Nasiredîn Bedirê Hesenweyh

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Nasiredîn Bedirê Hesenweyhê an jî Ebûlnecm Nasiredîn Bedirê kurê Hesenweyh pêşengekî kurd ê Dewleta Hesnewiyanan e.

Mîr Bedr sala 979'an de piştî wefata bavê xwê rabû li ser text. Wê salê li rojavayê hewlêrê de henek qesr kir bindestê xwe. Lê wefata Mîr Hesneweyh firsendek kiribû destê dijminên wî. Hikûmdarê Buweyhiyan Adûdû'd-Dewle, dijminê Mîr Hesneweyh bû û piştî wefata wî artêşek amade kir paşê jî Hemedan û qesrên Nihawend û Sermaç dagir kir. Fahrû'd-Dewle li Qesra Sermaçê de dijiya û ev qesr wî teslîm kir. Piştî wefata Mîr Hesneweyh, di nav kurên wî de dubendî derketibû. Piştî van bûyeran kurên Mîr Hesneweyh hatin li cem Adûdû'd-Dewle û jê re sedeqeta xwe pêşkêş kirin lê Adûdû'd-Dewle ew avêtin zindanê paşê jî ew hemû kuştin. Lê Bedr, Asim û Ebdulmelîk nekuşt, şûrekî bi zêr û hespekî zîn bî zêr da Bedr, henek xelat jî da Asim û Ebdulmelîk. Dema ku Adûdû'd-Dewle vegeriya Bexdayê Asim û Ewdilmelîk li dijî Bedr îsyan kirin û Bedr jî êrîşê wan kir ew kuştin her wiha dewlet jê re tenê ma. Vî çaxî Şunde sînorê dewleta xwe berfireh kir, karê dewletê sererast kir lê girêdayê Adûdû'd-Dewle bû. Lê piştî mirina Adûdû'd-Dewle de di navbera Mîr Bedr û Şerefû'd-Dewleyê Kurê Adûdû'd-Dewle de dubendî derket. Şerefû'd-Dewle artêşek amade kir û êrîşê Mîr Bedr kir. Herdu artêş li nêzî Kirmaşanê rastê hev hatin. Di nav şer de Mîr Bedr ji nîşka ve her tiştên xwe hîşt û li şer vekişiya lê dema ku Buweyhiyan xezîneyên wî talan dikir ji nîşka ve êrîş kîr û berê wan da, şer qezenc kir û Buweyhiyan revîn. Li pey vê serkeftinê de Hesnewiyan dîsa serxwe bûn. Mîr Bedr, sînorên dewleta xwe heta çemê Kerhayê berfireh kir û bajarên Şapûrxwast-Hurremabad, Kirmaşan, Şehrêzor kiribû bindestê xwe û gelek xurt bûbû. Ji bo vê Xelîfeyê Ebbasiyan bernavkê Nasirûddîn we'd-Dewle da wî. Mîr Bedr, heta sala 1009'an dewlet gelek baş îdare kiribû. Heta vî salî bereket û dewlemendî hebû û gel di nav zêdehî û firehî yê de bû. Lê sala 1009'an de kurê wî Hîlal li dijî wî îsyan derxist. Hîlal, bajarê Şehrezorê kir bindestê xwe, li nêzî Dînewerê de bavê xwe re şer kir bavê xwe têk bir û hêsîr kir. Lê Hîlal bavê xwe ef kir û qesrek ji bo ku li wir bijî da wî. Lê Mîr Bedr dema ku çû qesrê ji bo alîkariyê xeber şand Bûweyhîyan û Deylemîyan. Hîlal şer de Deylemîyan têk bir lê li dijî Bûweyhiyan berxweneda û hêsîr ket. Her wiha Mîr Bedr dîsa bu hikumdarê dewletê lê ji bo alîkariyên Buweyhiyan Bajarê Şehrezorê da Bûweyhiyan. Mîr Bedr sala 1014'an de artêşek amade kir êrîş li ser qesra Koscedê kir. Li vê derê Huseyn bîn Mesûd el-Kurdî dijiya. Lê Huseyn berxweda û qesr teslîm nekir. Ji bo vê dorgirtin dirêj bû û mirovên Mîr Bedr sûikast li wî kirin û Mîr Bedr kuştin. Piştî wefata Mîr bedr hilweşîna dewletê dest pê kir. Li pey wî re Hîlal b. Bedr û Tahir b. Hîlal ji bo text şer kirin lê serkeftî nebûn. Mîrê herî dawî Mîr Ebû Salim Deysem b. Ebî Ganîm bû û li herêma Zehavê de li qesra Kâsanê de dijiya. Lê ev jî zêde nejiya û piştî wefata wî dewleta Hesnewiyan bi temamî hilweşiya.

Paytexta vê dewletê bajarê Sermacê ye[çavkanî hewce ye].Piştî ku serxwebûna xwe bi dest xistine û aleya azadiyê bilind kirine. Di warê pêşveçûyîna welatê xwe de xebitîne û hem di warê aboriyê de, hem di warê xwendin û perwerde û leşkeriyê de gelek pêş ketine. Welatê wan hem serbixwe û hem jî welatekî aram û dewlemend bûye. Çi îmkanên ku ketine destê wan, li gelê xwe xerc kirine û bi şev û roj xwe dane xizmeta xelkê xwe. Rêvebirên dewletê weke şovelyan cangawer û merd û xweşmeriv bûne. Xelîfeyê Bexdayê bi navê Nasiredewle wan bi nav kiriye. Gelek serkeftî bûne. Ewan gelek bi merdemêranî 171 salan dewleta xwe meşandine û navên xwe bi qencî ji wê demê heya wê gavê hiştin e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]