Natalie Dormer
Natalie Dormer | |
---|---|
Navê rastî | Natalie Dormer |
Jidayikbûn | 11ê sibata 1982an (42 salî) |
Esil | Birîtanî |
Pîşe | Aktrêst |
Salên çalak | 2005–niha |
biguhêre |
Natalie Dormer, (jdb. 11ê sibata 1982an) lîstikvana televîzyon û fîlimê ya Brîtanî. Bi rola Anne Boleyn de di rêzefîlma The Tudors a hilberîna Showtime û bi rola Margaery Tyrell, bi hilberîna Home Boxê, di rêzefîlma Game of Thrones de, bi awayekî berfirehî hate nas kirin.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Natalie Dormer di 11ê Sibata 1982an de hate dinê. Dormer ewil dibistana navîn a Chiltern Edge xwend, paşê jî Dibistana Bilind a Blue Coat Reading xwend, Natalie di pola şeşan de di dibistana navîn a kuran de perwerdeya xwe dewam kir. Ew li ba bavmaliya xwe (zirbav), bi xwişka xwe Samantha û birayê xwe Mark re li bajarê Reading a Birîtanyayê mezin bûn[1] Di serdema xwendina xwe de, bi kesayetiya xweya pêşeng wekî xwendekarek mînak hate nişandan, bû alîkarê rêveberê tîma netball a dibistanê û di tîma axaftvan a dibistanê cih girt. Natalie Dormer ji ber van erkan li gelek welatan geriya.[2]
Di salên dibistana xwe de, wê li Dibistana Dansê ya Allenova dans de perwerdeya dansê dît.[3] Dormer, xwe wekî "hêviya akademîk" a malbata xwe bi nav dikir. Di azmûna A-Asta ku wê serdana beşa Dîrokê ya Zanîngeha Cambridge kir lê ji bo vê beşê pêla têr bidest nexist.[4] Piştre biryar da ku ji bo lîstikvaniyê beşdarî hilbijartinan bû û li Akademiya Hunerên Dramatîk a Webber Douglas dest bi perwerdehiya lîstikvaniyê kir.[1]
Kariyera wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştî perwerdehiya şeş mehan li Akademiya Hunerên Dramatîk a Webber Douglasê di sala 2015an de bi rola xwe bi navê Victoria, di fîlima Casanova de yekem car dest bi kariyera xwe ya lîstikvaniyê kir. Derhêner Lasse Hallström ji dema komedî ya Dormer bi bandor bû senaryo ji bo wê hate berfireh kirin. Ji ber hêz û performansa wê ya di rolê de, wê bi Touchstone Pictures re jibo sê fîliman peyman îmze kir, lê yek ji van fîlman nehatî kişandin.[1] Di sala 2005an de, di rêzefîlma TV'yê Distore Shores de bi roleke piçûk lîst. Piştê fîlma Casanova , neh mehan Natalie bêkar bû, û got "Di 12 mehên kariyera xweya lîstikvaniyê de dersa çêtir min ji vê demê a dikarim bêjim min dît."[2] Di sala 2006an de bi navê rola Phillippa Balfour di rêzefîlma Rebus The Falls de lîst.
