Dewleta Hesnewiyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Dûgela Hesnewiyan

Dûgela Berzîkan


Ebasî
961 — 1015
[[Wêne:|border|30px|Selçûqî]]
Dewleta Enazî



Agahiyên gelemperî
 Rêveberî
 Paytext Sermaç
 Ziman Kurdî
 Ol Îslam
 TBH
 TBH/sal
 Dirav
 Dem
 Nîşana înternetê {{{nîşana înternetê}}}
 Kd. telefonê {{{koda telefonê}}}
 {{{agahîgelemp1 sernav}}} {{{agahîgelemp1}}}
 {{{agahîgelemp2 sernav}}} {{{agahîgelemp2}}}
 {{{agahîgelemp3 sernav}}} {{{agahîgelemp3}}}
 {{{agahîgelemp4 sernav}}} {{{agahîgelemp4}}}
 {{{agahîgelemp5 sernav}}} {{{agahîgelemp5}}}

Gelhe
{{{gelhe}}}
{{{gelhe2}}}
{{{gelhe3}}}
{{{gelhe4}}}
{{{gelhe5}}}

Rûerd
{{{rûerd2}}}
{{{rûerd3}}}
{{{rûerd4}}}
{{{rûerd5}}}

Dîrok û bûyer

Serwerî
   {{{sernav serokA}}}
{{{serokA1}}}
{{{serokA2}}}
{{{serokA3}}}
{{{serokA4}}}
{{{serokA5}}}
{{{serokA6}}}
   {{{sernav serokB}}}
{{{serokB1}}}
{{{serokB2}}}
{{{serokB3}}}
{{{serokB4}}}
{{{serokB5}}}
   {{{sernav serokC}}}
{{{serokC1}}}
{{{serokC2}}}
{{{serokC3}}}
{{{serokC4}}}
{{{serokC5}}}
   {{{sernav serokD}}}
{{{serokD1}}}
{{{serokD2}}}
{{{serokD3}}}
{{{serokD4}}}
{{{serokD5}}}
   Key
 961–979 Hesenweyhê kurê Husên (ewil)
 1014–1015 Ebû Salim Deysemê kurê Ebî Ganîm (dawîn)
{{{serokE3}}}
{{{serokE4}}}
{{{serokE5}}}
{{{serokE6}}}
{{{serokE7}}}
{{{serokE8}}}
{{{serokE9}}}

Karîna qanûndanînê
{{{perleman}}}
{{{perleman1}}}
{{{perleman2}}}
{{{perleman3}}}
{{{perleman4}}}
{{{perleman5}}}

Ya berê Ya paşê
Ebasî Ebasî
Selçûqî Selçûqî
Enaziyan Enaziyan

Dewlata Hesnewiyan (yan jî Hesenûyî, Heseneweyhî) yan jî Dewleta Berzîkan Bingeha vê dewletê, serekêlê êla Berzîkaniyan Mîr Husen di sala 941'an de li bajarên Dînewer û Şehrezorê avêtiye. Birayên wî yên bi navê Vendad û Ganîm jî serekêlên êla Îşaniyan bûn. Ji bo wê bajarên Dînewer, Hemedan, Nîhawend, Samxan û herêma Azerbaycanê de gelek bajarokan serwerî ya van herdu birayan qebul kiribûn û bi girêdayê wan dijîn. Lê dema ku sala 960'an de Vendad, 961'an de jî Ganîm jiyana xwe ji dest dan, serweriya hemû welatî derbasê Hesneweyhê kurê Mîr Husên bû.

