Here naverokê

Nem

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Nem kombûna buhara avê ya ku di hewayê de heye. Buhara avê, rewşa avê ya gazê, bi gelemperî bi çavê mirov nayê dîtin. Nem; îhtîmala barîna baranê, şevnem, an mijê nîşan dide.

Dabeşkirina gerdûnî ya nemahiya nisbî ya li ser rûyê navîn di salên 1981-2010 de ji berhevoka daneya CHELSA-BIOCLIM+[1]

Nem bi germahî û zexta pergala têkildar ve girêdayî ye. Heman mîqdara buhara avê di hewaya sar de ji hewaya germ re zêdetir dibe sedema nemahiya nisbî. Parametreyek têkildar xala şevnem(xunav)ê ye. Her ku germahî zêde dibe mîqdara buhara avê ya ku ji bo têrbûnê hewce dike zêde dibe. Her ku germahiya parselek hewayê kêm dibe ew ê di dawiyê de bigihîje xala têrbûnê bêyî ku girseya avê zêde bike an winda bike. Rêjeya buhara avê ya ku di nav parsek hewayê de heye dikare pir cûda bibe. Mînakî, parselek hewayê ya nêzî têrbûnê dibe ku di 30 °C (86 °F) de her metrekupek hewayê 28 g av hebe, lê di 8 °C (46 °F) de her metrekupek hewayê tenê 8 g av hebe.

  1. ^ Brun, Philipp; Zimmermann, Niklaus E.; Hari, Chantal; Pellissier, Loïc; Karger, Dirk N. (27 hezîran 2022). "Global climate-related predictors at kilometre resolution for the past and future" (PDF). ESSD – Land/Biogeosciences and biodiversity. doi:10.5194/essd-2022-212. Ji orîjînalê di 8 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin (PDF).