huner, aborî, civakî, olî û hwd. di nava xwe de dihewîne. Di kovarê de dê nivisên mîna gotar, werger, tîpguhêzî, danasîna sempozyum, pirtûk û tezan diweşin. Gotarên ku ji bo weşandinê tên şandin dê bi sîstema “hekemtiya kor” ku ji hêla hekemên pispor ên ku navên wan dê tên veşartin ve tên nirxandin. Kovara Nûbihar Akademî di demsalên Bihar û Payîzê de salê du caran tê weşandin. Zimanê weşanê kurdî (bi hemû zaravayên xwe ve) û îngilizî ye.

Hejmarên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Cild 1, Jimar 1, 2014
  • Cild 1, Jimar 2, 2015
  • Cild 1, Jimar 3, 2015

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]