Hesneweyh[biguherîne]

Hesneweyh, piştî mirina bavê xwe derbasê text bû. Tê gotin ku esil damêzrênerê vê dewletê ew e. Çimkî dema bavê wî de navenda dewletê hê xurt nebû, îstîkrar tunebû. Derbarê dewra Hesneweyh de zêde agahî tinin. Tê gotin ku li Buweyhiyan de Mûîzzû'd-Dewle di fermandariya Yînal Kûş de artêşek li Mûsilê şandiye bajarê Şehrezorê. Lê hesneweyh, li rojavayê Hewlêrê de rêya vê artêşê digirê û wana têk dibe. Lê Mûîzzû'd-Dewle bes nake û artêşeke nû ve êrîşê Dînewerê dikê û talan dike. Li pey vê bûyerê re li Cûrcanê ku ji aliyê dijminan ve êrîş hat li ser birayê Mûîzzû'd-Dewle yê bi navê Rûknû'd Dewle, wî jî ji birayê xwê alîkarî xwest. Ji bo vê jî Mûîzzû'd-Dewle ji Mîr Hesneweyh aşîtî xwest û wî jî qebûl kir. Lê sala 966'an de di navbera Mîr Hesneweyh û Îzû'd Dewle Baxtiyarê kurê Mûîzzû'd-Dewle de dîsa şer derket. Piştî vî şerî de Îzû'd Dewle Baxtiyar têk çû, Mîr Hesneweyh jî xurttir bû û bandora xwe zêde kir. Lê sala 967'an de li hev hatin û li dijî Hemdaniyan bûn yek. Piştî vê Îttîfaqê şer de Ebû Taxlib el-Hemdanî têk birin û Mîr Hesneweyh paşê vegeriya Dînewerê. Di navbera Hesnewiyan û Deylemiyan jî vê dewrê de xirab bû. Hikumdarê Deylemiyan Sehlan bîn Musafir ji bo ku Dewleta Hesnewiyan ji holê rake artêşek amade kir û êrîş li ser Mîr Hesneweyh kir lê Mîr Hesneweyh dora artêşa wan girt û ji xeynê vê li dora wan agir dada. Deylemiyan jî berxwenedan û teslîm bûn. Rûknû'd Dewle dema ku ev agahî bihîst di fermandariya Ebû'l Fadl bîn Amîd de artêşek şand lê Ebû'l Fadl dema ku hat bajarê Hemedanê mir. Kurê wî Ebû'l Fetih derbasê cihê wî bû paşê vegerîya bajarê Reyê û Mîr Hesneweyh re jî peymana aşîtiyê çêkir. Mîr Hesneweyh jî ji bo vê jesta wî gelek xelat û pêncî hezar (50.000) Dînar şandiye wî re. Piştre di nawbera Buweyhiyan de şer derket. Mîr Hesneweyh pêşiyê destek da Bextiyar paşê jî li dijî Adûdû'd-Dewle destek da birayê wî Fahrû'd-Dewle. Mîr Hesneweyh, di sala 979'an de li payîtexta dewletê li Sermaçê jiyana xwe ji dest da.

Ebû'n Necm Nasirû'd-Dewle Bedr[biguherîne]