Sala 2007 û 2008an de, rêzefîlma The Tudors I. û II. Bi rola navê jina Qarala Brîtanya VIII. Henry, Anne Boleyn, lîst û bertekên pir erênî stand. Performansa Robert Abele, yek ji nivîskarên tabloya LA Weekly e anî ziman ku "Natalie Dormer, wekî Anne Boleyn, sofîstîke bi dilşewatî berbiçav radigihîne ... Ez difikirim ku ew ji Tudors re wek hûrîyek efsûnî, dem-rawestîn dilxweş e."[5]
Fîlmografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Fîlm
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Fîlmên wê | |||
---|---|---|---|
Sal | Nav | Rol | Nîşe |
2005 | Casanova | Victoria | Destpêk |
2007 | Flawless | Cassie | |
2009 | City of Life | Olga | |
2011 | W.E. | Elizabeth Bowes-Lyon | |
Captain America: The First Avenger | Private Lorraine | ||
2012 | Electric Cinema: How to Behave | Lauren Bacall | Kurtefîlm |
2013 | A Long Way from Home | Suzanne | |
Rush | Nurse Gemma | ||
The Counselor | The Blonde | ||
The Ring Cycle | Millie | Kurtefîlm | |
The Brunchers | Her | ||
2014 | The Riot Club | Charlie | |
The Hunger Games: Mockingjay – Part 1 | Cressida | ||
2015 | The Hunger Games: Mockingjay – Part 2 | ||
2016 | The Forest | Sara Price Jess Price |
|
2018 | In Darkness | Sofia | Senarîst |
Patient Zero | Dr. Gina Rose | ||
2019 | The Professor and the Madman | Eliza Merrett | |
2020 | Pets United | Belle | Dengdan |
Televîzyon
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Rêzefîlmên televîzyonê | |||
---|---|---|---|
Sal | Nav | Rol | Nîşe |
2005 | Distant Shores | Mobile Woman | Beşa #1.1 |
Rebus | Phillippa Balfour | Beşa: "The Falls" | |
2007–2008; 2010 |
The Tudors | Anne Boleyn | 21 beş |
2009 | Masterwork | Mo Murphy | Pîlot |
Agatha Christie's Marple | Moira Nicholson | Beşa: Çima Wan ji Evans Nepirsî? | |
2011 | Silk | Niamh Cranitch | 6 beş |
The Fades | Sarah Etches | ||
2012–2016 | Game of Thrones | Margaery Tyrell | 26 beş |
2013–2015 | Elementary | Jamie Moriarty / Irene Adler | 6 beş |
2015 | The Scandalous Lady W | Seymour Worsley | Fîlma televîzyonê |
2018 | Picnic at Hanging Rock | Mrs Hester Appleyard | 6 beş |
2019 | The Dark Crystal: Age of Resistance | Onica (voice) | 10 beş |
2020 | Penny Dreadful: City of Angels | Magda | Rola sereke |
Videoyên lîstikan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Vîdeoyên lîstikan | |||
---|---|---|---|
Sal | Nav | Rola dengê | Nîşe |
2014–2015 | Game of Thrones | Margaery Tyrell | Li ser bingeha rêzefîlma TV ya bi heman navî |
2017 | Mass Effect: Andromeda | Dr. Lexi T'Perro |
Şano
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Lîstikên şanoya | |||
---|---|---|---|
Sal | Nav | Rol | |
2003 | The Comedy of Errors | Adriana | |
2010 | Sweet Nothings | Mizi | |
.45 | Pat | ||
2012 | After Miss Julie | Miss Julie | |
2017 | Venus in Fur | Vanda Jordan |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b c "Boho Boleyn girl: Actress Natalie Dormer's dramatic entrance | Daily Mail Online". web.archive.org. 3 adar 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 20 nîsan 2012. Roja gihiştinê 15 kanûna pêşîn 2020.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ a b "Natalie Dormer on playing England's naughtiest queens - Life & Style - London Evening Standard". web.archive.org. 23 tîrmeh 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 tîrmeh 2015. Roja gihiştinê 15 kanûna pêşîn 2020.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "News - Earley | Allenova School of Dance". web.archive.org. 8 îlon 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 îlon 2014. Roja gihiştinê 15 kanûna pêşîn 2020.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Golden girl: How Natalie Dormer became the new queen of the screen - Profiles - People - The Independent". web.archive.org. 21 tebax 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 21 tebax 2015. Roja gihiştinê 15 kanûna pêşîn 2020.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "The Tudors: Heads Will Roll | TV | Los Angeles | Los Angeles News and Events | LA Weekly". web.archive.org. 5 kanûna pêşîn 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 kanûna pêşîn 2014. Roja gihiştinê 15 kanûna pêşîn 2020.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)