Mîr Bedr sala 979'an de piştî wefata bavê xwê rabû li ser text. Wê salê li rojavayê hewlêrê de henek qesr kir bindestê xwe. Lê wefata Mîr Hesneweyh firsendek kiribû destê dijminên wî. Hikûmdarê Buweyhiyan Adûdû'd-Dewle, dijminê Mîr Hesneweyh bû û piştî wefata wî artêşek amade kir paşê jî Hemedan û qesrên Nihawend û Sermaç dagir kir. Fahrû'd-Dewle li Qesra Sermaçê de dijiya û ev qesr wî teslîm kir. Piştî wefata Mîr Hesneweyh, di nav kurên wî de dubendî derketibû. Piştî van bûyeran kurên Mîr Hesneweyh hatin li cem Adûdû'd-Dewle û jê re sedeqeta xwe pêşkêş kirin lê Adûdû'd-Dewle ew avêtin zindanê paşê jî ew hemû kuştin. Lê Bedr, Asim û Ewdilmelîk nekuşt, şûrekî bi zêr û hespekî zîn bî zêr da Bedr, henek xelat jî da Asim û Ewdilmelîk. Dema ku Adûdû'd-Dewle vegeriya Bexdayê Asim û Ewdilmelîk li dijî Bedr îsyan kirin û Bedr jî êrîşê wan kir ew kuştin her wiha dewlet jê re tenê ma. Vî çaxî Şunde sînorê dewleta xwe berfireh kir, karê dewletê sererast kir lê girêdayê Adûdû'd-Dewle bû. Lê piştî mirina Adûdû'd-Dewle de di navbera Mîr Bedr û Şerefû'd-Dewleyê Kurê Adûdû'd-Dewle de dubendî derket. Şerefû'd-Dewle artêşek amade kir û êrîşê Mîr Bedr kir. Herdu artêş li nêzî Kirmaşanê rastê hev hatin. Di nav şer de Mîr Bedr ji nîşka ve her tiştên xwe hîşt û li şer vekişiya lê dema ku Buweyhiyan xezîneyên wî talan dikir ji nîşka ve êrîş kîr û berê wan da, şer qezenc kir û Buweyhiyan revîn. Li pey vê serkeftinê de Hesnewiyan dîsa serxwe bûn. Mîr Bedr, sînorên dewleta xwe heta çemê Kerhayê berfireh kir û bajarên Şapûrxwast-Hurremabad, Kirmaşan, Şehrêzor kiribû bindestê xwe û gelek xurt bûbû. Ji bo vê Xelîfeyê Ebbasiyan bernavkê Nasirûddîn ve'd-Dewle da wî. Mîr Bedr, heta sala 1009'an dewlet gelek baş îdare kiribû. Heta vî salî bereket û dewlemendî hebû û gel di nav zêdehî û firehî yê de bû. Lê sala 1009'an de kurê wî Hîlal li dijî wî îsyan derxist. Hîlal, bajarê Şehrezorê kir bindestê xwe, li nêzî Dînewerê de bavê xwe re şer kir bavê xwe têk bir û hêsîr kir. Lê Hîlal bavê xwe ef kir û qesrek ji bo ku li wir bijî da wî. Lê Mîr Bedr dema ku çû qesrê ji bo alîkariyê xeber şand Bûweyhîyan û Deylemîyan. Hîlal şer de Deylemîyan têk bir lê li dijî Bûweyhiyan berxweneda û hêsîr ket. Her wiha Mîr Bedr dîsa bu hikumdarê dewletê lê ji bo alîkariyên Buweyhiyan Bajarê Şehrezorê da Bûweyhiyan. Mîr Bedr sala 1014'an de artêşek amade kir êrîş li ser qesra Koscedê kir. Li vê derê Huseyn bîn Mesûd el-Kurdî dijiya. Lê Huseyn berxweda û qesr teslîm nekir. Ji bo vê dorgirtin dirêj bû û mirovên Mîr Bedr sûikast li wî kirin û Mîr Bedr kuştin. Piştî wefata Mîr bedr hilweşîna dewletê dest pê kir. Li pey wî re Hîlal b. Bedr û Tahir b. Hîlal ji bo text şer kirin lê serkeftî nebûn. Mîrê herî dawî Mîr Ebû Salim Deysem b. Ebî Ganîm bû û li herêma Zehavê de li qesra Kâsanê de dijiya. Lê ev jî zêde nejiya û piştî wefata wî dewleta Hesnewiyan bi temamî hilweşiya.

Paytexta vê dewletê bajarê Sermacê ye[çavkanî pêwîst e].Piştî ku serxwebûna xwe bi dest xistine û aleya azadiyê bilind kirine. Di warê pêşveçûyîna welatê xwe de xebitîne û hem di warê aboriyê de, hem di warê xwendin û perwerde û leşkeriyê de gelek pêş ketine. Welatê wan hem serbixwe û hem jî welatekî aram û dewlemend bûye. Çi îmkanên ku ketine destê wan, li gelê xwe xerc kirine û bi şev û roj xwe dane xizmeta xelkê xwe. Rêvebirên dewletê weke şovelyan cangawer û merd û xweşmeriv bûne. Xelîfeyê Bexdayê bi navê Nasiredewle wan bi nav kiriye. Gelek serkeftî bûne. Ewan gelek bi merdemêranî 171 salan dewleta xwe meşandine û navên xwe bi qencî ji wê demê heya wê gavê hiştin e.

Hikumdarên heseneweyhî[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)